Li vê bajarê malwêran,
Dar di bin berfê da milgiranin
..û dil bi sariyê dagirtînê…
Tirêna ez li hêviyê me, hîn ne hatiye
..û ewên bi rêwiyan tijîne,
hemî di ber min re bê rawestan çûn, beziyan..
Ez û stûnên reş û danişgehên sar di tenahiya şevê da mayîne..
………….
Keþtî di çemê Rhein da bi barin,
Piştên wan bi bin ve daketîne…
Kenarên çemê bê xew mayî seqa girtîne..
..û çavêd min ên pîr
di nav mijê êvarê da ji hev nabin,
westîne… damirîne…
Çi rojeke bê xêr bû
Bila kes nebîne..
Jîneke dirêj a bêkariyê, windabûnê û dûrbûnê...
Van stêrkên li kûraniya asîmanî
Di tenahiyê da hîn bi hêviya çi mayîne..?
Ma hûn li benda kê ne ?
Kî ji van rêwingên xweşiyar hîn li rê ne, ne hatîne?
Erê hûn li benda kê ne?
De rawestin, vaye tirêneke dî hat…!
Tirêneke şeng,
bi reng û deng
Tirêneke navgiran,
Tê ji xarê ve
Wek pîreke çiyayî xwe dilolijîne..
Heywax! Ev jî wek yên din e
Kes ji wan tê tune
Kesek ne ji bo min e..
Ne dostekî berê,
Ne hevalekî rê,
Ne jî dîlbera bi birhên kevanî
..û lêvên wekî gula sor a erxewanî…
Her wilo rê digihin hev
Rêwî û çavrêyan dicivin li hev
Lê ez û te carekê ji hev verê bûn,
Di navbera me da têlên bi histirî pêda bûn…
..û hinde welatên şeryar..
di navbera me da ava dikin bi hezaran dîwar…
Karmendên rêya hesinî,
Tinaziyên xwe bi min dikin:
- Bêkeso, ev tirêna te bû,
Bo çi tu lê suwar ne bû ?!..
Ma kesekî tu li hêviyê tê da hebû?!...
Tu li kê çavdikî
…û jîna xwe wilo vala, û bi hêviyan berbad dikî?!....
xwe di sariyê, tenahiyê û dûriyê da, teva dikî..?!
- Erê, rêwîno, min bi we, we bi Xwedê
Ma kesek nîne bersiva pirsên min bidê?
Ev rê ji ku ve tê,
ku ve diçê…?!
..û rêwiyê, ku min teviya jîna xwe lê çav kir
li kî derê maye?
ku ve çû, ma ew revaye..çima windaye?
ma hezkirin û hevyarî weha ye... ?
Bo çi wilo te bi zûkî konê xwe ji ber konê min bar kir?
..te rohniya çavên min li hêviya van tirênan jar kir
..û dilê min î biçûk ji jînê sar kir….????!