MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Lokman Polat: "Derwêşê Evdî" ya Eyûb Kiran
Kamer Beysulen: "Ferîde" ya Yilmaz Odabaşi
"ABC - Kitêba Min" ya Laleş Qaso
"Kêşey Kurd le Êran da"


ROMANA

DEWRÊŞÊ EVDÎ

Lokman Polat: [email protected]

Ji sala duhezarî û virve, di nav van du, sê salên dawîn de li Stenbolê gelek pirtûkên kurdî hatin weşandin. Nivîskarên wan pirtûkên kurdî bi tevahî li welêt dijîn û piraniya wan berhema xwe ya yekemîne ku bi kurdî diweşînin.

Pirtûkên kurdî yên ku li Stenbolê hatine weşandin, bi piranî pirtûkên çîrok û helbestanin. Qelsiya romana kurdî hem xwe li Ewropayê û hem li welêt dide nîşandan. Lewre jî, dema romaneke bi kurdî li Ewropa yan li welêt tê weşandin gelek keyfa min tê. Lêbelê, hinek pirtûk bi ser navê romanê –romana kurdî- têne weşandin, lê tu eleqeya wan û romanê bi hevûdu tune.

Sê pirtûkên ku li Stenbolê , bi ser navê romanê derketin, min kirî û xwend. Lê, ez ji ber wan hersê pirtûkan xemgîn bûm. Hersê pirtûk jî nedişibiyan romanê. Lê, dema min romana ”Dewrêşê Evdî” xwend, gelek keyfa min hat.

Nivîskarê romana Dewrêşê Evdî, Eyûp Kiran e. Pirtûk di nav weşanên ”Mîr” de, li Stenbolê di sala 2003-an de derketiye. Berga pirtûkê rengîn e û pirtûk 317 rûpel e.

Di nav çend rûpelan de nirxandina pirtûkeke 317 rûpelan hêsan nîn e. Ji lewre jî, ez ê ne bi şêweya analîzê, lê bi şêweya danasînê pirtûkê bi kurtahî şîrove bikim.

Di hêla çîrokên gelêrî de, edebiyata kurdî a devkî gelek dewlemend e. Lê, heger çîrokên gelêrî neyên nivîsîn, piştî demeke dûr û dirêj wenda dibin, tên jibîr kirin. Nivîsîna çîrokên gelêrî jiyandina wan e. Nivîskar Eyûp Kiran baş kiriye ku serpêhatiyeke rasteqîn ya dîrokî ku di nav gel de ew serpêhatî bûye wek çîrokekî gelêrî û belav bûye û gelek varyantên wê yên curbecur pêk hatine, nivîsiye û vê varyanya ku nivîsiye ji wendabûnê xilas kiriye.

Di pêşgotinê de diyar dibe ku nivîskar Eyûp Kiran bi lêgerîneke dûr û dirêj, bi xebateke lêkolînî jiyan, evîn û têkoşîna Dewrêşê Evdî ya dema wî lêkolaye û vê berhema hêja afirandiye. Nivîskar di pêşgotinê de jiyana eşîreke kurdan –ku diyare nivîskar bi xwe jî ji wê eşîrê ye- ya xwezayî bi naturê re xweş rave kiriye.

Dewrêşê Evdî lehengê biçûkahiya nivîskar bûye. Wî ji devê kalepîran çîroka serpêhatiya Dewrêş bihîstiye, ji kilam û stranên dengbêjan kilamên li ser Dewrêş guhdarî kiriye. Haya min bi xwe jî ji çîroka serpêhatiya Dewrêşê Evdî hebû û min jî hinek kilamên li ser mêrxasiya wî guhdarî kiribû. Lêbelê, ez nizanibûm ku Dewrêşê Evdî kurdekî Êzîdî ye. Bi saya vê pirtûkê ez fêr bum ku Dewrêşê Evdî kurdê Êzîdî ye.

Nivîskar Eyûp Kiran berhema xwe bi zimanekî gelêrî, hêsan, zelal û bedew nivîsiye. Wî rewşa eşîran, têkiliyên di navbera wan de, bi hevûdu re şer û pevçûnên wan, jiyana sosyal-civakî a wê demê gelek baş û xweş taswîr kiriye û bûyeran bi hostatî li hevûdu hunandiye û berhemeke herikbar afirandiye.

