Dawiya dawîn rêyê ez birim binecî
û ez tozgirtî giham wir.
Awirên min berî min dilezîn,
li ser lêvên min silavek germ bi cî bûbû.
Bajar di nav gurrmija nîvroyê de dilerizî,
kolan ji birqa rojê dişewitî.
Piyên min bi recifokî ber bi pêş dimeşîn,
li ser rêkek kevirokî.
Xanî ji rengek din bûn,
tozgirtî, tarî û bêhnteng.
Rû li nîveka rûpoşan
mîna giyanên zincîrkirî!
Cokek hişkbûyî, mîna çavek kor,
bê av, bê şûnav jî.
Zelamek borî û stranek distrand
û guhê min ji awaza wî hat dagirtin.
Quba bernas a mizgefta kevn
dişibî qedehek şkestî.
Bawermendekî li bilindayiya minareyê
bi awazên xemgîn bangî nivêjê dikir.
Li pey seg û kûçikan zarok dibezîn,
pêxwas, kevir di destan de.
Jinek ji paş şifşeyan kenî.
Ba tavil pencereya wê girt.
Ji devê reş ê bersifka pêpelûkan
bêhna şil a gorran difûrî.
Korek kuxî, gopalê xwe ditiktikand.
Nasek ji dûr hat.
Li wir derî bi bêdengî vebû,
destan ez bangî nik xwe dikirim.
Rondikek ji çavê esman veresî,
destan ez bangî ji nik xwe dikirim.
Li ser dîwar mêwa kevn dîsan
mîna kaniyek dixulxule pêl dida.
Li ser pelgên pan û stûr
şêniya kevn û toza zemanan.
Awirên min lê digerîn û dipirsî:
"Ka, ka nîşaneyek ji wî?"
Lê min odeya xwe ya biçûk dît
vala ji hewarên wî yên zarokane.
Ji welatê neynika sar tavil
wêneyê wî wek sorgulekê derket.
Çavên wî yên qedîfeyî dilop dikirin -
ax, di xeyalên min de jî wî ez didîtim!
Min xwe pal da hemêza dîwar,
min hêdîka pirsî: "Tu yî, Kamî?" *
Lê ji paşeroja tal
tenê nav mabû.
Dawiya dawîn rêyê ez birim binecî
û ez tozgirtî giham wir.
Lê rê yê tî ne anî ser kaniyê. Ax,
bajar gorristana hêviyan bû.
- - -
* Kamî (Kamyar): Kurê Forûx Faroxzadê ye. Piştî ku Forûx ji mêrê xwe cuda bû, Kamyar ji bavê xwe re ma û Forûxê êdî ti car nikarî wî bibîne.