Ez 5 saliya MEHNAME’yê, yekemîn kovareke kurdî di Internetê de, li we hemûyan û li hemû xwendevan û bikarhênerên malperê pîroz û bimbarekî dikim û bi hêviya serkeftina weşandina malperê dimînim. Malperên kurdzimanî (bi latînî) pirr bûne, lê mixabin yekeke hêja serkeftî, pîvantî, pêşdeçuyî, berî hajoyî hên bidernekeftî yan xwe hên ne çespandî ye. Malperekê pêşekêş bo me kurdan û li gor dewranê va demê zor giring e. Em kurd di Internetê de û bi tayî turkan, araban û farisan hên di şûn de mane! Pere (made), jîrbûn, jêhat, xebat, rêxistin (hevkarî) û berxwedan bo va yekê pêwîst in. Derfeta weşandina êlêktronîk (electronic) ya bi kurdî ketiyê bereyeke fereh û bi xêr, lê mixabin malperên kurdzimanî hên jî tene tene ne. Rêveberiyên wan hên di fêrbûna naverok û daverokê, yanê di destpêkê de ne.
Bo rapirsîna we ev çend têbîniyên min in:
Şêweya têknîkî ya weşandina malpera www.Mehname.cjb.net gerek baştir, nûjentir bibe. Ji ber ko her carê ez nûka malperên vedikim, girêk, astengî çêdibin. Malper gerek di Offline-status de bihête vexwendin. Gerek malper bo vekirinê û bikarhanînê asan û lez be. Bo nimûne weşandin bi table-system.
Benza beriyê (sîngê) rûpela yekem gerek nûtir û ji yên rûpelên din (nîvîsan) hinekê cûdah bibin. Gerek nasnîşana (Logo) malperê hebe!
Bo hemû nivîsên malperê bi tenê yek şêwnivîs (rêznivîs yan font) gerek û bes e.
Girêdankên malperê gerek ne bi binrêz (binxet) bin: Zekî Bozarslan: Zimanên ergatîv : Zekî Bozarslan: Zimanên ergatîv
Naskirina min bi malpera Mehname re dereng, di havîna sala 2001 de bi rêka lêgerînên Internetê destpêkiriye. Ji navîna va salê, 2003 de û vir de ez bo malperê nivîsan dişînim û li wir dihên weşandin.
Hemû sernivîs (title) min dixwênim. Lê nivîsên li ser ferhengan û yên li ser pirsên nazîk di jiyana kurdan de balên min dikşînin.
Danasînên aboriyê (Reclame) bo kovara Mehnameyê ne baş in. Navnîşana malperê (bo nimûne: www.mehname.com) gerek zelal û yekser be.
E-Mail’ên malpera Mehnameyê yên mehane bo haydana derketina hejmarên nû karekî qenc e. Belkî hûn dikanin di va E-Mail’an de hinik nîşanê bidin li ser çend babetên naverokê wê.
Mehname bêguman wek malperekî kovarî kurdzimanî di Internetê de gelek giring e û pê ve daxwazên me li ser ka çih di hewza çandeya kurdan de heye parvehî bicih dihên.
Kovara Mehnameyê gerek peyaman li ser weşanên çapandî yan electronic yên nû di zimanê kurdî de belav bike. Alîkariya gelek mirovên pispor bo Mehnameyê gerek e.
Li gel sipas û silavan ABDALLAH OSMAN, [email protected], Berlîn, di 20.12.2003 de