MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

şahînê B. Soreklî: Gotara Xingjiyan û pêşgotinek
Rêzan Tovjîn: Çima artêşa tirk aştiyê dixwaze?!
Cankurd: Di polîtîkaya navneteweyî de xweparastin
Mecîd Heso: Êzidî di pêşeroja Iraqê de
Adar Jiyan: şêwaza hilberiyê
Mehmet şahîn: Cegerxwîn û Nazim, berhevdanek
Cankurd: Hemreş Reşo
Navend: Matemînî bo Hemreş Reşo
Platforma Kurdên Ewropayê: Qezaya balafirê li Amedê


Sedsaliya Cegerxwîn

Cegerxwîn û Nazim, berhevdan

Mehmet Şahin: [email protected]

Hevalên hêja,

Îsal sedsaliya Hozanê me, Seydayê Cigerxwin e. Par jî sedsaliya Nazim Hikmet bû. Ev bûyer bi gelek çalakî, civîn û konfirans hat pîrozkirin.

Dem hatiye û derbaz dibe. Pêwiste em Kurd jî nirx, ked û dewlemendîyên xwe biparêzin, xwedîyê wan derkevin û wana bidin nasandin.

Di vî warî da rola dezgeh û rêxistin, kovar û rojname, her ûsa rola rewşenbîrên Kurd gelek mezin e.

Gora bîrûbaweriya min, gora hîs û hestên min ev rêzên jêrî ji devê min weşiyan û ji aliyê pênûsa min ev hatin komkirin. Ger ev bi karek bên û rolek biçûk bilêyîzin, wê ez ê gelek dilşad bim. Û ger imkan hebin, vê çapbikin an jî belavkin, ez ê spasdar bim.

Gelek spas û bimînin di nav xêr û xweşiyê da.. Memo Şahin

Cigerxwînê Kurd û Nazimê Tirk

Par
Sala 2002an
Sedsaliya Nazim Hikmet bû
Bi seremoniyek cîhanî hat pîrozkirin
Şev, civîn, konfirans
Dû hevdû da rêzbûn
Xelat-melat belav bûn 
Û li ser helbestvaniya Nazim
Li ser enternasyonalizm
Û li ser Tirkbûna wî
Kes nizane 
Çend hoqqe boyax xilasbûn

Bê şik, Nazim Hikmet hozanek mezin bû
Lê, yê ku Nazim kir Nazim
Ne tenê hûnera wî bû
Wê demê
Cîhan du beş bû
Sistema Sosyalist
Bûbû sîwan, cih û warê Nazim
Li her welatek sosyalist qonaxek
Pere û pûl bê dawî
Serda jî li her warek
Dîlberek wî êlî





Nazim
Xwar, vexwar
Şad kir dilê xwe
Û geriya wek seyyahek bê xem
Helbestek wî 
Li ser jinên por sor
Yek li ser çav şinan
Yê din li ser bejn balayan bû
Wî dinivîsî
Li ser bindestên Efrika reşik
Esyayê zer
Û sorikên Emerika Latîn
Lê, kor bû ew 
Ne ji çavan, lê ji mejû
Nedixwast bibîne rewşa cîranên xwe
Ger bidîta
Û ser da jî binivîsanda
Îmkanên wî kêm dibûn
Û ew nedibû Nazim

Îsal
Sala 2003an
Sedsaliya Seydayê me
Ciger-Xwînê Kurd e
Di heman demê da jiyan
Bi Nazimê Tirk va
Nazim têr û bextewar
Pişta wî li çiyayên bilind
Li ber wî deryayên bê dawî
Û dorberên wî hûriyên her rengî

Şêxmûs, rût û tazî
Tîh û birçî
Bi derd û kulan Ciger bi Xwîn
Jiyanek nêhinî û qeçaxî
Geh li bin xet
Geh li Başûr û Rojhilat
Bû şahidê xizanî û bindestî
Helbest nivisî li ser welatparêzî
Destan rêzkir li ser egidên serhildanan
Dem hat name şand Heval Pol Robson
“Ne tenê reşik ketin bin destan
	Em jî sipî ne mane perîşan” got
Û bû mêvanê reşikan
Dem hat li Vietnam û li Koreyê şehid ket
Lê bêzar nebû
Bê hêvî hîç
Qet dest ji doza gelê xwe berneda
Wek pêşmergeyek bênav
Di refên Pêşeva da cih girt
Û bû leşgerê Berzaniyê nemir



Cigerxwîn jî hevalbendê Sistema Sosyalist bû
Keç û xort dawetê dilana Marks û Lenin kir
Lê xêynî Kurdan
Ne kes guh da hawara wî
Û ne jî kes gîhişt cara wî
Ber ku ev Kurd bû, Kurdê belengaz
Meydana şer bû xaka miqeddes
Aliyekî Roma Reş 
Û Farisên rûreş
Hêla din erebên nifta reş
Silleyek ji Sistema Sosyalist
Yek jî ji ya Kapitalist
Man Kurd wek olperestên bê qible

Her cûre Tirk
Û ser da jî Kurdên bi kompleks
Didin pesna Nazim 
Li ser dostaniya wî û Kurdan
Perên pênûsên wan diweşin
Li ser her helbestvanek
Li ser her darek
Û li ser her yarek
Helbestên Nazim hene
Lê li ser “birayê wî”
Cigerxwînê Kurd 
Bê feydeye xetimkirina diwanên wî
Tenê nameyek şandiye bo Kamiran Bedirxan
Û li helbestek wî da 
Derbaz dibe gotina “Kürdün gelini”
Xêynî wan
Ne rêzek, ne gotinek
Li ser zilm û zora Roma Reş 
Û rewşa Reşikên Rojhilat..

Belê par sedsaliya Nazimê Tirk bû
Îsal jî ya Cigerxwînê Kurd
Par her cûre Tirk
Sosyalist û Kemalist
Rêz girtin ber Nazim
Bûn yek beden
Yek deng û awaz

Îsal,
Bila tenê welatparêzên dilsoz
Rêz û hirmet bigrin li pêş Cigerxwîn, bes e..
Yek navûdeng daye cihan
Yek jî maye Cigerxwînê belengazan
Seydayê me, ji me ra
Nazim ji tevayê Tirkan ra

Dilê te şad be, Seydayê min
Wa ye
Ala Rengîn li dar e
Warê şêran bextewar e

(5.1.03)

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1