Erdnîgarek xweş û rind
Çiya, zozanên bilind
Rez û xerz, dar û devî
Zinar û deşt û zevî
Bej û avî çol û çem
Hinkûfê baxê Ecem
Berîya hezar salan
Meskenê bav û kalan
Ji wan re gotin: “Medî”
Li wê xakê bûn xwedî
Him rêncber û cotkar bûn
Gelek jîr û hişyar bûn
Xwedyê halet û cotan
Daketin Mezrabotan
Mal û milk û bîstan
Bû Dergûşa Şaristan
Gelek nîjad hatin ser
Wan digotin “vir ji mer”
Qîrîn û hawar û deng
Qet qut nebû şer û ceng
Hatin hinek ên bîyan
Wan dabû ser rîyan
Ewên ji Asya Navîn
Siwarên hespê bi zîn
Bi şev bi roj meşiyan
Ku hatin wir westiyan
Gava li wan bû êvar
Tunebû ne cih, ne war
Tî û birçî gerîyan
Mabûn li ber derîyan
Mêvandar bûn bav û kal
Ji berêv de anîn mal
Çend roj li wir bûn mêvan
Rahiştin tîr û kevan
Ku zikê xwe dagirtin
Xwe li wêder’ ragirtin
Gotin: “Em êrîşkar in
Ji bo cengê li kar in
Em êrîşî kê bikin?
Poz-guhên kê jê bikin?
Roja ku ber xwe dîtin
Gotin “Em pir egît in
Em bi bîr û bîroz in
Tuxumê Gurêboz in
Em bê şer narawestin
Bo êrîşan serbestin
Digotin: Dînê Şeman
Ne rind e li gor zeman
Divê em xwe biguherin
Li olek nuh bigerin
Ger têde êrîş hebe
Bo fêda wê li me be
Qaşo bi ol û îman
Rabûn tew bûn misilman
Bo dagirin hûrê xwe
Dinya dan ber şûrê xwe
Bûn siltan û bûn milûk
Har û dîn, mezîn-biçûk
Bêhejmar mirov kuştin
Zarok bê-dav hiştin
Nîjadên ji xeynî wan
Ne mirov bûn li gor wan
Digotin “Em oldar in
Ji bo Xwedê likar in”
Kê birayên pêçekê
Serjêkir avêt rekê?
Kî bûn ewên çaldiran?
Misilmanên çadiran
Kirin fetha cîhanê(!)
Bûn dijminê jiyanê
Çend sala pir binav bûn
Paşê ji hev belav bûn
Hemû bûn ji dest û pîya
Temenê wan qedîya
Hinek rabûn li şûna wan
Kesî qîmet neda wan
Bûn wekî pezên kulek
Dinya li wan bûbû yek
Hatin girtin dora wan
Bû gazîw hawara wan
Ban Gelê Kurd dikirin
Gelek enî vekirin
Gotin “Werin bo Xwedê!
Hun keç û kur bav û dê
Dijmin girtî xaka me
Dê ew bîne koka me
Kurd û Tirk li vira ne
Em herdu gel bira ne”
Tevd şer kirin herdu gel
Dîroka xwe pel bi pel
Tev nivîsîn bi xwînê
Ji bona serxwebûnê
Gava dijmin xalî bû
Ew peyman li alî bû
Gotin: Em we nasnakin
Him fermana we rakin
Me ew dijmin kire der
Navekî nuh dînin ser
Tev yên me ye mal û milk
Ger dînim Komara Tirk
Dê ev wilo bimîne
Tiştek ji bo we nîne
Ma ka dê û bavê we?
Ji xwe nîne navê we”
Rabûn ew bav û bapîr
Gotin: Me qet navê nîr!
Çir em ne serfirazin?
Em azadî dixwazin
Welatê bavê me ye
Serxwebûn mafê me ye
Gotin: Hun tim asî ne
Ne tiştekî kesî ne
Dadgeheke nuh çêkin
Piştre serê we jêkin
Ne wilo be çê nabe
Bi were derbas nabe
Sêpêka xwe vekirin
Serî bi dar vekirin
Bi hezaran kes kuştin
Gotin: Me Kurd nehiştin
Nizanîbûn ew gel e
Bi kuştinê na gele
Tovê ku hate çandin
Şîn hat ew bêrizandin
Borîn roj û meh û sal
Dîsa nuv de vebû qal
Li ser xaka kevnare
Dîrok dibû dubare
Xwedyê xaka zanistî
Bo ku rabe zordestî
Rûniştin şêwir danîn
Nuv de serî hilanîn
Xort û qîzen jêhatî
Dîsa gotin “biratî”
Rabûn azadî xwestin
Li dijî wan rawestin
Kedxwar û mijokdaran
Xwedyê ben û sêdaran
Dadgeha daristanê
Anîbûn Kurdistanê
Ji nuv de şûr kişandin
Bêhesab xwîn rijandin
Lê li hesp û zindanan
Agirê berxwedanan
Bûbû tirsa kedxwaran
Wê Partîya Karkeran
Saz kir Enî û Artêş
Ji bo gelê zehmetkêş
Şer kişand serê çiyan
Welat rakir ser piyan
Başoq û şêr û piling
Girêdan rext û tiving
Kerwanê Serxwebûnê
Welat avda bixwînê
Şer kirin bi serbilindî
Cotkar karker û gundî
Ji bona heyf û tolan
Dagirtin kuçe-kolan
Gel bi hev re meşiya
Erd û ezman hejiya
Komara nîjadperest
Kuştîna gel kir serbest
Bi mêjîyên zingarî
Rakirin Hêzêr Tarî
Aştîhez(!) û konevan
Hemû ronakbîran wan
Li dora hev bûn xelek
Fikr û raman kirin yek
Weşan û çapemenî
Tev de bûbûn yek enî
Bûn dijminên aştîyê
Li dijî biratiyê
Bi hev re şewîr danîn
Rihme li Hitler anîn
Nasnekirin maf û doz
Hemû bûbûn Gureboz
Bo aştîyê tu derî
Qet nehiştin vekirî
Herdu gel li dijî hev
Kirin dijmin berdan hev
Li mala xwe rûniştin
Gel bi hev û din dankuştin
Digotin: Em bira ne
Lê cudaxwaz li vira ne
Rabin birgin dora wan
Zûka bînin qira wan
Belê wan Kurdên mirî
Bihêlin li devê derî
Li gora diranê me
Yên rûn dikin nanê me
Tucarî wan nekujin
Ger çi kes be mêr û jin
Ew Kurdên wilo Tirk in
Wana ji me ne fikr in
Ger navê Kurd nemîne
Yek Kurd çîye nejîne
Yên ku bêjin “Tirk in em”
Bo vê yekê nîne xem
Dê ew bibin beg û mîr
Serokkomar û wezîr
Kî dibêje bindestin?
