Bi egera koçkirina serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê- Bakur, xebatkarê hêja Hemreş Reşo (di 27.12.2002 da) , ji teviya baskên tevgera netewî ya kurdistanê şandî û endamên, ku di çavên wan da xemgînî diyar bû, civiyan ser hev. Gelekan bi navêd part û komel û rêxistinên xwe yên ramyarî û çandeyî hezkirina xwe ji rêberê kurd ê mezin ra anîn zimên, dilsotîna xwe diyar kirin û hinek dostên malmezinê me yê koçkirî bi gotinên xwe ra hêstir ji çavan barîn. Gelek dost jî bêdeng man, dibe jî sotîna wan hîn bêtir bû…
Hemreş Reşo bi koçkirina xwe ji nav me dilê netewa Kurd xemgîn kir û ez naxwazim di vê gotarê da pesna kesekî wek rehmetî bidim, ji ber ku ew ne pêdiviyê pesindariyê bû, ew kurdekî mezin bû, histobariya xwe ya netewî û civakî baş dizanî û baş pê radibû.
Ez di vir da dikarim li ser hinek bûyeran binivisim, da nivîserên, ku dixwazin li ser jîna wî binivisin, wan bûyeran ji bîr nekin.
- Carekê komikek endam û piştvanên PKK berî niha bi heftdeh an heştdeh salan li bajêrê Bonnê / Almaniya ketibûn livbaziyeke birçîbûnê. Yek ji serkêşên wê xebatê M. Öztürk bû. Ez çûm serlêdana wan û xanima alman Erler, ku sereka (ai) a almaniya bû, hatibû û bi wan re li ser daxwazên wan dipeyivî, min jî alîkarî di wergerandinê da dikir. Piştî ew çû M. Özturk ji min ra got: “-Tu dibînî, ku rewşa xortan di birçîbûnê da ne baş e..Ma hinek toxtirên Kurd nînin, bo carekê bên li me bipirsin û piçekî morala xortan xurt bikin?!.” Min telefon bo Dr. B. Suleyman vekir, ku Kurdekî oldar e, ew bi lez hat û bi xwe ra jî dostekî xwe yê Ereb anî. Piştî serlêdana wan, M. Özturk gote min: “-Bira, ev çi kesin? Ma toxtirekî Kurd ê demoqrat û siysetzan nîne, te evana ji me ra anîne?” Min telefon bo mamhoste Hemreş Reşo kir û rewşa birçîbûnê jê ra anî zimên. Di wê demê da jî PKK bi tundî û gelek req hêriş ser mamhoste wî dikir. Got: “-Başe, ez têm û bi xwe ra toxtirekî kurd tînim.” M. Özturk mamhoste Hemreş Reşo ne dinasî, ewan bi hev ra ketin guftegotineke dirêj. Gava ez dîsa çûme ba wan, M. Özturk gote min: “- Cankurd, ev çi kes bû, te anî ba me? Ev mirovekî gelek zana û têgihîştî ye..Ma ev ne Hemreş Reşo ye?” Gava min bersiv dayê, êdî rengê wî hat guhartin, mirûzê wî bervajî bû û ji min xeriya û got: “- Evana kevinperestin, Barzanî ne, te çima ew agahdar kir, ma toxtirêd me qey tune ne?” … Hemreş Reşo tevî, ku dizanî ew hatin ji wî ra serêşî ye, dîsa jî bi histobariya xwe ya mirovî û civakî rabû.
- Piştî wê yekê bi çend salan, êvarekê ez li Komeleya Îslamiya Kurdistanî (IVK) li bajêrê Kölnê rûniştî bûm, biraderekî gote min: “- Mamhoste Hemreş Reşo li ser xetê ye, dixwaze bi te ra bipeyive.” Berî wê yekê jî ew hatibû serlêdana avakarê PIKê Prof. Dr. Gaborî û bi hev ra ketibûn guftegotineke fireh li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Islam û Demokratiyê û li ser mijara bereyeke netewî kurdistanî… Min pirs kir: “- Mamhoste, dengê te zelal nayê, tu li kuyî?“ bersiv da: „- Ez li Şamê me, li ba A. Öcalan.” Min gotê: “- Mamhoste tu li wir çi dikî? “ got: “-Berjewendiya gelê Kurd li kîderê be, ez li wir im.” Pişt ra pirsiya ka (PIK) jî tev li bizava bo bereya netewî kurdistanî dibe an ne. Min gotê: “- Vaye kek Çalak Swêlî ji California hatiye û diçe Kurdistanê û endamê serokatiya PIKê ye, bila li gel cenabê te bipeyive.” Mamhoste Hemreş Reşo û kek Çalak Swêlî (Xwedê dilovaniya xwe li herduwan bike) bi zarava soranî li gel hev peyivîn û Çalak ji wî ra diyar kir, ku PIK li tev wê xebatê dibe gava civîn ne li welatekî dagirkerê Kurdistanê be.. Pişt ra bi demekê mamhoste Hemreş Reşo ji min ra diyar kir, ku tevlêkirina PIKê di wê mijarê da pêşniyaza wî û partiya wî ya demokrat bû.. Ew di wê bîr û baweriyê da bû, ku mafê her hêzeke kurdistanî di endametiya bereya netewî da heye, û gava civînên bereyê li Europa dest pêkirine, têkilî di navbera PIKê û PDK-bakur da hîn xurttir bû.
