Li nave rasta meha Kanûna yekem, li London kongirê berhingar ê hêzên îraqê hat bestin, di vî kongirey de piranîya partî û rêxistinên Kurd, Ereb, Asûrî û Tirikman cî têde girtin em li vir basê çewaniya birêveçûna karûbarên kogirê nakîn, sereray vekişîna hind hêzên îslamî li roja dawiyê lê bi dîtina gelek navendên ragehandinê ev kongire yî serketî bû dikarê xwe de. Eve tiştek çaverê kirî bû ji ber ku man û nemana rejîma faşî li Bexda her kesî îraqî ji nêz ve elaqedar dike.
Pirs ewe gelo ev hêz wê çewa li paşerojê piştî çûna Sedam Husên bi hev re jiyan kin û berjewendiyên dînî, neteweyî û mezhebî wê çi karîgeriyê li pêwendiyên van aliyan bikin. Eger îro li London û li jêr fişara Emrîka û çav soriya şêrê girêday li Bexda hind kesan xwe vekişand,aliyê beramber xwe qebûl nekir vêca li paşerojê Xwedê me ji destê gelekên dî bisitrîne, bi taybet aliyên îslama siyasî ku bi hîç rengî, rengê cihên qebûl nakin û li ser wê bawerêne ku li paşerojê wê şerîéta îslamê ya berî 1400 salan, li sedsala 21 yekê de, ji bo Îraqeka fire olî û mezhebî bi çespînin, her wekî van aliyan ev haza xwe di pirojê destûrê Îraqê yê piştî Sedam de jî bi lêv kirî, ku Îslam wê dînê dewletê yê resmî û serçavkê qanûnan be, gelo kengî eve dîmukratî ye, kî sube wê mafê ol û dînên dî yên mîna Kirîstiyanan, Asûrî, Sabîye, Êzdî, Ehlî Heq û Kakayî ye biparêze.
Raste Êzdî Kurdin, ne kurdistan bê Êzdî dibe, ne Êzdî bê Kurdistan dikarin bijîn, mîna Îslamê jibo Ereba wisa jî Êzdî ji bo Kurdistanê, ji ber ku ev dîn li ser vê axê Xwedê naskiriye û ji bo vê axê jî 72 firman biserî hatine, demê Kurd misilman bûyin me ji bo parastina Nasnama kurdî ser û malê xwe da.
Li dîroka nû jî me berevanî ji vê axê kiriye ne kêmtir ji ya kurdên misilman kirî û Êzdî ji bo vê yekê ne di poşmanin û eger Kurdên misilman ji ber natewa xwe yek car tûşî zilmê bûne eve Êzdî dû caran, carekê ji ber dînê xwe yê kurdî û carekê ji ber netewa xwe ya kurdî, ger di şoreşên Kurdistanê de du kesan desthavêtbe çekî, eve bê gûman yek jê êzdî bû ye ji şoreşên Mîr cafer Dasinî û Babekê Xuremî bigre hata şoreşa Barzanî. Ya min divê bêjim:
1-Me Êzdîyan navê carek dî em jiber netewebûna xwe bên perçiqandin, mejî nûnerên xwe di hukmê nû yê Îraqê de divên.
2-Em li wê bawerêne ku divê li paşerojê destûrê Îraqê ne li jêr fişara hîç dînekî be, fikra mirovan, bîrûbawer û rengê cihê gereke serçavkê danana qanûna be li îraqê, ne tenê şerîéta Îslamê serdest be.
3- Navê wezareta ewqaf û karûbarên Îslamî bê guhertin û bibe wezareta ewqaf û karûbarên dînî ku mixabin li Kurdistanê sereray hemû dengên dijber ev yek pêk nehat û bi rengekî nêgatîv kartêkirin li ser şêwazê pirosêsa dimûkratî li wir kir.
3-Nûnerên hemû dînan di wezareta ewqafê de cî bigrin û ka çewa ev wezaret çavdêriya ciyên pîrozên Îslamê dike, wesa çavdêriyê li cîyên pîrozên Kiristiyan û Êzdîyan û ..htd bike.
4- Eger na, eve Êzdî wê cardin tûşî zilmê bin û ez daxwazê ji komele, yekêtî, mal û bingehên Ezdîyan dikim ku di vê rewşa aloz de ciyê xwe bigrin û dengê xwe li dijî vê yekê bilind bikin.
_____________
* Nota Mehnameyê: Nivîser peyva „paşeroj“ di wateya „rojên bên“ de bi kar aniye. Em „paşeroj” bi wateya “rojên borî” û “pêşeroj” jî bi wateya “rojên bên“ tercîh dikin.