MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Ji Nûdemê 12 pirtûkên nû!
Husein Muhammed: "Ferhenga Oxford a îngilîzî-kurdî"
Lokman Polat: Di biheþta Henekistanê de "Govendistan"
"Dergûþa Nasnameyê" ya Diljen, Erdem, Kerîm û Lewendî


Ji Nûdemê

12 Pirtûkên Nû!

Weşanxaneya Nûdemê, ku di sala 1992an de mîna kovara Nûdemê dest bi weşanê kiribû, niha, piştî rawestandina kovarê jî hê di karê weşanê de berdewam e. Weşanxaneya Nûdemê ya ku heta niha zêdeyî 70ê kitêbên kurdî weşandine û di nav wan de herdu cildên kovara Hawarê jî hene, îsal bi donzdeh kitêbên nû derket hemberî xwendevanên kurdî.

Ev kitêbên ku piraniya wan li Stenbolê derketine êdî li ber destên xwendevanên welêt in jî. Ev kitêbên Nûdemê li ba kitêbfiroşên Tirkiyê û yên Kurdistanê jî bi hêsanî peyda dibin.

Her donzdeh kitêbên ku îsal derketine ev in:

Firat Cewerî

Li mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, 132 rûpel
Weşanên Nûdemê
Çapa 2an

Firat Cewerî
Kevoka Spî
Weşanên Nûdemê
Çapa 3an

ji paşberga pirtûkê

Firat Cewerî nivîskarekî nû û entresan e"
Svenska Journalen, 1986 (Kovara swêdî)

"Her kes nikare mîna Firat Cewerî bi bêhneke dirêj hunera kurteçîrokê bi kar bîne"
Der Kleine Bund, 1996 (Rojnameya almanî)

"Firat Cewerî elçiyekî kulturê ye; ew nivîskar û weşangerekî di riya ku bawer dike de dimeşe û berdewam kulturê diafirîne"
Cumhuriyet Dergî, 1996 (Kovara tirkî)



Firat Cewerî
Romanseke çilmisî
Weşanên Nûdemê



Gunilla Bergström
Birek bive ye Alfons Oberg (Bi berga hişk û resimên rengîn)
Wergera ji swêdî: F.Cewerî
Weşanên Nûdemê


Îsal li Stockholmê sihsaliya Alfons Oberg hate pîroz kirin. Alfons navê fîgurekî kitêbeke zarokan e ku li Swêdê pir navdar e.

Alfons lawikekî qenc û milahîm e û ji pevçûn û berberiyan dûr e. Ew di vê kitêbê de dixwaze ku bavê wî pê re bilîze. Lê bavê wî naxwaze, ew dixwaze rojnameya xwe bixwîne. Loma Alfons li riyekê digere ku bavê xwe bikişîne nav lîstika xwe. Gava bav dixwînin an jî mijûl in, ew zêde guh nadin zarokan. Alfons jî bi vî xuyê bavê xwe baş dizane. Ew loma dixwaze bi alavên wî bilîze. Alfons ji bi bavê xwe dipirse, dibêje:

- Bavo, ma ez karim bi alavên te bilîzim?

Bavê wî rojnameya xwe dixwîne û ji pişt rojnamê dibêje:

- Imm, lê tu bi birekê nelîzî ha!

Alfons bi birekê nalîze, lê firsend ew firsend e, ew hemû alavên bavê yên xeratiyê derdixe û ji xwe re pê malokekê ava dike. Lê ew bêî destûra bavê xwe alavan nayne, her ku ew tiştekî tîne, ew ji bavê xwe dipirse û tîne. Ew text, bizmar, çakûç, kelbetan, tornavîda; her tiştî tîne û maloka xwe ava dike. Lê ew niha fenek e, xwe ditirsîne û ji bavê xwe re dibêje ku ew di hundirê malokê de asê maye. Hingî bavê wî rojnamê datîne û diçe cem wî. Lê Alfons dibêje ku ew bi henekan di malokê de asê mabû û dixwaze bavê wî li ba wî bimîne û pê re bilîze. Bavê wî welê dike. Ew bi Alfons re dilîze. Ew bi henekan wê maloka ku Alfons ava kiriye, ji xwe re dikin helîkopter û pê difirin. Ew diçin deverên dûr, diçin daristanên asê, xwe li nav heywanên dirinde datînin. Tam di wê demê de nûçeyên televizyonê dest pê dike û divê dîsa bavê Alfons here li nûçeyan guhdarî bike.

Lê bavê Alfons dikene û dibêje:

- Ha, ha, ha. Te ez xapandim Alfons Oberg!..

