MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Ebdulrehman Efîf (werger): Lewra ez nexweş im ji hezkirinê
Adonîs (werger: Cankurd): Binxêzikek biçûk di deftera rojê de
'Elaeddîn Seccadî: Bo xatirê jinê
Xelîl Cibran: Li ser jiyanê
Blaise Pascal: Rûla bimejî
Ji Gulistana Wêjeyê -II-


Binxêzikek biçûk di deftera royê da

Adonîs
Wergerandina ji Erebî: Cankurd: [email protected]

-1-
Rastî her hovdar e, û ew bi rastîniyê ra her di pevçûneke tehl da ye, - “Ma bo vê tu evîndarê derewêyî , ey zimanê mirov? “

-2-
Ji dema gêrobûna min bi kêşeyên zimanê Erebî ra, di nav mijûliyên min da bi mijarên zimanê hozanvanî ra, ji min ra bi cih bûye, ku civangehên zimanê Erebî ciyên fêrkirina zimên in li ser pîriyê.

-3-
Bo ramyarîmend bêtir ji zimanekî heye, û dibe jî di vê yekê da çi asteng tune be, lê asteng ew e, ku bo wî bêtir ji du destan heye.

-4-
Gava em bibînin mirov çawa tê mişextkirin, û birçîkirin, û binçavkirin, û kuştin, ev pirs, bi giringî, tê bîra mera:”- Ma rast mirov di mirov da heye?.”

-5-
Gava ez bala xwe didim vê xuliya, ku cîhanê dipeçine, sergêjiyek min digire, ez jê hişyar nabim, tenê gava min pêjinî kir, çawa li çarexê wê agir bi seriyên pêdakaran ketiye, û çawa di ser ra basikên helbestê dipirpirin, ez dihoşim.

-6-
Ji min pirs kir:
“- Ma ne xêr, wek fîlosof dibêjin: Xwedayî ye? Ka bo çi em mirovê ji xêrê pê va tiştekî dî nake, bi gawirbûnê bersûc dikin, tenê ji ber ku ew di olê da bi me ra ne yekraye? “
Pirseke, ku ez jî bi rêya xwe dikim, ji wan kesên vê gawirkirinê dikin.

-7-
Piştî em kûr dakevin, kûr ta bi binî, li yê nenas û veşartokê bigerin, em berçav dikin, ku bo me ji gudandina vê daketinê ra çare nîne.

-8-
Şeva me çû, kuta bû. Ha ewe yê li pey wê dixulxule, Çemekî dirêj, çemekî ji rohniyê. Pêjindarî di helbestê da pire ne, û di evînê de daristan in.

-9-
…………………

-10-
Ha ewe yê piştî dûrketineke dirêj vedigere, Lê ew ji nişka va lê hişyar bû, ku veger piştî dûriyê, pir caran dibe dûrketineke din.

-11-
Şaşiyên xwe her ji bîr dike – Ma ji ber ku ew bê bîrane? An jî ji ber ku ew di lêgerîneke herheyî da li ya rast, dijî?

-12-
Ji rewşa xwe dizehîne: Tişt ji wî ra tenê gava ji ber wî winda dibin baş dixuyin, û wan çêtir dibîne, tenê gava venagerin ber çavêd wî.

-13-
Dibêje, ku ew di vê cîhanê da, nikane yê pê bawer dike ji xwe bide der. Ew nikane li ser deselatiyê û mêrêd wê û siniçiyêd wê binivîse, An jî li ser jîna oldarî û mêr û siniçiyêd wê, An jî li ser gankirin û jin û mêr û siniçiyêd wê yekê, û her weha… û naxwaze di wê demê bi xwe da, guh bide ewê ku ev cîhan dibêje: “Ji te ra çêtir e, ku tu li ser nemana pêdiviyê bo nivîsînê, binivîsî..û her weha…

-14-
“Dibêje, ku tersî hemî meriyan, Bo wî kêmtir ji jînekê, û bêtir ji mirinekê, heye.

-15-
Ma ev mirin dawîtirîn wêne ye, Ku jînê diguhêrînê bo wateyekê?

-16-
Dibe ku baştirîn xwendina vê cîhanê û kûrtirînê wê, ewa ku em di tariyê da dikine, an jî ewa ku di wê navê da çavêd xwe digirine.

-17-
Ew bi yê ku bi qewxiyan cîwarkirî ye tê rewşkirinê, û bersivê dide, dibêje: “- Ev rewştineke rast e.” û bi vê gotinê teva dike: “- Ne ji wê ba, minê bizaniya çawa ez maf û nemaf ji ser hev derdixim.”

-18-
Di pirtûka “Guhartinan” a Ovîd da, Afirende nasnameyên xwe bi hev û din diguhêrin. Mêr –bo wekanî- dibe zinar, û jin dibe pêlek, û guhartin her wilo digude. Hingiv, wek tê gotin, dibe the’lî, Lê – ev car – di herêmekê da, ku bi vê babeta guhartinê taybetmendar e, Dibêjin ew (jineke) erebî e. û dûrok zanatir e..

-19-
Bahoz, îro, ewin yên dadikevin û toz ewe yê, ku dihile (radibe).

-20-
Efsaneya yûnanî dibêje: “Bêvaciyek heye, ku ew bi asîmanî tê rewştin. Ma ev rast e, Eflatûno? Hûn tev li ser wî dibêjin: “Kes nagihîne toza wî “Lê, we ev toz, bi rastî, dîtiye? û di çi qadê da, û çawa?..”

-21-
………………

-22-
Ka wê çi biba, heger ev daristana, ku em Ereb li ser kaxedê tune dikin, dadkar ba, Wê her yek ji me bi ser darekî va darvenekira?

-23-
Di serlêdaneke dawî da bo Sîsîliya, Ku gelek kes ji kurêd wê li xwe mukuriyê dikin, ku pêşserên wan Ereb in, Ez gelek caran ji xwe pirsîm; „- Çi hode tê da heye, ku bo rohniyê bavpîrek û bo bayî pêşser hebin?.“

-24-
Pirsek bo tevan, ne bo kesekî: “- Em dikarin li gor dilê xwe guhêrînê çêbikin, bê ku li gor ên din bên guhartin.”

-25-
Şev binxêzikek biçûk e di deftera royê da.

______________________

Ji Al-Hayat-Nr. 14522-24.12.2002

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1