MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Ji Nûdemê 12 pirtûkên nû!
Husein Muhammed: "Ferhenga Oxford a îngilîzî-kurdî"
Lokman Polat: Di biheþta Henekistanê de "Govendistan"
"Dergûþa Nasnameyê" ya Diljen, Erdem, Kerîm û Lewendî


DI BIHEŞTA HENEKISTANÊ DE “GOVENDISTAN”

Lokman Polat: [email protected]

Ev nivîs berdewama nivîsa danasîna pirtûka Evdile Koçer “Govendîstan” ê ye.

Ez nizanibûm ku nivîsên min ên li ser danasîna pirtûkan ewqas pir tên xwendin. Ji name û e-mailên ku ji min re hatine ûiyandin fêm dibe ku nivîsên min ên danasîna pirtûkan gelek tên xwendin.

Min li ser pirtûka Evdile Koçer “Govendîstan”ê nivîseke danasînî nivîsî. Nivîs du kovarên kurdî de hate weşandin. Nivîs temam nebû, nîvco bû. Min di nivîsa xwe de 21 nivîsên ku di pirtûkê de bûn, dabû danasîn û 15 nivîsên din, nedabû danasînê. Piştê ku nivîsa min hate weşandin, gelek xwendevanan ji min daxwaz kirin ku ez nivîsa xwe ya nîvco temam bikim û 15 nivîsên di pirtûkê de bidim danasînê.

Ez kedkarekî pênûsê me. Wek kedkarekî pênûsê rêz û hurmeta min ji xwendevanan re heye û hetanî ji destê min bê, ez daxwazên xwendevanan bi cih tînim. Di gel xwendevanan, ji xebatkarên kovaran re jî gelek rêzdar im. Dema xebatkar an berpirsiyarekî kovarek ji min nivîs bixwaze, ez miheqeq daxwaza wî bi cih tînim.

Piştê van çend gotinan, niha ez ê nivîsa xwe ya nîvco temam bikim. Ev nivîsa min, wek berdewama nivîsa min a bi sernavê “Di edebiyatê de mîzah û pirtûka Evdile Koçer : Govendîstan” e.

Evdile Koçer di nivîsa “Behleyên Xwedêjêsendî” de behsa kesên sersar, aqilsivik, tiral, anku kesên nekêrhatî dike. Kesên weha di civata gundîtiyê de çi dikirin û di nav jiyana “nûjen -modern” de çi dikin? E. Koçer gelek baş qala rewşa wan dike.

Di nivîsa “Danezana OHALê ya mafê mirovan” de, bi şêweyeke mîzahî rexna siyasî li dewleta dagirker a tirkan digre. E. Koçer ji bo siyasetmedaran “Dermanê Pêvajoyê!!!” nivîsiye. Heger siyasetmedar li gorê receta E. Koçer bikin, dê bi serkevin(!). Helbet E. Koçer nivîskarekî wisa berfireh û dûrbîne ku, ew ne tenê siyasetmedaran, herweha ciwanan, helbestvanan, girtiyan, nivîskaran, tewtevanan û rexnegiran jî fikiriye û ji bo wan jî receta dermanan nivîsiye. Ez bi xwe siyasetmedar, ciwan, helbestvan, girtî û tewtevan nîn im. Receta wî ya ji bo vana min eleqeder nake. Lê, receta wî ya dermanên ji bo nivîskaran û rexnegiran (rexnegiriya edebî) min eleqeder dike û ez ê li gor vê receta wî tevbigerim, daku bi serkevim.

Nivîsa “Serê salê binê salê” nivîsek sosyal civakî ye. Ev nivîs bi henek û tinazên civakî hatiye nexşandin. E. Koçer ji hezar kanîyan av tîne û ji bo nivîsên xwe dike serkanî. Di nivîsa “fiertnameya Yekîtîya Ewropayê” de, beriya ku Tirkiye têkeve nav yekîtiya Ewropayê divê hinek tiştan pêk bîne. Ev tiştên ku wek zarûrî divê bên pêkanîn, di vê nivîsê de xal bi xal hatiye rêzkirin.

Gelek lêkolînvan û psikologan li ser nexweşiyên civakî nivîs nivîsîne. Lê, kesekî bi qasê Evdile Koçer nexweşiyên civakî rast şîrove nekiriye. Wî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Nexweşîyên Civakî” de van nexweşîyan “tespît û teşhîr” kiriye: Kedxwarî, Tiralî, fiîrovegenî, Aqilfiroşî, Murîdîtî, Rexnekûjî, Aşbetalî, Çavnebarî, Karîzmafiroşî, Bargiranî, fieklûşemalî, Tirtiretî, Paşgotinî, Quretî, Teorîfiroşî. Bi min jî, ev hemû nexweşî di nav civakên ku “dejenere” bûne de, hene.