Gunilla Bergström
Alfonsê Şûm li ku ye? (Bi berga hişk û resimên rengîn)
Wergera ji swêdî: F.Cewerî
Weşanên Nûdemê

Li Swêdê zarok di heftsaliya xwe de dest bi dibistanê dikin û Alfons di vê kitêbê de heft salî ye û wê sibehê dest bi dibistanê bike. Lê ew bi kelecan e. Ji kelecanan xewa wî nayê û nizane bê wê çi bike. Ew û bavê xwe li ser dibistanê dipeyivin û hebekî kelecana wî dadikeve.

Alfonsê qenc û milahîm dest dest bi dibistanê dike, lê li gora temenê xwe hinek şûmiyan jî dike. Lê dîsa jî şûmiyên Alfosane...

Hedîsên Cenabê Pêxember
Wergera ji erebî: Kamran Bedir-Xan
Weşanên Nûdemê

Weşanxaneya Nûdemê ev hedîsên ku di dema xwe de di kovara Hawarê de hatibûn weşandin ji nû ve wek kitêbekê derxistin. Kitêb ji 703 hedîsên Cenabê Pêxember pêk hatiye. Naveroka piraniya hedîsan li ser edaleta civakî, li ser heqiyê, li ser hezkirina feqîr û belengazan, li ser wekheviya mirovan û hwd. e.

Rojen Barnas
Şi´r –1-, 247 rûpel
Weşanên Nûdemê

Rojen Barnas yek ji şairên kurd yê modern e. Ew ji bakurê Kurdistanê ji bajarê Farqînê ye. Li bakurê Kurdistanê, piştî bêdengiyeke dirêj Rojen Barnas mîna hêviyek derket. Kitêba Barnas ya pêşî bi navê ”Li bandeva spêde” di sala 1979an de li Tirkiyê derket. Dû re, Rojen Barnas jî mîna gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd mecbûr ma ku derkeve derveyî welêt û ew li Swêdê bi cih bû. Gava di sala 1992an de kovara Nûdemê dest bi weşanê kir, Rojen Barnas bû yek ji nivîskarên kovarê yê berdewam.

Ev kitêba li ber destan, ji du dîwanên Rojen Barnas û hin helbestên wî yên din pêk hatiye û li Stenbolê hatiye weşandin.

Astrîd Lîndgren
Madîken, 191 rûpel
Wergera ji swêdî: Serkan Birûsk
Weşanên Nûdemê

Astrîd Lîndgren di sala 1907an de li Swêdê, li herêma Smålandê hatiye dinyayê û di sala 2002an de jî li Stockholmê wefat kiriye. Wê cihê xwe di dilên bi milyonan zarok û naşiyên seranserî dinyayê de çêkiriye û bûye yek ji edebiyatvana dinyayê ya herî navdar. Fîgur û gernasên ku wê di kitêbên xwe de zindî kirine, zindîbûna xwe parastine, gerdûnî bûne û ji nifşan gihîştine nifşan. Weşanxaneya Nûdemê heta niha heft kitêbên Astrîd Lîndgren; “Emîl li Lönnebergayê”, “Şûmiyên Emîl yên nû”, “Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî”, “Ronya”, “Birayên Dilşêr”, “Mêrga jêr” û “Madîken” weşandine.

Mîna di hemû kitêbên xwe de, A. Lîndgren di vê kitêbê de jî du zarok hilbijartine, du zarokên keçik; Madîken û Lîsabet. Ji bilî ku ev kitêb cîhan û jiyana zarokan û resimekî ji Swêda destpêka sedsala 19an radixe ber çavan, ew rewş û bêedaletiya civakî jî destnîşan dike.

Katarîna Taîkon
Katîtzî, 175 rûpel
Wergera ji swêdî: Evîn Anik
Weşanên Nûdemê

“Katîtzî” jiyana nivîskara kitêbê Katarîna Taîkon e. Katarîna Taîkon bi xwe romena “qereçiya” Swêdê ye û heta bîst û şeş saliya xwe jî bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû. Lê di dawiya salên 1960î û di destpêka 1970yî de piştî ku Taîkon bi salmezinî hînî xwendin û nivîsandinê bû, wê dest bi nivîsandina rêzekitêbên biyografî “Katîtzî” kir. Rêzekitêbên ”Katîtzî” li Swêdê rexneyên pir erênî wergirtin û Taîkon kir nivîskareke naskirî.

“Katîtzî” resimekî realîst yê keçikeke qereçî radixe ber çavan û di siya jiyana Katîtziyê de mirov rewşa qereçiyan bi giştî, zehmetiyên wan yên jiyanê, têkoşîna wan ya ji bo jiyaneke mirovane û rasîsma li hemberî wan ya ku ji çavkaniya nezaniyê dizê bi awayekî pir eşkere dibîne.

