Roja 11.10.2002 li Bonna paytexta Elmanyayê semînarek li ser kêşeya kurdî li Îranê û derfetên çareserkirina wê hat li darxistin. Pirtûka Kêşey kurd le Êran da - barûdoxî êstay Kurdistan û çonyetî rêgay çareserkirdinî belgenameyek wê semînarê ye.
Di pirtûkê de axiftinên li civînê hatibûn kirin cî digirin. Ev babetên jêrîn di pirtûkê de hene:
- Wûteyek
- Celîl Hesenpur: Sereta
- D. Ebas Welî: Barûdoxî êstay Êran û Kurdistan
- Mistefa Şelmaşî: Derwazekanî bûn be komellî dîmukratî û hikûmetî qanûn le Êran
- Tahîr Berhun: Rêgakanî çareserkirdin le ser binaxey fîdralîzm, otonomî yan misogerkirdinî mafî hawwillatyan
- Şaho Huseynî: Rêgaçarey fîdralîzm binaxey wilat nalerzênê bellam le qonaxî êsta da otonomî le çiwarçêwey Êranêkî dîmukratî da diruşmêkî guncaw û waqî'bînane ye
- Hesen Şemsî: Bizutnewe rizgarîxwazî le Kurdistanî Êran pêwîstî be diruşmêkî hawbeş heye
- Reza Ke'bî: Hengawhellhênan legell kirêkaran û şorişgêran û sosyalîstekanî Êran asantirîn û kemazartirîn rêgay çareserkirdinî sitemî netewayetî ye
- Ehmed Eskenderî: Berew rexsandinî helûmercêkî lebar bo diyalogî nêw xoman. Serinc û rexne
- D. Gulmirad Muradî: Dîmukratiyet le xêzan û gund û şarekanewe dest pê dekat
Wek ji naverroka pirtûkê jî diyar e, tê de çendîn helwest û dîtinên ji hev cuda li ser çareserkirina pirsgirêka nebûna mafên kurdan cî digirin. Hin gotar yên kesine ji rêxistinên siyasî ne û hin jî yên ronakbîrên bêalî ne. Bi vî awayî alternatîv hatine pêşkêşkirin û xwendevan dikare bi xwe biryara xwe li ser wan bide. Gelo çima kurdên parçeyên din - bi taybetî bakurî - tiştek wiha nakin û partiyên ji hev cuda her yek bi bîrûbaweriyên xwe li hev nacivin?!
Lê ev pirtûk û semînara serekaniya wê jî ne bêkêmasî ye. Du kêmasiyên herî berçav:
- ti gotar ne bi kurmancî ne tevî ku hejmarek mezin ji kurdên rojhilata Kurdistanê bi zarê kurmancî dipeyivin; û
- di semînarê de tenê aliyê kurd amade ye; ne siyasetvan û ne jî ronakbîrên îranî peyda nabin.
Bi weşandina vê belgenameyê dezgeha NAVEND (Navend ji bo Lêkolînên Kurdî), ku bingeha wê li Elmanyayê ye, gavek giring pêşve avêt ji ber ku wê ta niha nêzî bîst pirtûk bi elmanî li ser kurdan belav kirine lê tenê du pirtûk bi kurdî. Ya yekem 1997ê derketiye: Ezîz R. Akreyî: "Navên Kurdî" (bi kurmancî). Ya duyem jî pênc salan derengtir derket: "Kêşey kurd le Êran da".
Xwestin:
"Kêşey kurd le Êran da"
"Der Kurdenkonflikt im Iran"