- Mamhoste Hemreş Reşo , ku bêguman kurdistanî diramand, bi hêz piştvaniya tevgera netewî ya rojavayê Kurdistanê dikir. Ew dihat şevên Newrozê yên Yekîtiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (DUSK), ku yekemîn komeleya Kurdên Sûrî bû li Almaniya û gelek salan aktîv bû. Mamhoste di wan şevan gotineke pîrozkirinê dixwend û bangewaziya bo yekbûna tevgera kurdî li rojavayê Kurdistanê dikir, li ser demokratiyê, aştiyê û berhevhatina netewî dipeyivî. Dema ku bihna parçebûnê bi ser Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî li Sûriye ketiye, ez û birayê hêja endizyar H. Çîçek, ku ji bakurê Kurdistanê ye, bi hev ra çûn ba mamhoste û me ji wî tika kir, ku li ser mijara parçebûn û bi hev ra myînê ligel berpirsên patiya Yekîtî bipeyive. Got, ku ew hinek xebatkarên bilind ên aliyekî dinase, lê ên din nanase, hema ewê bi histobariya xwe ya netewî rabe. Me jî soz dayê, ku em bi hinek biraderên, ku em dinasin ra bipeyivin, da biçin ba wî û di mafê vê mijarê da ji wî ra ser bîr û baweriyên xwe vedin. Piştî demekê ji wê yekê min ji mamhoste pirs kir, ka çi kir, got: “- Wan birayên we bi navkirine hatin ba min û em pir hûr û kûr bi hev ra peyivîn, ewan jî xebatkarin hêja ne.. Mixabin! Diyar e, ku evana nema dikarin bi hev ra bixebitin, lê ewana li dawiyê wê li xwe hişyar bibin, ku parçebûn tenê ziyanê bo gişan tîne..” Mamhoste ji qewxiyên di navbera herdu aliyan da diltengijî bûbû, ji ber ku rojavayê Kurdistanê wek bakur û başûr û rojhilatê Kurdistanê li ba wî giring bû. Roja koçkirina wî Kurdên Sûrî ji hemû hêzên niştimanperwer hatin, ku rêzgirtina xwe li hember mamhoste Hemreş Reşo bînin zimên.
Ez li dawiya salixdana van bûyerên biçûk û watemezin dixwazim hêviyeke mamhoste bînim zimên, da heval û hogirên wî vê hêviyê bi cih bînin. Ew carekê ji min pirsiya, ka em dikarin kovara Çiya, ku di navbera 1965-1970ê da derdixist, careke din çap bikin.û di Internetê da bi tevayî belav bikin?! Min ji dostekî niviskar ê bakurê Kurdistanê xwast, ku di vê mijarê da alîkariya min bike, wî camêrî bersiv da, ku pêwîste em berî her tiştekî ji hevalêd mamhoste yên partiyê bipirsin, ka ewana bi xwe amade ne vê xebatê bikin an ne..Gava ne kirin, emê bi vê yekê rabin.
Hemreş Reşo , ku di kêşeya kurdî ya ramyarî da û di civata kurdî da xudan sermiyanekî mezin bû, yekbûna gel, berhevhatina hêzên kurd û serkeftina netewa kurd ji xwe ra kiribûn armancên pîroz û giranbiha.
Em tev dizanin, ku ew bêtir bi du hostayên Kurdayetiyê hikar bûbû, bi serakê nemir Mustefa Barzanî yê, ku li ba wî û li ba teviya xebatkarên welatperwerên Kurdistanê bavê kalê têkoşîna welatî ye, û hostayê berxwedana netewî ya zindanan Osman Sebrî (Apo). Ji bo vê yekê jî dema nexweşiya wî giran bûye, kurê Apê Osman Hoşeng li gel komeke dostan bir û berê xwe da jêriya Kurdistanê, da çavên xwe bi azadiya parçeyekî welêt têr bike û ji cîhanê tevayî ra diyar bike, ku kesek nikane bakur û başûrê Kurdistanê ji hevdu cihê bike. Dostên, ku li gel mamhoste çûne Kurdistanê gotin, ku mamhoste li akadêmiyeke leşkerî rawestiya, da bo leşkerê Kurdistanê bipeyive, çavêd wî tijî hêstir bûn, zimanê wî lal bû û dilê wî ji xweşiyariya azadiyê nema rê dida wî.
Bo min rûmetek mezin e, ku min ev mamhosteyê xebata netewî nas dikir û yek ji hevpeyvînên wî yên nivisandî û tê da li ser avakirin û pêvejoya Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur bi firehî rawestiya bû para min..Min ew hevpeyvîn li gel wêneyê wî bi serakê hêja, kek Masûd Barzanî re, di ber alaya PDK da, xistiye nav malpera Kurdayetî: www.kurdayeti.net
Ez dibînim, ku ew hevpeyvîn gelek rohnî davêje ser hinek demên, ku pir giring in ji dûroka tevgera netewî ya bakurê Kurdistanê û avakirin û pêşveçûna Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur.
Ez li ber malbat û partiya Hemreş Reşo seriyê xwe bi rêzgirtin diçemînim û ji heval û hogirêd rêya wî ra serkeftineke mezin hêvî dikim, ji Xwedayê gewrebanê dilovan bo Hemreş Reşo dilovaniyê dixwazim..Bila seriyê teviya netewa Kurd sax be.