Dewrêşê Evdî ê Êzîdî dilê xwe dixe keçeke misilman. Ew keç jî ne keça malbateke normal e, keça zor Têmir Paşa’yê milî, Adûle ye. Dema rewş weha be, bibe nebe gelek bûyer pêk tên. Serpêhatî dibin trajedî, evîndar êşa evînê dikşînin, jiyan li wan heram dibe, koçber dibin. Ne di wê demê de (ku ew dem bandora ola Îslamê gelek xurt bû) niha jî, dema dilê keç û xortên misilman û nemisilman dikevin hevûdu, evîna wan xwînî dibe, têne kuştin. Li Almanya keç û xortekî sunî û elewî ji hevûdu hez kirin, keçikê nedan kurik, yê xort jî keçikê revand û malbata keçikê ew kuştin. Li Swêdê keçeke kurd ji xortekî swêdî hez kir, ji alî bavê xwe ve hate kuştin. Keçek kurd ku li Swêdê diman û ji yekî swêdî hez dikir, ji alî malbata xwe ve hate kuştin. (Bav û birayên wê li başûrê Kurdistanê ew kuştin.)Yanî trajediyên evîndaran –bi taybetî jî yên gelên rojhilata navîn û di serî de jî keç û xortên kurd- yên misilman û nemisilmanan hêj jî didome.

Romana Dewrêşê Evdî bi hatina Têmir Paşa dest pê dike. Ew çûye Stenbolê, li wir padîşahê Osmaniyan ritbe û fermana paşatiyê ya bi fermî dane pê. Wan ritbe pêve kirine û xelat dane pê û ew vegeriyaye nav eşîra milan. Têmir Paşa piştî hatina xwe bi eşîrên heremê, yên derdorê re, bi serek, rêvebir, berpirsiyar û rûspiyên eşîran re civîn çê dike û ew rewşê dinirxînin. Têmir Paşa bi rûspiyan re diaxife, behsa rewş û têkiliyên eşîrên kurdan û dewleta Osmanî dike. Paşî jî ew daxwaza xwe ya jiyana bi serê xwe, anku daxwaza serxwebûnê pêşkêş dike. Di axaftina Têmir Paşa de rengekî millî – netewî – heye.

Ez di vê baweriyê de me ku, heger Eyûp Kiran nebana, nivîskarekî din bi vê şêweyê nikaribû vê berhemê biafrîne. Ew mintîqê –herêmê- gelek baş nas dike, herderî zane. Hemû eşîrên wir –nav bi nav- nas dike, navê temamê gundên herêmê zanê. Kî serokê kîjan eşîrî ye, kî nêzîkê Têmir Paşa bûye, kî li dij bûye, hemû yekoyek rave dike. Ev berhema wî dide xuyakirin ku wî bi lêkolîneke berfireh û bi kedeke giranbiha xebateke bêhempa pêk aniye. Helbet nasîna wî ya di derbarê mintîqê de jî jê re buye avantaj.

Varyanta ku nivîskar Eyûp Kiran nivîsiye, ji nû ve vejandiye û bi şêweya romanê afirandiye û di vê berhema xwe de pêşkêşê xwendevanan kiriye, ji hemû varyantên çîroka serpêhatiya Dewrêşê Evdî û rewşa Têmir Paşa cudatir e. Di varyantên din de, tenê li ser hêla evînî (herwekî evîna bêderman, evîna Dewrêş û Adûlê û hwd.) hatine sekinandin. Di wan varyantan de ji blî evînê, rengekî millî-netewî- tune ye. Lê, di Dewrêşê Evdî” yê ku Eyûp Kiran nivîsiye de, ev tişt heye.

Nivîskar di 86 rûpelên pêşîn de behsa Têmir Paşa’yê millî û hevalê wî Evdê Milhelm dike. Zewaca Evdê bi Eyşê re û ji dayikbûna Dewrêş behs dike. Herweha behsa keça Têmir Paşa’yê millî Edûlê jî dike. Dewrêş û Adûle hevalên hev yên biçûkiyê ne. Ew bi hevûdu re mezin dibin.

Romana Dewrêşê Evdî di hêla taswîra xwezayê –natûrê, tabîatê- de tehm û lezeta xwendina romanên Yaşar Kemal dide mirov. Çawa ku Yaşar Kemal bi kûrahî û berfirehî, bi teferuat behsa ”çûkûrova”yê dike, Eyûp Kiran jî herweha bi teferuat behsa Qerejdaxê û derdora Wêranşahrê dike. Ew xwezaya – natura- wir gelek xweş rave dike. Taswîra xwezayê, qalkirina pez û miyan, ravekirina jiyana zozanan, bi navkirina gul û kulîlkên çiyayê Qerejdaxê, tev ji bo zimanê kurdî dewlemendiyek e. Min bi xwe navê hinek gulan jibîr kiribû, dema min vê pirtûkê xwend, navên wan ketin bîra min, şiklên wan hatin ber çavên min. Herkes û bi yatbetî jî kurdên bajarî, zarokên ku di bajaran de mezin dibin, dê navên kulîlkên biharê, nêrgiz, pîvok, pirpizek, şilêr, zîlik, lîloz û gelek navên din jikur zanibin.

