Ferhengī Oxford - īngilīzī-kurdī ferhengek nū ya īngilīzī-kurdī ye.
Ferheng īsal li Hewlźrź di nav Weşanźn Nivīsgeha EL-Tefsīr (Bilawkirawekanī Nūsīngey El-Tefsīr) de derketiye. Amadekerź ferhenga 400-rūpelī Selam Xoşnaw e. Tź de zźdeyī 10 hezar peyvźn xweser źn īngilīzī cī digirin ū bergind ū hemberźn wan bi kurdī (soranī), alfabeya kurdī-erebī, hatine dan.
Ev pirtūk bi pergal ū mīzanpajek delal ū zelal ū bi tīpźn gir ū saf hatiye weşandin. Ferheng ji alī naveroka xwe ve sivik e ū dikare bi asanī bź xwendin ū herī baş kźrī wan kesan tź yźn hź di destpźka fźrbūna zimanź īngilīzī de ne.
Ji bilī pźşgotinź, li destpźka ferhengź dengsaziya zimanź īngilīzī di nav nźzī bīst rūpelan de bi gelek mīnak ū nimūneyan hatiye ravekirin. Li dawiyź jī peyvźn zimannasī, yźn wźjeyī ū yźn kesūkarī (xizmatī, lźzimatī) ū herwiha rźbazźn wźjeyī yźn Rojava cī girtine.
Rexne
Tevī ku birźz Selam Xoşnaw ferhengek jźhatī amade kiriye jī, ew hejī ēend rexneyan e jī:
1) Bi pirranī li ber her peyvek īngilīzī tenź peyvek kurdī hatiye danīn. Ji bo zelaliyź ev baş e lź du kźmasī lź dimīnin:
a) di kurdī ew heman peyva īngilīzī dikare du yan zźdetir wate ū maneyan bide; ū
b) her xwendevana/ź kurd di wź peyva bi kurdī dayī nagihe;
lew diviyabū hź zźdetir wate ū/yan hemwateyźn (sīnonīmźn) kurdī li ber wan peyvźn īngilīzī bihatina dan.
2) Mīna pirraniya ferhengźn zimanek biyanī ū kurdī yźn ji alī soranan de tźn/hatine amadekirin, ji bilī soranī hemī zaravayźn din źn kurdī tźn jibīrkirin. "Ferhengī Oxford, īngilīzī-kurdī" belkī baştirīn mīnak e bo vź diyardeyź. Amadekerź vź ferhengź hema ti peyvek ji kurmancī yan zaravayźn din źn kurdī yźn di soranī de peyda nabin bi kar neaniye.
3) Navź "Oxford" nīşaneya bazirganī ya qeydkirī ya Weşanźn Zanīngeha Oxford e (Oxford is a registered trade mark of Oxford University Press). Li ser sedema ka ēima navź ferhengź "Ferhengī Oxford, īngilīzī-kurdī" hatiye dan, amadeker wiha dibźje: "Zor ferhengī dī hen, bellam ewey Oxford maweyekī zor e le cīhan be giştī ū le Źraq ū willatī min be taybetī ferhengźkī nasraw e ū cźy mitmane ye, bo ye pźwīstim zanī bem nawe bźt. ("Gelek ferhengźn din hene lź ya Oxford heyamek dirźj e li cīhanź bi giştī ū li Iraqź ū welatź min bi taybetī ferhengek naskirī ū pźbawerkirī ye lew min pźdivī dīt ku [ev ferheng] bi vī navī be." - kurmancīkirina min - H.M.) Ev gotinźn danerź ferhengź bźşik averū dikin ku ferheng ne bi destūr ū/yan daxwaza Weşanźn Zanīngeha Oxford hatiye amadekirin lź daner bi xwe xwestiye vī navī lź bike.