Pirtûkek nû bo destpêkerên xwendinê bi kurdî derket.
Pirtûka nû ya birêz Laleş QasoABC - Kitêba Min bo destpêka xwendinê ye. Ew herî baş kêrî zarrokên 7-8-salî tê. Lê dê bo kesên mezintir jî sûdedar be ger van kesan ta niha bi kurdî nexwendibe.
Pirtûka 50-rûpelî bi wêneyên rengîn, nimûneyên spehî û rahênan û temrînên kêrhatî bingehê alfabeya kurdî bi zarê kurmancî fêrî zarrokan dike.
Xwendevanên kurdî nivîskar Laleş Qaso herî zêde bi xelekeromanên wî yên dirêj "Sê şev û sê roj", "Xezeba Azadiyê" û "Wêran" û herwa bi kurteromana wî ya vê dawiyê "Ronakbîr" dinasin. Lê bi vê pirtûka dersên zarrokan, birêz Qaso hêjayiya nivîskariya xwe ya di berhemên fêrkirinê de jî zelal berçav dike.
Ji bilî tîpên alfabeyê, pirtûk herwa tijî wêneyên ji zarrokan re mereq e. Bi bersivandina pirsan, dagirtina hevok û xaçerêzan, destnîşankirina bersivên rast û şaş, çêkirin û boyaxkirina wêneyan zarrok bi dilxweşî û bêyî hay ji xwe hebe dê bi vê pirtûkê hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibe.
Hem ji pergala rûpelên pirtûkê û hem jî ji rastnivîsiya wê diyar e ku nivîskar û hevkarên wî xem ji rêkûpêkiya pirtûkê xwariye û ew bêserober nedaye çapê. Berî bêt çapkirin, pirtûk ji alî çendîn mamoste û dibistaniyan ve hatiye xwendin û bi pêşniyazên wan dirûvê xwe yê dawîn girtiye.
Ev berhem bi her awayî dikare kêrî destpêkerên xwendina kurdî bêt. Mehname nivîskarê wê Laleş Qaso û hevkarên wî pîroz dike.
ABC Kitêba min
Çapa yekem 2003
Derxistin: Stil-Offset AB
Berg: Siyabend
Nivîs: Laleş Qaso
Dirûvê grafîkî: Firat Özden