MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Mehname

Ebdulrehman Efîf: Mehname me difirîne
Roşan Lezgîn: Mirov bi Mehnameyê bawer e
Abdallah Osman: Divê Mehname xwe nû bike
Lokman Polat: Mehname bi wergerandinê zimanê kurdî dewlemend dike


Mehname me difirîne

EBDULREHMAN EFÎF: [email protected]

ME DIFIRÎNE, ME DIFIRÎNE

LI VIR HERKES DIKARE GENIMÊ RIHÊ XWE PEYDA BIKE...

Ez kovara Mehname mîna kovar û malpera herî profêsyonêl a kurdî dibînim. Bi derketina wê di wextê xwe de, bi beşkirina wê, bi reng û awayên wê tevan. Ji min re bi rastî Mehname kovara intêrnêtî a pêşî bû a ko piştgiriya nivîsandin û berhemên min bi dilekî hêja û zane kir.

Ez bi xwe deyndarê Mehnameyê me, her ko ramanekê xwe di dil û canê min de diavêt, Mehname li wir bû, bi sînga xwe a mêvandar a ciwamêr a nasker û hezker. Min gellek nivîskar li ser rûpelên wê nas kirin, min pirr seetên tije çêkirin û afirandin pê re derbas kirin. Min di dilê xwe de carê spasiyên xwe ji berpirsyarê wê re didîtin û min ew carê, ji xwe, ji wî re bi riya e-mailan eşkere dikir. Ez bi xwe ji nivîsandinên wergerandî hez dikim, ez dibînim ko ew nivîsandin dema baş bên wergerandin dê pirr berhemdar bin bo pêşveçûna zimanê me, û lewra jî ez vî tiştî dikim. Pêşî min ev tişt hinekî bi tirs dikir, lê dema min sînga Mehname a zane û birane û fireh nas kir û min xwe lê dît, min ev kar bi xurtahiyeke mezintir û heztir kir. Divê ez ji bîra nekim ko min wextê Mehname nas kir û bûme dost û hogirê wê, min ew dewlemend bi wergeran dît, bi wergerine, pirrcaran, min texmîn nedikir ko bi kurdî çêbûbin. Kêfa min dihat dema min kesên wek min diramiyan li vî warê afirandinê nas dikirin, min didît ko ne bitenê me, û germbûna min bo zimanê kurdî, bo nivîsandin û afirandina bi zimanê kurdî, hîn geştir û ciwantir ez hembêz dikirim û bi pêş de diajotim.

Ez giringî û rola Mehname pirr bilind dinirxînim, ew piştgira talêntên nû ye, ew baş di zimanê kurdî de digihê, ew ji kurdî hez dike û ji xwe tiştê herî hêja ev e. Carê her serê mehê ez dizanim tiştekî xweş dê pêk bê, dizanim dê gellek ji ramanên hêja, ji helbestên hêja, ji kesên hêja dê li hev vecivin li ser vê masa zimanê kurdî. Dizanim em tev, em dê rabin li ramanên dilê hev guhdar bikin, emê hestên nivîsandinên bêrîkirinên xwe bi hev biguherin, emê xwe derxin di vê mirêkê de. Erê ji xwe ev e, divê em hev bibînin, xwe bi zimanê diya xwe bibînin! Hemû dem û westa xwe bidine vî zimanî; ko me wilo kir dê ziman bibe pira di navbera me de û di hindirê ziman de çêkirin û afirandin, pêşrojeke ko bi vizyonan avis be, bi birûskên asoyên wêje û edebeke hîn xurtir, hîn guherkertir û firehkertir û cîhankertir.

Ev çar sal di ser weşandina Mehname re derbas dibin, Mehname pêşveçûye, hineke ji şêweyên xwe guherîne, xwe paqij û taybetmendtir kiriye; beşê wê ê diyariyên taybet dewlementir bûye bi pirtûkan, bûye kitêbxaneyeke ko herkes bikaribe nirxan jê derêxe û xwe bi wan bixemilîne û têgihiştin û hezkirina xwe ji zimanê kurdî re hîn xweştir û ruhnîtir bike. Helbestvaninê nû hatine û xwe li ser vê darê danîne, li vir herkes dikare genimê rihê xwe peyda bike, dikare pencereyekê ji giyanê xwe re bibîne, pencereyek vekirî bi aliyê deşt û çiyayên Kurdistanê û bi aliyê çemên edeb û toreya cîhanê, ji xwe ev herdu divêt hev tekûz û temam bikin, divêt em xwe baş nas bikin, lê ne xwe tenê! Kesên din jî, jiyan û pêşveçûna kesên din jî, divêt pencera rihê me vekirî be, zelal be da em xwe winda nekin û kêm nemînin.

Mehname ev tiştên ha wek armanc dibîne, û bi aliyên armancên xwe ve diçe, ez carê li nav heval û dostên xwe li Hannoverê behsa vî tiştî dikim, ez edrêsa Mehname didime wan, dixwazin ko wan bikim evîndarê zimanê kurdî, ko bihêlim hinekî ji dema xwe bi vê canxweşiyê re derbas bikin. Ji min re Mehname tevgereke hêja û giring e di dîroka kurdan a intêrnêtî de, ev west û jiyan divêt nesekine! Divê em xwe li dor bicivînin û pirrtir û bihêztir pêşvebibin!.

Ji min re Mehname ev balindê sorreng e ê ko bi baskên xwe ên pêşerojtije têt, têt û xwe li ser banê wêje datîne, ezmanê şîn ê berfireh nîşanî me dike, deşt û newalên welatê me, û herwilo jî, bêguman, kulîlk û çîçekên cîhanê ên hezarreng. Me ruhnî dike bi sirûdên mişextî û êksîlê, me difirîne, me difirîne bi aliyê Kurdistanê de.

09/12/03

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1