Tirkên nîjadperest dev avêtin Newrozê û vê cejna netewî a gelên Aryanan bi “Ergenekon”a xwe ve dan girêdan û kirin a xwe. E. Koçer di nivîsa “Tabletên li ser Newrozê” de vê sosreta nijadperestên tirk radixe ber çavan û henekên xwe bi wan dike.

Havîn havîn e. Qey havîna kurdî jî heye? Belê, li gor E. Koçer “Havîna Kurdî” heye. Ew havîna Xwedê dike havîna kurdî. Baş dike. Argumentên wî di cî de ne.

Nivîsa “Em pala xwe didin simbêlê hev!?...” nivîsek ku bi şêweya mîzahî mirov gelek dide fikrandin e. Wek ku nivîskar jî dibêje: “...dikare sed fiekspîr mekpîran li ser simbêlê xwe bide lîstandin.”

Min berê tim kurteçîrok dinivîsand. Paşê min dest pê kir û roman nivîsî. Pirtûka min a kurteçîrokan ya herî dawî, navê wê “Guhertin” e. Ev pirtûk hêj nehatiye weşandin. Navê nivîsa E. Koçer jî “Çîrokên Guherînê” ye. Ev nivîs tam li bejn û bala pirtûka min tê. Heger mirov vê nivîsê ji pirtûka min re bike pêşgotin, tam li hev diquncin. Mirov dibêje qey E. Koçer wê pirtûka min a bi navê “Guhertin” xwendiye û i bo pirtûkê bi sernavê “Çîrokên Guherînê” pêşgotinek nivîsiye. Lê, bi qasê ku ez zanim, wî pirtûka min nexwendiye. Gelo ew wê pirtûka min bi riya înternetê ji kompîtura min nedize û nexwîne?

Nivîskarê mîzahê E. Koçer navê komara Tirkiyê daniye “Komara Televole”. Wella, navekî xweş li wan daniye. Ew di nivîsa xwe ya “çalakîyên ji bo zimanê kurdî” de dibêje : “Komara Televolê.... bi serneketiye.” Eynê wisan e. Ji xwe heger Komara Televolê bi ser biketana, kurd jî dê bibana wek lazên derya reş.

E. Koçer xwendevanan jî fikirîye û ji bo wan bide kenînê, bi sernavê “Fakulteyên zanîngeha jiyana nû!...” nivîseke xweş nivîsiye û henekên xweş kiriye. Di vê nivîsê de wisan pirs hene ku, kîjan xwendevan bersîva van pirsan bizanibe, dê miheqeq di xwendinê de bi serkeve.

Di nivîsa “Navê gundê me...?” de behsa Kurdistanê tê kirin û ji xwe di dawiya nivîsê de nivîskar dibêje : “Navê gundê me Kurdistan e...” Di vê nivîsê de tiştê ku bala min kişand û li gorê min tiştê ku di vê nivîsê de kêm bû, nebehskirina nivîskarên kurd e. E. Koçer behsa gundê xwe anku behsa Kurdistanê dike, lê di nav nivîsê de behsa Sartre, Sadiq Hîdayet, Yaşar Kemal, Samuel Becket dike, lê behsa yek nivîskarekî kurd ku xwerû bi kurdî dinivîsin, nake. Tiştekî din jî ku bala min kişand û min bi kurtî di beşa yekem a vê nivîsê de behs kiribû, ew jî ev e; Evdile Koçer di vê pirtûka xwe ya mîzahî de çima behsa gelek nivîskarên biyanî kiriye û çima behsa nivîskarên kurd nekiriye? Yan, qey wî jî mîna weşanên hinek siyasetan “Ambargo” daniye ser navên hinek nivîskarên kurd?

Belê, xwezî bi doh, ne bi îro. Nivîskar E. Koçer ne bi henekî, lê bi şêweyeke ciddî rewşa axaftina bi kurdî ya doh û îro dide rûqalê hev û ferqîyeta doh û îro şîrove dike. Ji xwe “Mîzah” di esasê xwe de ciddîyet e. Di nivîsa “Henekê çi halê çi?” de ku ev nivîsa dawîn a pirtûkê ye, ciddîyeta mîzahê tê xuyakirin.

Bi bîr û raya min pirtûka E. Koçer “Govendistan” paradîsa “Henekîstan”ê ye. Pirtûk pirtûkek mîzahî ye. Ji alî naveroka xwe ve dewlemend e. Zimanê wê taybetî ye. Vê pirtûkê edebiyata kurdî a mîzahî dewlemend kir. Xwezî gelek pirtûkên weha bên nivîsîn û weşandin. Ez hêvî dikim ku piştî “Govendîstan”ê, vêca jî pirtûkek bi navê “Koçername” derbikeve.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1