Min hêvî di nav
Çivte çivta çivîkan de veşart
Ji bo bihara nû
Bayê payizê;wek neyar
Xwe li paca dixe
Pelan diweşîne
Hêviyan diqerisîne.
Û dil
Tije kerb û xwestek
Dinale....
Dinale....
Dema veqetînê
Meriv hestiyar
Hest hişyar
Dest bilind dibe.
Bihara keskesor
Bihara şer û şêrîn
Dûr e...
Dûrin kulîlk û keskayî
Pêşî zivistan.
Ez hêviyan çêdikim
Bi xeyalên rûgeş
Di nav hewa cemedê de
Dest dilerize
Ling dilerize
Dil bi coşeke mezin
Dikele...!
Dikele...!
Bi evîn
Bi hesret
Û bi dil û can.