BÛN AN NEBÛN
Hamlet: Bûn an nebûn, aha ew e pirsgirêk:
camêranetir e can binale ji
ji hemî derb û tîrên bextê reş
yan dest biavêjim şûr dijî deryaya derdan
û hemiyan bitelêfim? Bimirim, binivim,
ne tiştek dî; - bifikirim di xewê de ku xelas
belayên bi hezaran û jana dil,
ew dûndeyên goşt - divê ev dawiya wiha
bi coşî bihata hemêzkirin. Bimirim, binivim: -
Binivim! Yan bikevim xewnan? - aha
ew e derman. Vêca ka çawan in xewnên mirinê,
dema nemane bêntengiyên dinyawî,
ew pirs min dixe fikaran. Û ew fikar
rezaleta jiyanê hind dirêj dikin.
William Shakespeare
TENÊ XEWN E JIYAN
Lîstika me bi dawî hat. Lîstikvan
hemî xeyalî bûn, te bihîst,
niha ew êdî tenê hewa ne, hewayek tenik.
Û mîna vê leylana xirrûxalî
kelheyên berkeftî, bircên digihin ewran,
eywanên berz û bala, ta ev dinya jî
bi jînewerên xwe ve hemî carekê dê biroxe
û dê bêşop bimîne ew jî wek vê
leylana nîn. Ji heman tevnî
em pêk hatine tam mîna xewnan
û tenê xewn e jiyana me ya kurt.
William ShakespeareJIYÊ MIN DADIQULIPE PAYIZ Û PELWERÎNÊ
Têra xwe jiyame; umur û jiyê min
dadiqulipe payiz û pelwerînê
û peyrewên herdemê - guhdarî,
şeref, evîn û komên dostaniyê -
êdî nemane; lê herçi xezeba
bi dizîkî ye, kûr e, ez dibihîzim.
William ShakespeareNIŞTIMAN
Tackirî ye ev girav, ev warê textan,
Welatê berzan e ev, kursiya Mars e,
Gulistan e, nîvbiheşt e,
Asêgehek e siriştê bo xwe danayî
dijî şeran, dijî êşan,
ev jîngeha xweşbextiyê, ev dinyaya nimûne,
ev morîk û mircan, werdayî di deryaya zîvîn
ya wek kelhe yan wek kolik
diparêze vê malê
ji hesûdiya bextreş û çavnebaran.
William ShakespeareCIWANÎ Û PÎRÎ
Pîriya xweragir û ciwanî nikarin bi hev re bijîn.
Ciwanî tijî kêf û pîrî tijï xem e;
ciwanî mîna tava havînê ye, pirî wek seqema zivistanê;
ciwanî xemildar e şibî havînê, pîrî rût e nola zivistanê,
ciwanî fêris e, pîrî nikare nefesê bikişîne.
Ciwanî beza ye, pîrî felc û şil e;
ciwanî gurr û geş e, pîrî sar û xweragir e.
Ciwanî kûvî ye, pîrî kedî ye.
William Shakespeare