Mirov dema pirtûkê dixwîne, dibîne ku di nav koçer û eşîran de bê çiqasî dizî û talankerî hebûye. Li alî mintiqa me –bakûrê Amedê- dizî û talankeriyê weha tunebûne –li cem me eşîrên Ereb û Tirkmenan jî qet tunebûne- Lê, li mintîqa derdora Mêrdînê, Serêkaniyê, Wêranşahrê û Qerejdaxê dizî û talaniya di nav koçer û eşîran de gelek hebûye. Ji xwe mirov dema li vê halê eşîran, li dexesî, nakokî, şer û pevçûnên ku di nav wan de pêk hatine dinêre, diyar dibe ku kurd çima paşve mane, neyarê hevûdu bûne û nebûne yek, nebûne xwedî dewlet. Têmir Paşa’yê milî bi xwe jî talankerî dike, li ser eşîrên din zixt datîne, zorê pêk tîne, lewra jî nasnavê wî dibe ”Zor” Têmir Paşa. Ew carna talana talankerên eşîra Şemîra dike. Gotineke pêşiyan heye, dibêjijn : ”Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî.” Ev jî qisa Têmir Paşa û eşîran e.

Romana ”Dewrêşê Evdî” ji romaneke evînî bêtir, romaneke sosyal-civakî a gundîtî û koçeriyê ye. Wek dem jî, romana dema Têmir Paşa’yê milî ye. Ji xwe di nîvê romanê de, heta rûpela 160-an qet evînî, anku evîndariya Dewrêş û Adûlê tune. Dewrêş û Adûle bi hevre, li cem hev mezin dibin, dilê Dewrêş dikeve Adûlê û hew. Paşî diyar dibe ku Adûle jî ji Dewrêş hez dike û êdî ew dibin evîndarên hev.

Evîndariya Dewrêş û Adûlê di nav ebrê de belav dibe. Yên hesûd û dilreş dest pê dikin, paşgotiniyan –dedîqodû- dikin û ji bo Dewrêş dibêjin ”yê bi du pera bi qîza Paşê re dilîze.” Dewrêş û Adûle dixwazin ku hevûdu bibînin û li cihek werin cem hev. Beko Ewanekî agahî dide Têmir Paşa. Ew jî keça xwe teqîp dike û bi çavên xwe dibîne ku Adûle û Dewrêş hatin cem hev. Ê, Têmir Paşa’yê misilmanan dê çawa keça xwe bide Êzîdiyekî?

Bavê Dewrêş diçe hizûra Têmir Paşa û keça wî ji kurê xwe Dewrêş re dixwaze. Lê, Paşa dibêje ” Tu xulamî, ez Paşa’yê Osmaniya me, hûn Êzîdî, em Misilman in.” û wî diqewirîne û ferman dide ku ew ji hidûdê Paşê derkevin û koç bikin biçin cihek din. Malbata Dewrêş ji wir bar dikin û diçin Alîgorê.

Piştî çûyina malbata Dewrêşê Evdî, çend sal derbas dibe, eşîrên ereb û tirkmenan li hemberê mîlan hevgirtinek pêk tînin û fermana Miliyan derdixin, biryara kuştina Têmir Paşa digirin. Têmir Paşa gelek dikeve tengasiyê. Têmir Paşa bangê rûspiyan dike û dîwana xwe dicivîne. Eşîra Milî bi meselê dihesin, tirs û xof dikeve nav wan. Têmir Paşa dinêre ku kesek newêraye pêşdiriyê bike, keça xwe derdixe mezatê û dibêje ”kî fincana qahwê ji ser sêniya destê Adûlê bigre, ew dê keça xwe bide wî.” Têmir Paşa dinêre ku kesekî newêre, ew xeberê dişîne ji malbata Dewrêş re. Ji Dewrêş alîkarî dixwaze.

Dewrêş şûr, rim û xencera xwe li xwe dijdîne, li hespê xwe Hedbên siwar dibe û diçe alîkariya Têmir Paşa’yê milî. Ew fincana qahwê a ser sêniyê ji destê Adûlê digire û vedixwe û êdî Adûle dibe dergistiya wî.