Evana tim serbest in
Lê yen bêjin “Em kurd in”
Ew ji bo me re rind in
Ewana cudaxwaz in
Serfirazî dixwazin
Em yên wilo bibînin
Emê qira wan bînin
Kurd û mird kesek nîne
Dê herkes Tirk bijîne
Welat yek e nabe par
Navên zêde dibe bar
Kî hebe Laz û Çerkez
Reş û spî û melez
Him jî Ereb û Ecem
Ger bibêjin “Tirk in em”
Edî ku ne wiha be
Tu yekîtî çênabe
Bêjin “Tirk im bira me
Ne êsîrê vira me”
Ax ji destê van hovan
Nasnakin tu mirovan
Herdem ev e karê wan
Gotin naçe serê wan
Em dibêjin gel hene
Mirovin, mîna we ne
Em ji Kurd in, bibînin
Werin em tevd bijînin
Em aştîyê dixwazin
Tucar ne cudaxwazin
Bigrin destê aştîyê
Ji bona biratîyê
Vaye dîs em dikin deng
Bo raweste şer û ceng
Dibêjin “Em devlet in
Bi şeref û rûmet in(!)
Karê me her tim şer e
Aştî nabe bi were”
Na sekinin tucaran
Êrîş dikin bi teyaran
Hatin ji çar alîyan
Nevîyên Osmanîyan
Pesn û fortên xwe vedan
Rabû Komara Cerdan
Gelo ev çi komar e?
Serî-binî gemar e
Tevkuştin û kujerî
Des pêdike ji serî
Çi dijminekî serhişk
Pir bêbxt û pêlbirişk
Tucaran nayê rayê
Serê gel xist belayê
Rewş xuya ye li ber çavan
Guh nadê dê û bavan
Ew zarok neyên wan in
Ne ji ber deryên wan
Nîne derd û kulên wan
Naşewîte dilên wan
Li ser xwîna wan xortan
Didin xwe pesn û fortan
Dibêjin “ji bo we ye
Ew welat tev yê we ye”
Mihemedokên reben
Vedigerin bi kefen
Bi hezaran bêkar in
Tev bêcih û bêwar in
Ger ku rast be ev çîye?
Bo wan welat li ku ye?
Bi qîrîn û bî awaz
Ew dayîken belengaz
Nasnakin dijninên xwe
Kevir dixin dilên xwe
Lê zilm û zor nadome
Dora mirina Rom e
Nifirên dê û bavan
Dê kor bike wan çavan
Ji ber ku ew xwînmije
Dê v gel wi bikuje
Êş dijwar, birin kûr e
Mirina wî nedûr e
Gel nehilştin li dora xwe
Bi xwe kola gora xwe
Dinya hemû dibîne
Êdî dostê wî nîne
Xwedyê dîroka dirêj
Rûpel rûpel biqirêj
Lênûska wî tê pêçan
Ketîye rê û rêçan
Nizane dê çi bike
Dîroka xwe vedike
Dibêje “Ez serdest bûm
Çiqas nîjadperest bûm
Îro bav û kalê min
Ku bibîne halê min
Dê ji me re bibêjin
“Hun hemû ker û gêjin
Nîvê dinê yê me bû
Ma çi xwelî li we bû?
Li dijî çend asîyan
Hun çiqas zû westîyan
Nuv de şûrê xwe rakin
Alên Sêhîv libakin
Bimaf, bêmaf ne pirsin
Lêxin bila bi tirsin
Hun divên me şa bikin
Mêjîyan belav bikin”
Xelata bavê me şa bikin
“Barbarî “ navê wî ye
Dinya-alem nerm dibe
Romê li şer germ dibe
Binêrin li Cîhanê
Qey he ye kesî wanê?
Bêbext, rûreş û xedar
Êrîşkar û dest bidar
Ji serî heya binî
Dilreş kurmî û genî
Gelan digot : “agirbest”
wî jop û dar dixist dest
Aştî qet nepejirand
Tim xwe li şer dijidand
Ji xwînê qet natirse
Dê tê de bifetise
Hêza Gelê Kurd he ye
Bo şer jî amade ye
Qet namîne Serdestî
Zilm û kevneperestî