Ferîdeyek her kesî heye qey ez nizanim
mîna solek her kesî yek jî stranek wî
keseke her kesî heye qey ez nizanim
yek jî bê kestiya wî..
Pirtûka helbestvan Yilmaz Odabaşi ya bi navê "Ferîde", bi wergera Çetîn Toprak di nav weşanên DENG de hat weşandin.
Ferîde, pirtûkeke wisane ku her kesek bi navê xwe hin tiştan têde dibîne, an jî wisa difikire. Ji ber ku, "Ferîdeyek her kesî heye qey ez nizanim" dibêje helbestvan. Êdî Ferîdeyek me Kurdan jî heye, wek keseke me û yek jî bê kestiya me.
Ferîde cara yekem bi Tirkî di sala 1990an de hetiye çapkirin. Heya niha deh çapê wê hatine kirin û sîh hezar hatiye firotinê. Pirtûka ku xwendevanên ciwan hemû helbestên wê jiber zanin, li gor min destaneke bi yek helbestî ye.
Çapa Ferîdeyê ya bi Kurdî, him di warê edebî de, him jî ji bo zimanê Kurdî xizmeteke giranbuha ye.
Li gor min, çapa wergerên pirtûkên helbestvanên cîhanê yên bi nav û deng, him ji bo dewlemendiya wî zimanê û him jî ji bo danasîna helbestvan karekî girîng e.
Zimanê Ferîdê bi Tirkî ye, lê helbestvan êş, qîrîn û înfazên hatine serê gelê Kurd, di helbestên xwe de tevî qîrîna xwe dike:
niha biceribînim gelo
hêza destê xwe ya li ezmên?
dara awarte "çar meh din" bû îdara xwezayî
tarî bû fetereşk li ser rojên ku ez tim dimrim (r.60)
Ferîde, yarek e, geh bender, pirrî caran milîtanek e, lê zêdetirîn jin e. Ferîde, danasîna jiyanekî, an jî emrekî ku hê nehatiye jiyandin e. Li gor xwendevanan dibe ku xiyal e, sembolek e, objeyek e; lê dîsa jî Ferîdeyek her kesî heye qey ez nizanim.
Hin caran riyên koçberiyê, hin caran sirgun e Ferîde. Kî dizane, dibe ku giloka agir û dînamît e. Cudabûn e, evîneke qedexe ye Ferîde. Hesreta welat, an jî evîneke bi dizî ye Ferîde.
welatê min,
ez, te
"bi cûdakirina
aliyekî
tevahiya
axa
welat"
û
"bi dizî"
hez dikim...
Mirineke tewanbar faîlî, devê sîlaha li ser cênikê, zendê ku ji bo kêrê amade ye Ferîde. Dengê helbestvan e, ku ji bo çiyan bûye diyarî. Stranek e Ferîde, çîroka evînê ye, volkana ku xilavên xwe dirijîne hundirê xwe ye, li Dîcleyê meîneke rageş e.
li vê dojeha ez her roj mistek dimirim de
wê bên hingavtin, ew bajarên min dest da wan
ezê bêm hingavtin;
her ku gur bibe ev agir, ezê pir bişewitim!
jê haydarî, saet ji înfazan re eyarkirîne dîsa
li xwîna min dikeve
di şevên tarî de wiha aşbûn... (r.46)
Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji bo Ferîdê weha dibêje: "... Min di Ferîdê de hesasiyetên xwe, heya ku ji destê min hat bi awayekî sade nivîsand û ceribandinên xwe de, min xwe sipart kevneşopiya destanên helbesta me. Dema ku min nivîsî, ez deprema xwe jiyam...
"Ez di Ferîdê de, li himber evîna kapîtalîzmê ya ku bi pornografiyê ve hatiye hesilkirinê, evînê wek alternatîf diparêzim. Di evînê de (jî) xerîb bûn, ji bo xwezaya însanan ne tehdîtek e?..
her derya qaqlîbazekê,
her teme tofanekê,
her xewn xewekê,
her nota stranekê,
her gor mirinekê,
her dar kokekê,
her çiya dûxanekê,
her roja ku wê derkeve ji xwer
tenyayiyekê bibîne elbet,
wê bibîne elbet;
ez
ji te
pê ve
wekî
din
tu,
nabînim
nabînim!
(...)
Paşê evin
paşê! (r.80-81)