Henning Mankell
Hingura êvarê
Wergera ji swêdî: F.Cewerî
Weşanên Nûdemê

Henning Mankell yek ji nivîskarên Swêdê yê herî bi nav û deng e. Tîraja kitêbên Mankell li Swêdê bi ser sedhezaran dikeve. Di van salên dawiyê de kitêbên wî bêî navbir werdigerin zimanên biyanî jî û li seranserî dinyayê xwendevanan peyda dike.

Weşanxaneya Nûdemê heta niha çar romanên Mankell wergerandine kurdî. Ev herçar romanên Mankell; “Kûçikê ku ber bi stêrkekê ve baz da”, “Hingura êvarê”, “Lawikê ku tevî berfê raza” û “Rêwîtiya ber bi dawiya dinyayê ve” yên ku hem dikarin serbixwe hem jî mîna dewama hev werin xwendin, di derheqê lawikekî bi navê Joel de ne. Joel ji jiyana zaroktiyê ber bi jiyana naşîtiyê ve dikeve rê.

Henning Mankell bi hostetî û bi zimanekî şaîrane vê rêwîtiyê tîne zimên û cîhan û jiyana zaroktiyê radixe ber çavan.

Henning Mankell
Lawikê ku tevî berfê raza, 223 rûpel
Wergera ji swêdî: Mehmed Dehsiwar
Weşanên Nûdemê

Henning Mankell yek ji nivîskarên Swêdê yê herî bi nav û deng e. Tîraja kitêbên Mankell li Swêdê bi ser sedhezaran dikeve. Di van salên dawiyê de kitêbên wî bêî navbir werdigerin zimanên biyanî jî û li seranserî dinyayê xwendevanan peyda dike.

Weşanxaneya Nûdemê heta niha çar romanên Mankell wergerandine kurdî. Ev herçar romanên Mankell; “Kûçikê ku ber bi stêrkekê ve baz da”, “Hingura êvarê”, “Lawikê ku tevî berfê raza” û “Rêwîtiya ber bi dawiya dinyayê ve” yên ku hem dikarin serbixwe hem jî mîna dewama hev werin xwendin, di derheqê lawikekî bi navê Joel de ne. Joel ji jiyana zaroktiyê ber bi jiyana naşîtiyê ve dikeve rê.

Henning Mankell bi hostetî û bi zimanekî şaîrane vê rêwîtiyê tîne zimên û cîhan û jiyana zaroktiyê radixe ber çavan.

Henning Mankell
Rêwîriya ber bi dawiya dinyayê ve, 211 rûpel
Wergera ji swêdî: Mehmed Dehsiwar
Weşanên Nûdemê

Rêwîtiya ber bi dawiya dinyayê ve berdewam û beşa dawî ya kitêbên Mankell yên bi navê “Kûçikê ku ber bi stêrkekê ve baz da”, “Hingura êvarê” û “Lawikê ku tevî berfê raza” ye. Herçar kitêb jî ji aliyê weşanên Nûdemê ve li kurdî hatine wergerandin. Ev herçar kitêbên ku di derheqê lawikekî bi navê Joel de ne, hem li Swêdê hem jî li Almanyayê bûne xwediyên xelatan.

Joel lawikekî donzdeh-sêzdeh salî ye û li bajarekî Swêdê digel bavê xwe dijî. Hê Joel di dergûşê de ye diya wî dev ji wan berdaye û çûye. Winda bûye. Bavê Joel ku bi xwe di nav pirsgirêkên evînî û aborî de vedigevize, Joel mezin dike. Lê hê berî ku Joel mezin bibe, yanî hê di zaroktiya xwe de ew hînî ku ji xwe re hem dayîktiyê, hem jî bavîtiyê bike dibe. Ew xwarina xwe û bavê xwe çêdike, kincên xwe dişo, mala xwe paqij dike. Ew şagirtekî dibistanê ye jî, lê belê li dibistanê kêm hevalên wî hene; ew hevaltiyê bi jina navsal û bêbêvil Gertrudê û Simon Urväderê dîn re dike. Cîhana Joel bi meraq û fantaziyan mişt e, ew gelek tiştan diceribîne û dide dû xeyalên xwe. Lê diya xwe ji bîr nake, wê meraq dike û bawer dike ku ew ê carekê li cihekî pêrgî wê were.

Gava di salên Joel yên naşîtiyê de rojekê nameyek ji bavê wî re tê û tê de dibêje ku diya Joel li Stockholmê di kafeteryayekê de dikexibite, ew û bavê xwe xwe nagirin û berê xwe didin Stockholmê.

Joel diya xwe dibîne, lê jiyan jê re hêsantir nabe. Ew bi salên xwe yên biçûk dixwaze pirsgirêkên mezinan çareser bike. Lê ew pirsgirêk jê re dibin barekî giran.

Joel bi wî barê giran xwe davêje hembêza jiyanê.

Xwestin

Nûdem:
Termvo.52
176 77 Järfälla
Sweden

[email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1