MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Mehname

Ebdulrehman Efîf: Mehname me difirîne
Roşan Lezgîn: Mirov bi Mehnameyê bawer e
Abdallah Osman: Divê Mehname xwe nû bike
Lokman Polat: Mehname bi wergerandinê zimanê kurdî dewlemend dike


Lokman Polat:

Mehname bi wergeran zimanê kurdî dewlemend dike

1) Kengî û çawa têkiliya we bi Mehnameyê re çêbû?

Lokman Polat: Min di înternetê de kovarê dît û herweha pê re têkilî danî.

Ez ê ne weke nivîskarekî ku di kovara Mehnameyê de dinivîse, herwekî xwendevanekî bersiva pirsên berpirsiyarê kovarê Husein Muhammed bidim. Weke xwendevanekî kovarê, dema ez dinêrim kovar ji alî naveroka xwe ve xurt e. Ji ber ku kovar mehane ye, hetanî meheke din têra xwe nivîs hene ku mirov bixwîne.

2) Di Mehnameyê de mijarên / berhemên herî balkêş ji çi birrî ne yan kîjan in?

Lokman Polat: Hemû nivîsên ku hatine weşandin li gorê babeta xwe balkêş in. Ji bo ku întresa min li ser edebiyatê ye, nivîsên li ser edebiyatê û nirxandina pirtûkan ji bo min balkêş û herweha girîng in.

3) Mehnameyê ta çi radeyê kariye daxwazên we bi cî bîne?

Lokman Polat: Bila mala berpirsiyarê Mehnameyê ava ve û destê hêja Husein Muhammed ter be. Min çi jê xwestiye, wî bi cih aniye. Ji bo cihanîna daxwazên me, ez jê re spas dikim.

4) Çi kêmasiyên Mehnameyê hene? Ev kêmasî çawa dikarin ji holê bên rakirin?

Lokman Polat: Helbet tu tişt bê kêmasî nabe. Pir yan hindik, her kar û xebat kêmasiyeke xwe heye. Mirov dema kêmasiyan bibîne ji bo holê rakirina wan dikare gav biavêje. Bi min, divê kovara Mehname di yek hejmareke de ewqas nivîsên Fuad Akpinar neweşandana. Wisa bû ku, êdî xwendevanek reaksiyona xwe nîşan da û gote bila navê kovarê Mehname nebe, Fuadname be. Kêmaniyên weha divê bêne dîtin û dubarekirina van tiştan nebe.

5) Hûn dixwazin di Mehnameyê de herî zêde giringiyê bide çi? Çima?

Lokman Polat: Ez weke xwendevanekî dixwazim di kovarê de herî zêde girîngî bidin li ser çand, ziman û edebiyata kurdî. Nivîsên nirxandin û danasîna pirtûkan bêne weşandin û herweha anonsa pirtûkên kurdî yên ku nû derketine bêne kirin ku xwendevanên kovarê ji nûderketina pirtûkên kurdî hayidar bibin.

6) Hin mijar hene ku we xwestine lê di Mehnameyê de nebûne? Çi?

Lokman Polat: Na, çi mijarên ku min xwestiye ez bibînim û bixwînim, miheqeq di Mehnameyê de hebûye. Di hinek hejmaran de hindik û hinekan de pir. Lêbelê miheqeq hebûye.

7) Hin mijar / berhem hene ku hûn naxwazin di Mehnameyê de bên belavkirin?

Lokman Polat: Ez wekî xwendevanekî naxwazim ku di kovarê de rexneyên tûj, yên pûç û vala û herweha rexneyên ku şexsiyeta însanan rendîce dikin û li mirov heqaret dikin, hebin. Bi min divê rexneyên weha neyên weşandin. Bila şaş neyê fêmkirin, ez nabêjim ku Mehnameyê rexneyên weha weşandiye, na, ez dibêjim di pêşerojê de rexneyên weha tu car neyên weşandin.

Rexneyên ku li ser pirtûkan bin, heger rexnegir tema û naveroka pirtûkê li cihek bihêle û bi nivîskarê pirtûkê re mijul bibe, heger rexnegir li ser navê zimanzaniyê –Xwedê bihêle hemû kurd bûne zimanzan - tenê ji bo ziman li pirtûkê rexne bigre û behsa tiştên din neke, heger rexnegir sirf ji bo pirtûkê xirab bide nîşandan, objektîf nebe û li gorê hîsên xwe yê hesûd rexne bigre û dilreşiya xwe pêşkêş bike, divê rexneyên weha rexnekûjan jî neyên weşandin, lewre xwendevanên kurd û edebiyata kurdî ji rexneyên weha tu feydeyeke nabîne, ti sûde wernagire.

8) Gotinek dî yan daxwazek ji kovarê?

Lokman Polat: Min behsa mesela girîngîya wergerê nekir. Ez di vê xala dawî de di derbarê wergerê de çend gotin bibêjim. Pêwîst nake ku ez li ser girîngîya wergerê gotinên dirêj bibêjim. Ji bo dewlemendbûn û pêşketina her zimanî werger girîng e û roleke taybetî dilîze. Lewre jî divê di her hejmara kovarê de miheqeq nivîsên pexşan, helbest, çîrok û herweha nivîsên li ser çand û edebiyatê hebin. Di kovara Mehname de nivîsên weha hene û divê ji niha pêve jî hebin.

Ez ji kovarê re temeneke dirêj û serketin daxwaz dikim.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1