Ji do heta îro, ji bo ku mirov bikaribûna hebûna xwe bidomînin diviyabû ku li hember sirûştê şer bikin û xwe ji êrîş xetereya heyberên hovber biparêzin. Bizav û tevgerên mirov ên xwezayî ked û xebat; ked û xebatê jî hilberî bi xwe re aniye. Ango domana hilberiyê bi ked û xebata mirovan dest pê kiriye.
Alav û amrazên xwedîbûnê û her wiha hewcedariyên mîna qût, xurik û xurdemeniyên jiyana rojane, hemû bi saya hilberiyê bidest dikevin. Bi destpêka hilberiyê re ligel pêwendiyên xwezayê, pêwendiyên mirovan ên bi hev û din re jî derketiye holê. Mirovên ku dixwestin xwezayê biguherînin û wê bixin bin suxreya xwe, diviyabû ku pêşî xwe biguherînin.
Avaniya civakên çîndar hemû li ser riknê kedê bilind dibe. Bi kedê re hilberî û bi hilberiyê re jî ked xurtir û nûjentir dibe. Bi hilberiyê re guherînên domandar dest pê dikin. Jixwe civaka çîndar a sereke (civaka koledar) jî bi van guherîn û veguherînên domandar dirûv û teşe girtiye û li civakeke şarezatir û pêşverûtir-li gora demê- (civaka derbegî ango civaka feodal) dageriyaye.
Hilberî, mercê jiyan û hebûna mirov ê pêşîn e. Mirov bi çalakiyên hilberiyê re raman bidest dixe û girêdayî wê gerdîş, rêzik, ol û bîrdozan diafirîne. Peyre jî bi saya van sazî û dezgehên jorxan, hem xweza û xwe û hem jî hev û din diguherîne. Dîroka mirovatiyê bixwe di domaneke wisa aloz, tevlîhev û herbilî de pêk hatiye. Mirovahî di vê pêvajoya dîrokî de, ji jiyana ajalî derbasî jiyana mirovî bûye.Di nav heyberên ku di xwezayê de cî digirin de, yê ku bi keda xwe jiyanê hildîberînê û diguherîne tenê mirov e. Bi awayekî din mirov dikare bibêje, hilberîn karekî mirovî ye. Taybetiya mirov a herî hêja û payedar hilberîneriya wî/ê ye.
Dîroka mirovahiyê, bi du mercên bingehîn ango bi herdu pêwendiyên beramber ên mirov û xwezayê, dest pê kiriye. Bi vî awayî xweza, cara yekem bi destê mirovan hatiye guherandin. Peresîn û veguherînên gerdûnî bi hevhîkariya mirov û xwezayê û her wiha bi saya amrazên hilberiyê yên beramber re li xwezayeke mirovî dageriyaye. Xwezaya nûjen a mirovî jî çanda jiyanê bi xwe re aniye. Hilberî, di tu dem û serdemên dîrokî de bi awayekî kesane dest pê nekiriye. Bervajî wê, her gav wekî taybetiyeke komalî û civakî rû daye û bi hevkarî û hevpariyeke çarenîn xwe qada jiyanê daye der. Pêwendiyên navbera mirovan her gav wekî pêwendiyên hilberiyê yên çarenîn dom kirine. Bi van pêwendiyên hilberiyê re, pêwendiyên olî, sincî, hiqûqî, ramyarî û hwd. pêk hatine. Bi kinayî, hemû têkiliyên mirovî li ser riknê têkiliyên hilberiyê ava bûne. Belê ev pêwendiyên ku hemû saziyên jorxan pêk aniye jî dîsa ked û hilberî ye.
Di domahiya dîrokê de, xweza, çawa bête hilberandin, wisa jî tê parvekirin xeritandin û şîrovekirin. Dîsa mirov dikare bibêje dîroka mirovahiyê dîroka şêwaza hilberiyê û kedê bi xwe ye. Di hin pêlik û merhaleyên dîrokî de bi pêwendiyên hilberiyê re dû çînên lêkneker derketine holê. Ev herdu çîn jî; wekî çîna serdest û çîna bindest têne binavkirin. Ango kesên hişyar û zordar alavên hilberiyê bidest dixin û mirovên qels û lewaz ji wan alavan bidûr dixin. Ên ku ji alavên hilberiyê têne bidûrxistin her wiha ji dan û vexurekên xwezayê jî mehrûm û bêpar dimînin. Bi vî awayî du komên mirovan derdikevin holê : Yek, koma hilberîner û ya din jî koma mezêxer(berxur) e. Îro jî ev herdu komên dijber û lêkneker bi heman awayî hebûna xwe didomînin. Her wiha li hemberî hev û din şerekî kûr û domandar dikudînin.
Di civaka çindar a ku bi pergala hilberiya koledar re derketiye holê de, bêşik kesên hilberîner jî bi qandî ku bikaribin jiyana xwe bidomînin û hêza kedê biparêzin, lêçûn û xerckirin pêk anîne. Belê berxur û desthilatdarên ku wan bi nanzikê didin xebitandin, qed beşdari hilberiyê nabin û avê di nava xwe de naçelqînin. Jixwe di her dem û dewranên dîrokî de awa û şêwaza hilberiyê her gav ji aliyê amraz û pêwendiyên hilberiyê ve hatiye/tê diyarkirin. Ji bo domandariya şêwaz û çawaniya hilberiyê, her gav pêdivî bi lihevkirina alav û pêwendiyên hilberiyê heye. Hekena dê ahengiya navbera hêzên hilberiyê û alav û pêwendiyên wê qels bibe û domandariya wê bilicime. Ji bo ku dîsa ev ahengî pêk were, divê ku şewaza hilberiyê bi tevayî bête guhertin. Yanî mirov dikare bibêje rêzika ahengiya navbera hêz û têkilîyên hilberiyê, rê û rêzikên bingehîn ên geşedaniya civakî bi xwe ne.
Bi kurtayî tevê jiyana mirov ji aliyê hilberiyê ve tê diyarkirin. Li gora dahûrandinên zanistî û civakî yên nû, erka ku hemû hêzên daringî û arişî diyar dike, tenê hilberî ye. geşedaniya hilberiyê diviyatiyeke camidî (tişteyî) ye. Jixwe geşedaniya hêz û têkiliyên hilberiyê jî her gav girêdayî pêşveçûn û domandariya hilberiyê ye.