MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Ramanine Nemir: Ji Dostoyevskî
Îvan Turgenev: Rojnivîska mirovê nepêwîst
Voltaire: Felek -13-
Peyamine evînî


Rojnivîska Mirovê Nepêwîst -4-

Îvan Turgenev

ROJA 23. ADARÊ

Dîsan zivistan e. Berf gir dibare.

Nepêwîst, nepêdivî... Ax ew çi peyvek xweş e. Çend kûrtir li xwe vedikolim, hind baştir wateya vê peyvê fam dikim. Nepêwîst - belê, nepêwîst. Mirov nikare wê peyvê bo kesên din bi kar bîne. Mirov dikarin xerab bin, qenc bin, jîr bin, mejîreş bin, dilhebîn an dilreş bin lê ticarî nikarin nepêwîst bin... Bi gotinek din, tê bikoşin ji min fam bikin, dinya dikare bê wan mirovan jî hebe lê bêkêrî ne taybetmendiya wan a serekî ye, ne nîşaneya wan a herî berçav e û dema em basa wan dikin, serê pêşîn peyva "nepêwîst" nayê ser devê me. Lê ez... bo min tiştek din nikare bê gotin: ez nepêwîst im - û hew. Mirovek zêde me - û bes. Diyar e sirişt û xweristê hesaba hindê nekiribû ku ez dê peyda bibim lew ez mîna mêvanek venexwendî û dawetnekirî pêşwaz kirim. Ez dê bi rehetî basa xwe bikim bê ti core tehliyê... Ji xwe hertişt qewimiye û derbas bûye! Di hemî jiyana xwe de min dîtiye ku ciyê ez dixwazim girtî ye. Belkî ji ber ku ciyê ez lê digerim ne ew bûye yê ez lê digerîm.

Ez bişik, şermîn û enirî bûme mîna hemî nesax û nexweşan. Herwiha, dibe ji ber xweperestiya min a zêde be yan jî ji ber avaniya giyana min a biserneketî bi giştî bem di navbera hest û ramanên min de - û di navbera derbirina wan hest û ramanan de - astengek bêhûde, bêçare û dûraqilane hebûye. Û çi gava min xwestiye wê astengê ji rêya xwe vebidim, wê girêkê vebikim, dest û lepên min, dêm û rûyê min û hemî hebûna min ketine kelecaniyê û ez ne tenê nesiriştî û nexweristî xwiyabûme ku lê di rastiyê de jî nesiriştî û nexweristî bûme. Min bi xwe hest bi vê kelecaniyê kiriye û dîsan min xwe vekişandiye nav xwe. Û hingê di min de lehiyên nearamî û bêhedaniyê dest pê kirine. Min her tişta xwe ferisandiye û ji xwe re şirove kiriye, xwe û kesên din dane ber hev û miqayese kirine, min anîne bîra xwe aiwr, ken û girnij û peyv û gotinên wan mirovan ên ez li pêşberî wan tê koşîme bi ser xwe ve bêm, min hertişt wek kembax be hesibandiye, bi armanca xwe ya "mîna her kesek din be" kenîme - û di cî de, di nav ken re, ketime nav gola xeman, noqî kul û derdan bûme û dîsan min ji serî ve dest pê kiriye. Bi kurtî: jiyana min mîna çember û xirrxalekî bûye. Şev û roj min bi van pûnijên bijan lê bêber ve borandine. Kê bibêjin, ji qenciya xwe, ka ji min re bibêjin, ma mirovek wiha bo kê yan bo çi mifadar û bisûde ye? Mirovek wiha kêrî çi tê? Çima ev tê serê min, bo çi ez serê xwe dixwim û xwe dikirrînim, kî dizane? Kî heye ji min re bibêje?

werger: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1