Ji vir û bi qasî sê sal yan jî sê sal û nîvek berê dema min ji xwe re komputer kirî û enternet girêda, bi tewsîyeya hevalekî min Mehname nas kir û ji wê çaxê de ye ku ez dişopînim. Piştî çendek şopandinê min dest pêkir –carînan- berhemên xwe jê re şandin.
2) Di Mehnameyê de mijarên / berhemên herî balkêş ji çi birrî ne yan kîjan in?
Ji bo min hemû berhem balkêş in. A muhîm ew e ku edîtorê Mehnameyê bi cidîyet û bi awayekî perîyodîk, di wextê xwe de kovarê belav dike. Ev yek jî prestîjeke baş dide Mehnameyê. Mirov pê ewle û bawer e…
3) Mehnameyê ta çi radeyê kariye daxwazên we bi cî bîne?
Li gor fikra min, tu heqekî me li Mehnameyê tune ku em rabin tiştek jê ‘daxwaz’ bikin. Ev karekî ji dil e; tiştê ji dil pîroz û muqedes in li ber min. Ez wî heqî di xwe de nabînim ku bibêjim, “Daxwazên min bicih hatine yan nehatine…”
4) Çi kêmasiyên Mehnameyê hene? Ev kêmasî çawa dikarin ji holê bên rakirin?
Tu tiştek bêkêmasî tune helbet; li gor felsefeya min bêkêmasîbûn bi tenê aîdê Xwedê ye. Lêbelê dikarim viya bibêjim ku mirovên cidî û zîrek muxatabên xwe jî cidî û zîrek dibînin. Dema wisa be, kêmasî kêmtir dibin û herwiha ez bê mubalaxa dibêjim, camêrê ku Mehnameyê diweşîne hem ji dil e, hem cidî û zîrek e û hem jî gelekî nefspiçûk û kubar e…
5) Hûn dixwazin di Mehnameyê de herî zêde giringiyê bide çi? Çima?
Zêdetirîn tiştê ku em gelê kurd hewce ne; toleransa navxweyî, fehma demokrasîyê, hurmeta ji fikrên cuda re, bilindkirina rûmeta kesayetiyê û li eslîyeta xwe xwedîderketin e. Mehname di vî warî de mînakek e û hêvîdar im ku vê erka xwe her bilindtir bike…
6) Hin mijar hene ku we xwestine lê di Mehnameyê de nebûne? Çi?
Min tiştek nexwestiye; min berê jî got, ku ez wî heqî di xwe de nabînim. Lêbelê mirov dikare tiştek hêvî bike yan zî rica bike.
Ez viya meraq dikim gelo xwendevanên Mehnameyê hene çiqas û li kîjan welatî ne, kî ne? Nizanim, bersiva vê yekê mumkun e, yan na? (bersiva pirsê li jêr e: I)
7) Hin mijar/berhem hene ku hûn naxwazin di Mehnameyê de bên belavkirin?
Ji bo min problemek yan jî komplekseke ku hîn mijar yan jî berhem li Mehnameyê neyêne belavkirin nîn e. Lê cidîyet, nezaket, terbîyet û edeb xweş in. Ne ku tiştek derî vana min di Mehnameyê de dîtine. Bi tenê bi vê pirsê re ev hatin bîra min.
8) Gotinek dî yan daxwazek ji kovarê?
Bêguman, ez ji edîtorê Mehnameyê re serkeftin dixwazim. Mehname kovareke cidî ye. Ez nebûna wê xeyal jî nakim.
Ricayeke min heye; gelo mirov dikare hîn bibe ku bi giştî xwendevanên Mehnameyê lehçeya Dumulî (Zazakî) dixwînin, an na? Û herwiha xwendevanên bi xwe kurdên Dumulî (Zaza) jî di nav xwendevanên Mehnameyê de hene, yan na? ( bersiva pirsê li jêr e: II)
Tiştekî din jî:
Wekî fikrek an jî pêşnîyazekê dibêjim, Rêzdar Husein Muhammed gelo dikare carînan li ser hîn mijarên di çarçoveya edebîyatê yan jî ziman û jiyana sosyal –çi li welat û çi li derveyî welat- a kurdan de hin pirsan amade bike û arasteyî nivîskarên xwe bike. Pişt re jî bi hev re mîna dosyayeke taybet belav bike?... (bersiva pirsê li jêr e: III)
Mehname hêvî dike ku bersivên we berî 25î vê mehê bigihin me. Em ji dil spasiya we dike.
Ez jî ji dil spasîya Mehnameyê dikim û ji rêzdar Husein Muhammed re ji Diyarbekir silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim…
Mehname: Hejmara xwendevanên kovarê nayê zanîn. Jimarkoyên [hiljimarên / statîstîkên] me tenê diyar dikin ka her rûpela yan hejmara kovarê çend car hatiye vekirin. Çend mînak ji hejmarên dawîn li jêr in:
Hj. 47 (3 hefte piştî belavbûnê): 14036 car
Hj. 46 (1 meh û 3 hefte piştî belavbûnê): 16973 car
Hj. 45 (2 meh û 3 hefte piştî belavbûnê):: 20090 car
Pêdiviya van jimarkoyan bi çend ravekirinên bingehîn heye:
1) Sedema wê yekê ku hejmarên kevn pirrtir hatine vekirin / xwendin ne ew e ku têkiliya / balkêşiya Mehnameyê kêm bûye. Sedem tenê ew e ku hejmarên kevntir heyamek dirêjtir li ber destê xwendevanan bûne. Jixwe her hejmara Mehnameyê ne tenê wê mehê, ya ku lê tê weşandin, lê paşî jî tê xwendin û wek pirtûkxaneyek berdewam xizmeta xwendevanên kurdî dike.
