MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Ramanine Nemir: Ji Dostoyevskî
Îvan Turgenev: Rojnivîska mirovê nepêwîst
Voltaire: Felek -13-
Peyamine evînî


FELEK -13-

Voltaire

XIII
RÛDANEK

Dema Sadiq li rêvingiya xwe ya Besrayê bû, qeşeyên stêran biryar dabû ku wî ceza bikin. Ji ber ku durr û micewer, zêr û zîvên wan bîjinan, ên ku dihatin sotin û şewitandin, bo wan qeşeyan diman, wan biryar da ku kêmtirîn cezayê li Sadiq bê birrîn ew e ku ew bi xwe bê şewitandin. Wan Sadiq bi hindê tawanbar kir ku wî gotinên nelirê û guneh li ser artêşa esmanî gotine. Wan delîl dijî wî anîn û sond xwarin ku wî gotiye ku stêr naxuricin deryayê. Van gotinan hemî dadger qehirandin û hema wan dê cilên xwe biçirrandina û biperritandina dema gotinên wiha yên gunehên giran û nayên bexişandin bihîstin. Û bêşik wan dê cilên xwe bidirrandina jî heke wan di xwe re bidîta bihayê wan ji Sadiq bistanda. Lê niha wan qehr û kerba xwe ya bijan tenê bi wê yekê şkand ku ferman da Sadiq bi agirek kiz û kêmgurrî bê sotin. Bêsûd bû hemî têkoşîna Setok bo parastina Sadiq; devê Setok jî hat girtin.

Wê bîjina ciwan a bi navê Almona, ku piştî filitîna ji bîjinsojiyê êdî pirr ji jiyanê hez dikir û spasdarî Sadiq bû, biryara xwe da ku wî biparêze. Wê nexşe û plana xwe di serê xwe de danî bê ku basa wê ji ti kesî re bike. Sotina Sadiq dê roja din bûya. Tenê wê şevê derfet û delîv hebû ku jinikê Sadiq xelas bikira. Wê karê xwe wek jinek hişmend û bexişende wiha bi cî anî:

Wê her reng gulav û sorav li xwe kir û bi her celeb zirrzirrok û pirrpirrokan xwe xemiland û çû ji serqeşeyê stêran tika kir ku bi nepenî û veşartî wî bibîne. Piştî ku ew û serqeşeyê stêran bi tenê man, wê ji vî kalepîrê bihagiran re got:

"Hêja û rêzdar kurê mezin ê Hirçê, birayê Gamêş, pismamê Seyê mezin (wek tê zanîn, ev nasnavên bihagiran ên vî serqeşeyî bûn), hatime hizûra te daku îtîraf bi şik û gumana xwe bikim. Pirr ditirsim ku min gunehek bêyom kiriye ku min xwe bo mêrê xwe yê pirrî bihadar nesotiye. Ma min çi maye? Tenê ev goştê xweranegir ku jixwe çilmisiye."

Bi van gotinan re wê zendên xwe ji bin huçkên xwe yên dirêj ên armûşî û hevrîşimî deranîn û zendên wê seyr û sosret bedew bûn.

"Tu bi xwe jî dibînî", wê got, "ku ev ne ti tişt in".

Serqeşe di dilê xwe de hest pê kir ku ew zend gelek bedew in: çavên wî wisan digot û devê wî jî ew rastî zeximand. Wî sond xwar ku di hemî jiyana xwe de zendên hind bedew bi çavên serê xwe nedîtibûn.

"Ah!" jinikê got. "Dibe zendên min ne mîna endamên din ên bedena min xerab bin. Lê jixwe tu jî dibînî ku gerdena min û bersîngên min nayên avahiyan."

Hingê wê sermestkertirîn paşilên xweristê dirûvandî deranîn. Sêvên geş û sor dê li ber wê mîna sêvên rizî û berxikên nûşûştî dê li ber wê zerikî bûna. Vê paxilê, wan çavên reş, ku agirek nermîn jî diçirisî, gep û alekên wê, ku têkildariya sor î erxewanî û spî yî şîrî bû, lêvên wê yên mîna mercanan ku bedewtirîn morîkên hemî Deryaya Erebistanê li pişt xwe vedişartin, van hemî şirînî û şepaliyan wisan kir ku yê pîremêr xwe bîstsalî bihesîne. Wî birdebirdek kir û diyar kir ku ew evîndarî jinikê ye. Hingê Almonayê, ku dît mêrik sermest bûye, jê tika kir ku li Sadiq bê rehmê.

"Ax, delala min!" pîretewtî jê re got. "Dixwazim bo xatirê te li wî bêm rehmê lê dîsan jî bêmifa ye çimkî îmze û şanenava sê hevpîşeyên din jî pêdivî ye."

"De ka tu îmze bike!" Almonayê got.

"Bi şanazî ez ê îmze bikim", serqeşe got, "lê divê tu xelata wê kirina min bî."

"Bo min jî şanazî ye", Almonayê got. "Hema ku roj ava bû û stêr hilhatin, tu were odeya min daku min li nav nivînên sorgulî bibînî û ez a te me, bi dilê xwe bike."

Perrê îmzekirî di destan de, ew çû û pîremêr bi hizir û texdîrên wî yên evînî û şikên li ser taqet û şiyana wî ve hişt. Mêrik roja xwe bi xweşûştinê û bi vexwarina vexwirakek ji darçîna seylonî û biharatên bihagiran çêkirî ve borand û bi bêsebrî bendewarî avabûna rojê û hilhatina stêran bû.

Di wê navberê re Almona çû nik qeşeyek din. Wî got ku roj, heyv û hemî ronahiyên esman li hemberî şepaliyên wê tenê agirên kiz û kêmçirûsk in. Almonayê ji wî jî heman tişt xwest û qeşe jî heman xelat hêvî kir. Wê qaşo bertîl pejirand û ji wî re jî demek hevdîtinê diyar kir. Ji wir jî çû cem qeşeyê sêyem û yê çarem , ji wan jî îmze û şanenav wergirt û biryara hevdîtinek evînî bi wan re jî da.

Dûre wê qaşo bo tiştek giring dadger vexwendin cem xwe. Ew hatin. Wê her çar îmze nîşanî wan dan û jê re diyar kir ka qeşeyan bi çi bertîlê rehm û dilovanî bi Sadiq biriye. Her yek ji qeşeyan li dema xwe hat û pirr ecêbgirtî û mat man dema hevpîşeyên xwe û herwiha dadger jî li wir dîtin û şermezar bûn.

Sadiq sitirî, û Setok hind ji jîriya Almonayê sermest bû ku ew kir jina xwe.

Wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1