Dewrêş duwanzdeh egîdên bijartî heldibijêre, ew xwe ji şer û cengê re amade dikin û berê xwe didin riya hatin û nehatinê, riya man û nemanê. Dewrêş û hevalên wî yên mêrxas diçin ser dijmin û dest bi cengê dikin. Pêşî mêrxasên herdu aliyan yekoyek bi hevre şer dikin. Ji alî Milî’yan Çîlo’yê Îzolî derdikeve qada meydana şer. Ji alî aşîrên ereb û tirkmenan jî yek derdikeve. Çîlo wî dikuje û hetanî nîvroyê sî peyayên ji eşîra ereb û tirkmenan dikuje. Ji bo ku ew yekoyek nikaribûn Çîlo, vêca hercarê pênc, şeş siwarî bi hevre dihatin û şer dikirin. Paşî, Çîlo jî tê kuştin. Çîlo’yê ku yek kurekî bavê xwe û birayê pênc xweşkan e, dibe şehîdê yekemîn. Piştî kuştina Çîlo, Ferhan û Ednanê kurê Mistê Ferhê Dudikî derdikevin qada şer. Ew jî bi dehan şerkerên ereb û tirkmenan dikujin û têne kuştin. Di pêvajoya şer de ji xeynê Dewrêş hemû hevalên wî têne kuştin. Di nav kuştiyan de birayê Dewrêş, Sahdûn jî heye.

Dewrêş bi tena serê xwe dimîne. Hêza dijmin xurt e û hêj gelek şerkerên wan hene. Ew bi tenê li hemberê wan şer didomîne. Serokê eşîra ereban kose Weys bi fen û fûtan Dewrêş dixe kemînê. Lingê hespê Dewrêş dişke û ew peya dimîne. Gelek siwariyên ereb û tirkmenan dormeçalê wî digirin û yek ji paşve rimê li nav movikê pişta wî dixe. Dewrêş birîndar dibe.

Têmir Paşa’yê milî bi leşkerên xwe ve tên hawariya Dewrêş. Diya Dewrêş, Eyşê û dergistiya wî Edûle jî bi wan re ye. Dewrêş hêj nemiriye. Ew diya xwe û dergistiya xwe dibîne û paşê dimre. Dewrêş li hemberê ereb û tirkmenan têdikoşe, şer dike û şehîd dikeve.

Evîna Dewrêş û Adûlê naçe serî, ew nagîşin miradê xwe. Ji xwe evîna evîndarên ku nagîşin miradê xwe dibe evîna nemir û di nav gel de her dijî. Li ser evîna wan kilam tê gotin. Strana li ser Dewrêşê Evdî hêj jî di nav dengbêjên kurd de tê strandin. Di nav gel de bi devkî çîroka bûyera Dewrêşê Evdî tê qalkirin. Ev cara yekeme ku bi nivîskî, bi şêweya romanê ji alî nivîskar Eyûp Kiran ve bi kurdî hatiye nivîsîn.

Bi kurtahî be jî, min behsa naveroka vê romanê kir û çîroka Dewrêşê Evdî li gor çerçeva romanê qal kir. Lê, wekî xwendevanekî vê romana kurdî, min meraq kir ku; gelo piştî ku Dewrêşê Evdî hate kuştin, çi bi serê Adûlê hat? Adûle pê çibû? Wê xwe kuşt? Ji qehran mir? Yan bi yekî din re zewicî? Bersîva van pirsan di dawiya romanê de tune.

Herçiqas piştî kuştina Dewrêşê Evdî çi bi serê Têmir Paşa’yê millî de hatiye, wekî kronolojîk tê qalkirin, lê di wir de jî, qet behsa Adûlê nayê kirin. Di vê romanê de bi giranî behsa Têmir Paşa tê kirin, lê eqûbeta wî çi dibe? Dawiya wî çawa dibe? Piştî ku ew direve û diçe Helebê û paşê navbera xwe û dewleta Osmaniyan çê dike û Osmanî wî dikin waliyê bajarê Sêwasê û li wir du sal jî walîtî dike û piştre çi dibe? Ev diyar nîn in.

Ev herdu mijarên ku min wek mînak diyar kir, ji bo vê romanê kêmaniyeke. Divê ev herdu tişt, anku eqûbeta Adûlê û Têmir Paşa bihatana destnîşankirin û xwendevan di nav meraqê de nemana.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1