MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Ebdulrehman Efîf (werger): Lewra ez nexweş im ji hezkirinê
Adonîs (werger: Cankurd): Binxêzikek biçûk di deftera rojê de
'Elaeddîn Seccadî: Bo xatirê jinê
Xelîl Cibran: Li ser jiyanê
Blaise Pascal: Rûla bimejî
Ji Gulistana Wêjeyê -II-


LI SER JIYANÊ

Xelîl Cibran

Jiyan di deryaya bêkesiyê de giravek e ku zinar hêvî, dar xewn, gul bêkesî û çem tînî ne.

Kesûkarên min, jiyana we giravek e ku ji hemî girav û deverên din veqetayî ye. Ferq nake çend keştî ji beravên we diçin deverên din an çend tên beravên we, hûn her bitenê dimînin ji ber jan û bêriya bêkesiyê. Hûn xerîb in ji kesûkarên xwe û dûr in ji dilsoziya wan.

Bira, min dîtiye tu li ser koma zêrên xwe rûniştî yî û ji dewlemendiya xwe kêfxweş î - bi gencîne û xezîneyên xwe serbilind î û bawer dikî ku lepa zêr xirxalek nepenî ye ya hêvî û ramanên te û xelkê digihîne hev.

Min tu bi çavên xwe dîtî ku tu pêşengiya leşker û artêşa xwe dikî û armanca te hilweşandina kel û asêgehên dijminên te ye. Lê ku min dîsan carek dî lê nerî, min tenê dilek bêxwedî li paş sendoqên zêr cemidî, di rekehek zêrîn a firindeyek tî de dît û di vê rekehê de tenê amanek avê yê vale min dît.

Bira, min dîtiye tu li ser tac û textê şan û şerefê rûniştî yî û gel li derdorî te ye û pesna mezinahiya te, gernasiya te û hişmendiya te dide û li te dinere û mîna ku pêxember bî coşiya giyanê wan hildikeve ber perrên esmanan.

Û dema te li bindarên xwe dinerî, min dît ku ji rûyê te bextiyarî, hêz û coşa serkeftinê dixwiya goya ku tu giyanê wan î.

Lê bibîne, ku min carek din tu dîtî, min dît ku tu bêxwedî li rex textê xwe yî, mîna sergumkiriyekî yê destê xwe bilind dike û ji sawêr û tarmayiyên nepenî lava û liyanan dike û bexşandin û dostaniyê hêvî dike - tika dike banek hebe bila bêserûber jî be lê tenê germî û dostanî hebe.

Bira, min dîtiye ku te ji jinek bedew û delal hez kiriye û dilê xwe raspartiye delaliya wê. Dema min dît ku ew bi dilnermî û evînek dayikane li te dinere, min ji xwe re got: Her bijî Evîn ya dawî li bêkesiya vî camêrî aniye û dilê wî gihandiye dilê yên din.

Lê ku min dîsan lê nerî, min di dilê evîndar de dilek dî yê bêkes dît ku bi giriyê xwe bêencam tê dikoşe ji keçikê re nehîniyên dilê xwe derbibe; û di giyana te ya bi evînê xemldayî de min hê giyanek din a bêkes dît ku mîna ewrên livok bû û bîlasebeb hêvî dikir bikare xwe bike xunav û rondik di çavên dildara te de.

Bira, jiyana te jîngehek bi tenê ye, veqetayî ji yên xelkê. Ew xaniyek e ku çavê ti cîranan nakeve hindirî. Heke ew di nav tarîtiyê de ba, lampeya cîranê te dê nikariya wê ron bike. Heke qûtê pêdivî tine ba, te dê neşiyaba wî ji embara cîranan dagirî. Heke ew li beyaristanekê ba, te nedikarî wî raguhezînî gulistanekê ya bi destên xelkê hatiye çandin û têwerdan. Heke ew li gupika çiyayekî ba, te dê nikariya wê bînî geliyekî piyên xelkê dewisandî.

Bira, tenêtî beşek ji jiyana te ye, û heke ev tenêtî û veqetayîtî tine bûye, tu dê ne tu û ez dê ne ez bam. Eger ew neban, dema min dengê te dibihîst, min ê belkî bigota ev dengê min e; yan dema min rûyê te bidîta, min ê bawer bikira ku ez di neynik û awêneyê re xwe dibînim.

_____________

Ji pirtûka Xelîl Cibran Dengê Mamoste (Voice of the Master) hatiye wergirtin û wergerandin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1