“Ji bo hemû keç û xortên welatê min ên ku bi miradê xwe şa nebûne.”
Huzna gula sor a biharî
Porê reş, gulî mîna marî
Qama dirêj, bejna barî
Ax û yeman te Huznayê
Ev sewtê sotî, janeke teze, naşî û saf, ji nav cîgereke paqij derdiket û li çiyan belav dibû. Wisa melûl, ji dil û ewçend jî tîz. Mîna tama ribêsan, mîna bilbizêk û pîvokan, mîna tama bihîvterkan; wisa tirş û ewçend jî miz. Heta ku xwe digihand nav dilê Huznayê.
Huzna gola sor e; teze gul firriyaye dêmên wê. Hîn nuh avê xwe berdaye şiqoqê. Dilê wê mîna çivîka sibatê dipirpire. Lêvên gewez tijî bûne, qirik dirêj; mîna qirika şînwerdegên ber Çemê Muradê. Cotek sêvên şîrîn di hembêzê de werimîne. Sermemik mîna hebên tûyên romî yê dara li pêş mala wan gihane; wisa sor û tarî. Qorikan goşt girtiye, hêt dagirtî. Dengê wê guheriye, mîna mariyekê dinehwirîne.
Wexta ku Huzna satilan diavêje zendên xwe û jor de mîna kara xezalê bi çindikan diçe Kaniya Jêr, memikên wê yên teze mîna ku guliyên bi pelg ên dara bîşengê li ber bayê bilerizin, ew jî wisa dihejiyan û pê re av ji devê xortan diherikand.
Erê lê lê, lê Huznayê
Xwînşîrînê, çavsiyayê
Dil û cerg m’ tev heliyayê
Hawar gidiyê te Huznayê
Kaniya Jêr, kaniya esîl; warê evîndaran. Li bin siya dara çinarê. Dara çinarê, bi wan guliyên xwe yên narîn wan deran hemû kiriye dest xwe. Pelgên wê yên nazik dibişirin; kesk î kehlî. Seranserê havînê tu car jî ew dar nahêle tîrêjên rojê xwe bigihînin ser ava kanî. Tu dibêjî qey wisa bi bengînkî dil berdaye ava kanî û bi hesûdî, bi çavnebarî avê diparêze. Gava ku bayê hênik ji Çiyayê Xaloziwanê berjêr, çem û çem, ber bi alî Çemê Maseynî ve tê, guliyên dara çinarê jî wisa narîn û nazenîn pê re dikevin dîlanê û bi hev re xuşşêniyeke nerm dirijînin ser xule-xula ava Çemê Qiboxê. Walwalok û çivîkên ber çem jî bi wîle-wîl û çîve-çîva xwe bi wan re dikevin hemberiyê. Û tev bi hev re senfoniyekê dijenin; mîna ku dastaneke qedîm, kilameke kevn ku bi hezaran salan bi eşq û evîn stirana û lewma jî di hunera xwe de bûne hosta. Li vî alî û wî aliyê kanî kemên dirîreşkan şewl dane; wisa hêç û ewçend jî bitr. Dibêjî qey nobedarên esîl in; sernerm û şahidên bê ziman ên hezaran eşq û evînan.
Serê kaniyê kesk e
Binê kaniyê kesk e
Memkê qîzan girêk e
Nefsê xortan tenik e
Dirîreşk sor bûne; gewez. Mîna lêv û dêmên Huznayê. Gelo Huznayê rengê lêvên xwe daye dirîreşkan yan dirîreşkan rengê xwe ji lêvên Huznayê re bexş kiriye? Gelo dara çinarê bejna xwe bi şanî Huznayê daye yan jî bejna Huznayê bi dara çinarê re ketiyê hemberiyê? Û ava kanî wisa paqij, wisa zelal. Spî, mîna şîr. Mîna şîrê dayikê helal. Havînan sar, cemidandî mîna qeşa; zivistanan hilmeke germ jê difure, mulahîm û şîrik. Mîna hilma devê Huznayê. Ha rengê avê ha rengê gerdena wê. Helanê binê avê mîna tehta eniya Huznayê dibiriqe.