2) Vekirina her rûpelê her hejmarê hatiye hesibandin. Lew 20090 nayê wê wateyê ku 20090 xwendevanên Mehnameyê hene. Bo nimûne, birêz Roşan Lezgîn belkî 10 rûpelên cuda yên hejmara 45 vekiribin. Ew vekirina 10 rûpelan bi 10 caran vekirin tê hesibandin. Herwiha belkî camêrî eynî rûpelek ji yên wê hejmarê 5 caran vekiribe. Ew jî tê hesibandin 5 car vekirina rûpelek Mehnameyê. Ji ber van sedeman û hin sedemên din jî, agadarbûna ji hejmara xwendevanan ne gengaz û mimkin e. Hin kes bi dehan rûpelên kovarê vedikin. Ger hejmara vekirinan 20.000 be, ti mafê me tine ye em îdia bikin ku me 20.000 xwendevan hene. Lê ger em bawer bikin ku pileya navîn ya xwendevanên Mehnameyê 20 rûpelên her hejmarek kovarê vedikin, em dikarin bigihin wê encamê ku nêzî 2.000 xwendevanên wê hene. Lê ji ber ku em nikarin bizanin ka xwendevanên kovarê 2 rûpelên wê, 20 rûpelên wê yan 200 rûpelên wê dixwînin, em nikarin bigihin vê encamê jî.
Navnîşanên nameyên elektronîkî (email) yên gelek kes û rêxistinên kurdî li cem me hene. Hejmara navnîşanan digihe nêzî 1.200. Piştî derketina her hejmarek Mehnameyê, em mizgîniyê digihînin wan navnîşanan. Hejmarek mezin ji xwediyên wan navnîşanan ew in ku em dizanin ku bi kurdî dixwînin. Gelek jî ew in ku ti haya me jê nîne ka bi kurdî dixwînin yan na lê yên ji me nexwestibe ku em êdî nameya derketina hejmara nû negihîninê, em ji wan re her dişînin. Haya me jê nîne ka kesên nameyên me digihinê ta çi radeyê di xwendina bi kurdî de aktîv in. Herwa ger ew bi kurdî (kurmancî) bixwînin jî, nayê wê wateyê ku ew dê wan berheman bixwînin yên ku di Mehnameyê de belav dibin. Bêguman gelek xwendevanên berdewam yên Mehnameyê yên haya me tine jî hene ji ber ku kovar ji her kesî re vekirî ye û xwendina wê ne bi ti heqî yan pareyî ye.
Jimarkoyên welatên xwendevanên me lê dijîn jî ne diyar e. Lê bi saya nameyên ji xwendevanan digihin me, bersivandina pirsa “xwendevanên Mehnameyê ji kîjan welatan in” hinekî asantir e. Texmîn dikim ku bêşert mezintirîn koma xwendevanan li Ewropayê – taybetî Elmanya, Swêd û Holenda – ye. Yên ji Tirkiyeyê jî pişkek mezin in. Li dû wan Sûriye tê. Paşî Emerîka û Keneda. Xwendevanên ji Iraqê jî ber bi zêdebûnê ne. Ev texmîn li ser wan nameyan e yên ku digihin me. Rastî dikare tiştek din be.
II
Mixabin di Mehnameyê de ta niha tenê çend berhemên birêz Roşan Lezgîn bi dumulî (zazakî) hatine weşandin. Ev kêmasiyek mezin ya Mehnameyê ye ku bi ti awayî ne dikarim û ne jî dixwazim haşatiyê lê bikim. Ev kêmasî dikare li derek din bi berfireyî bêt nîqaşkirin. Pirraniya xwendevanên kurdî yên ez dinasim mixabin tenê bi zaravaya xwe dixwînin. Lew ger mebest ji “bi giştî xwendevanên Mehnameyê” pirraniya xwendevanên kovarê be, bawer dikim ku bersiv ne-erênî (negatîv) ye!
Li aliyê din, berhemên birêz Roşan Lezgîn yên bi dumulî ne kêmî yên wî yan yên kesên din yên bi kurmancî hatine xwendin. Ev yek diyar dike ku hin – ger ne pirr jî be – ji xwendevanên Mehnameyê bi dumulî jî dixwînin.
Tevî ku min li jor got ku pirraniya xwendevanên kurdî her yek tenê bi zaravaya xwe dixwîne, bi baweriya min ew gotin tenê li kurmancî- û soranîaxivan rast e. Tecrûbeyên min diyar dikin ku kesên bi dumulî (zazakî) dixwînin, herwa bi kurmancî (hin kes ta bi soranî) jî dixwînin. Hin ji wan ta bi kurmancî dinivîsin jî û ji nivîskarên bijare yên kurmancî tên hesibandin, nimûne: Malmîsanij, Mehmûd Lewend, Roşan Lezgîn, Mehmed Uzun (nîv-dumulî?), Munzûr Çem, Cemîl Ogur... Belê, kurdên dumulî (zaza) di nav xwendevanên Mehnameyê de hene.
III
Pêşniyaza te li ser herdu çavên min. Ji dil dixwazim tiştên wisan bikim. Lê pirsgirêk ew e ku tecrûbeyên min nîşan didin ku xwendevan û nivîskarên kurd – ta gelek nivîskarên Mehnameyê yên berdewam jî – naxwazin saetek ji dema xwe qurbanî tiştek wisan bikin. Lê dîsan jî ez dê biceribînim. Hêvîdar im ku hin kes hebin carinan pirsan jî pêşniyaz bikin daku pirsên me pirralî bin.
Pirr spas bo bersivdana pirsên me, birayê ezîz Roşan Lezgîn.