Serê kaniyê xilor in
Binê kaniyê xilor in
Memkê qîza gilor in
Nadinê xortan bixwin
Kaniya Jêr, kaniya eşq û hezkirinê; warê bengiyan. Kê ji ava Kaniya Jêr vexwariye û dil bernedaye keçikekê. Kîjan keç û xortî li wir dil neberdaye hev?
Ji kemên dirîreşkan bêhna memikên keçan tê. Pelgên dara çinarê dimînin destên Huznayê. Dest, bi wan tiliyên xwe yên nazenîn, nerm û teze. Cara pêşî li wir, li ser Kaniya Jêr ji Huznayê re çav hate şikandin. Wey Rebiyo! Ew çi tofan bû? Qelbê wê kir ku hema singê wê biqelêşe û jê derkeve; mîna çivîkekê bifirre here û hey here...
Êdî tîr ji kevanan derketin!
Huzna keçeke kubar e
Brû bi tîr in, rû bi xumar e
Dilê m’ li ser birîndar e
Ax û yeman te Huznayê
Kaniya Jêr. Çawa mirov dikişîne ber bi xwe ve! Ev çi tilisme? Ev çi sirr e têde veşartî? Huzna dema ku jor de xwe berdide ser Kaniya Jêr, rê li ber dibe du gav. Di jêr de hêdî-hêdî. Cara pêşî moriyên stûyê Huznayê li wir qetiyan; mmmaçekê! Bi lêvên agirîn. Bêhna qehweya fincanên ferfûrî ku di destê xatûnên mîrên Pêçarê de ne, bi hilma Huznayê re belav bû. Huznayê destê xwe da ser qurmê dara çinarê. Destekî germ, lerzok û di nav xwêdanê de çû ser destê Huznayê: “Bi vê dara çinarê, bi vê kema dirîreşkê, bi ava vê kaniyê! Ez bimrim ji axa sar re, bimînim ji canê te re me... Ji canê te re... Ji canê te...
Erê lê lê, lê Huznayê
Xwînşîrînê, çavsiyayê
Dil û cergê m’ tev heliyayê
Hawar gidiyê te Huznayê
* * *
Havîn şikiya; destê payizê ye êdî. Çemê Qilboxê xule-xula xwe ji bîr ve kiriye; li benda barana payizê ye. Gihayê mêrgan zer bûye, newal ji hev xeyidîne; cihê bûne ji hev. Darebî û benavên ber Çemê Hemekê pelgên xwe weşandine. Li ber bayê Çiyayê Çewtela ku êdî bi hêrs tê, guliyên daran tazî, uryan dilerizin. Çiyayê Mizaglû, Çiyayê Şaxorê, Çiyayê Ziyaretê û Çiyayê Xaloziwanê xebera mêrgan kirine serê xwe; bi hev re ketine pişbirkê û kirasê zer li bejna xwe pêçane. Çiyayê Lîs kumekî spî dayê serê xwe, ji gişa bilindtir, mîna kalekî zemanan, mîna rûspiyekî gundan; zana û mehzûn, di jor de mexrûr-mexrûr dinihêre. Pelgên dara çinarê ji guliyên xwe xatir dixwazin. Li hewa qasekê direqisin û bi fesal, bi semt, bi hesretê xwe digihînin ser ava kanî.
Belê. Seranser payiz e welatê me.
Huzna tu wer awa meke!
Der û hundir gezî meke!
Min rebenî bengîn meke!
Ax û yeman te Huznayê
Welatê me seranser payiz e êdî. Ewrekî tarî rûyê ezmanê me qefilandiye. Girîn ketiye gewriyê, çav sor bûne, hema-hema digrî. Huzna di xeweke kûr de. Di xewnê wê de tama maça li ser Kaniyê Jêr û bêhna dirîreşkan di nav memikên wê de. Li derve şilî, şilape. Şev tarî; zilûmat. Birûsk dibirise. Hîv xeydan. Stêrkan xwe veşartine.
Û Siloyê Salo wekî bociyek bêhnê dikêşe!
* * *
Nîvê şevê bû. Sê caran li ser hev derî lê da: “Tik, tik, tik!” Ji alî hundir dengekî tirsiyayî, xilmaşê xewê got, “Tu kî yî?” Dengekî qerisandî û lerzok di şeqên derî re xwe gihande hundir: “Em in, heval!”
Derî bi fesal vebû. Û xortên esmer bi solên xwe yên bi herrî kişiyen hundir. Ji rîha wan dilopên baranê diçilkiyan.
Li argûnê agir vêket. Kulekê dû deranî. Şemalên agir siyên derewîn li ser rûyê dîwaran reqisandin. Bêhna nanê tenûrê ku li ser tirafê agir diqemirî û bêhna xwêdanê li eywanê ketin nav hev. Hilma cilên şil û hilma çaya kelandî, ku ji wan qedehên navzirav, ên mîna navtenga Huznayê, ku di cih de vala dibûn û bêhna cixareyên ku ji titûna Hesîgê dihat pêçan di bin maxan de mijeke tenik belav kir. Huzna tebeqên toraq û rûnê nivişk danîn ber mêvanan...
Li der şilî ye. Ezman ji dilê saf digrî. Çemê Qilboxê lêketiye; xule-xul bi ser ketiye. Dara çinarê di bin baranê de nefesê xwe girtiye. Bêdeng. Kemên dirîreşkan xwe li hev pêçane. Û Siloyê Salo ku nake bi selek sergîn; segê avî, gerro û gurrî. Segên heft gundan rûyê wî bialêsin jê têr dibin. Diran di dev de kurisîne; kurmî. Bêhna mirarê ji dev tê. Qeşmerê gundan îşev daye pêşî û rêçê digerine mîna roviyan!
Şev ji nîvî buhuriye. Zilamên ku simbêlên wan mîna dûvê mişkan, çavên wan mîna kunên şûjinan, qefle bi qefle hatine. Ji serî heta binî di nav çek û rextan de. Û seranser dor li gund hate girtin.
Li hundir, li dor argûnê xortan civatkî çok vedane. Çekê wan li ser çokan. Bê xew, westiyayî... Qapaxên çavan giran; divenijin. Agirê argûnê xwelî girtiye.
Xew li Huznayê herimiye, çeleng-çeleng diçerixe.
Mêvan mêvanê Xwedê ne. Û delîl dayka te be Huznayê!
Mêvan gune ne! Agir li argûnê vemiriye. Huznayê deriyê derve bi fesal vekir. Li ber derî, ji koma percînan gurzek hilanî...
Aaa!.. Ew gav bû! Dinya negeriya, zeman rawest!
Tilî li ser tetikan û tilî bêbext!
Û şîrqînî, şîrqînî... Şîrqînî bi ser çekan ket!
Birûsk, birûsk... Birûskê lê da!.. da!.. da!..
Axxx!..
Huzna! Huzna! Huznaaaa!... Huzna qelibî!
Guliyekî dara çinarê ji binî ve qeliya!
* * *
Li bin baranê xwîneke germ ku bêhna dirîreşkan jê dihat, ji nav lêvên Huznayê herikî...
Dara çinarê kesk-bêkes(k) giriya.
Kemên dirîreşkan bêhna xwe firrandin.
Ava Kaniya Jêr şêlo-şêlo herikî...
Erê lê lê, lê Huznayê
Xwînşîrînê, çavsiyayê
Dil û cergê m’ tev heliyayê
Hawar gidiyê te Huznayê
_________________
* Ev çîrok pêşî bi zaravê Zazakî hatiye nivîsîn û li kovara Vate, di hejmara 15an de weşiyaye. Dû re, ji alî nivîskar ve ji bo Kurmancî hatiye wergerandin.