MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Ramanine Nemir: Ji Dostoyevskî
Îvan Turgenev: Rojnivîska mirovê nepêwîst
Voltaire: Felek -13-
Peyamine evînî


Ji Fyodor Dostoyevskî

Ramanine Nemir

Bi van kul û derdan razî be û xwe li ber wan bigire, û dê dilê te rehet bibe û tu dê tê bigihî ku tu bi xwe jî tewankar û gunehkar î çimkî te dikarî wek kesek bi tenê jî yê bêguneh ronahiyê nîşanî xerabîkeran bidî lê te wisan nekir. Heke te bikira ronahî, te dê bi ronahiya xwe rêya yên din jî geş û ron bikira, û wî, yê xerabî kir, dê belkî ew li ber ronahiya te nekira. Û heke te kir ronahî lê dîsan jî te dît ku mirov hema bi ronahiya te jî ji xerabîkirinê xelas nabin, xurt û xweragir be û ji ronahiya esmanî bêhêvî nemîne; bawer bike ku tevî niha xelas nebûn jî, dê carek bê xelas bibin. Û heke hingê jî xelas nebûn, kurên wan dê xelas bibin çimkî ronahiya te namire tevî ku tu miribî jî. Yê dadmend û adil diçe lê ronahiya wî dimîne. Xelasbûn heye - ta mirina yê xelas bibe.

Mirov nehînî ye. Divê ew nehînî bê ron- û zelalkirin, û heke hemî jiyana xwe gorî û qurbanî diyarkirina wê bikî, nebêje ku te dema xwe pûç borandiye. Ez ê li ser wê nehîniyê kûr bibim çimkî dixwazim mirov bim.

Ji her ramanek bilîmet an nû ya di serê kesekî de çêdibe hertim tiştek jê dimîne ku bi ti awayî nikare raberî kesên din bê kirin tevî ku hûn pirtûkên stûr û qalind jî li ser binivîsin û wê ramana xwe sî û pênc salan jî şirove bikin; dê dîsan jî tiştek bimîne ku bi ti awayî razî nabe ku ji mejiyê we derbikeve û dê her û her bi we re bimîne loma hûn ê bimirin jî bê ku hûn ramana xwe ya belkî ji hemiyan giringtir e negotî bihêlin.

Diyar e hin rû hene ku hertim, her car ku hûn dibînin, tiştek nû bi xwe re tînin ku we ta hingê nedîtiye tevî ku we bi sedan car hev dîtibe jî.

Çendî seyr û ecêb e ku çendî hizir û bîrên ne pirr giring hingê tên bîra mirov dema mirov ji dil ji bûyereê bêzar û şerpeze bûye ku mirov dibêje dê hemî hizir û bîrên din ji bîra mirov bibe - lê berevajî hindê, hemiyan li mirov vedigerîne.

Hin bîranînên bijan hene ku mirov pirr tengezar dikin; hema her kesî bîranînên wisan hene lê wan ji bîr dike. Lê carinan ew dîsan di cî de tên bîra mirov - hema piçek jî ji wan - lê êdî bi ti awayî nikarin bên verevandin û jibîrkirin.

Ne dikarim û ne jî dixwazim bawer bikim ku xerabî rewşa normal û sirûştî ya mirovan e.

Hema ji min re wisan dixwiye ku mirov herî baş dikare wiha bê ravekirin: heyberek dupê û bêminet.

Zêdeyî hezar caran mat û ecêbgirtî mame ku çawan ev mirov dikare di giyanê xwe de berztirîn pakiyê û rûreştirîn dilreşiyê mil bi mil bi hev re biparêze - û bi dilpakî jî.

Di bîra her mirovekî de gelek tişt hene ku naxwaze diyar bike, herî zêde dostên xwe jê agadar dike. Herwiha hin tişt hene ku ew naxwaze ji dostên xwe re jî bibêje, tenê ji xwe re dibêje û hingê jî tenê ji dizîkî ve. Û dîsan hin tişt henek ku mirov newêre ji xwe re jî diyar bike, û her camêrekî komek mezin ji wan tiştan hene.

Tê gotin ku mirov mîna heywanan hov û zalim in. Lê ev gotin neheqiyek mezin e li heywanan: heywan ticarî nikarin mîna mirovan hov û zalim bin, nikarin wisan bi hunerî, bi şarezayî hov û zalim bin.

Bê dilek pak zanîn û haydariya birêkûpêk rast çênabe.

Îdeolojî diguherin, dil her wek xwe dimîne.

Ramanên gewre û mezin pirrî caran ne ji mejî lê ji dil in.

Ketin dildarî û azwerî û îhtirasê pirrî caran kembaxtir e ji ketin zindanê.

Heke bixwazî bikarî hemî dinyayê, bikare xwe.

Dem e ku em dev ji tewanbar- û gunehbarkirina derdorî xwe berbidin û hew bibêjin ku ew me dimeriçîne û diperçiqîne. Erê derdorê me dikare gelek tiştan di dev û difinê me re derbîne û me bizirviçîne lê bêguman ne bi temamî. Lê hin babegîd hene ku pirr bi hinêrî û şarezayî kêmasî û nezaniya xwe bi behaneya tewanbariya derdorê vedişêrin, bi taybetî jî ew kes ên xweşik dizanin bipeyivin an binivîsin.

Pirrî car rastî negengaz û nemimkin dixwiye.

Mirov … amade ye ji qestan rastiyê xwehr bike, amade ye çavên xwe bimiçîne û guhên xwe bigire tenê daku berevanî û parastina baweriya xwe bike.

Ta ji we bê, rê nedin derewan, ti celeb derewan, bi taybetî jî derewkirina ji xwe re.

Di bin gulan ve gelek caran mar veşartî ye.

Mirov belkî kirêt be lê dîsan jî bi jîriya xwe, hestên xwe yên bihêz û rabûn û rûniştina xwe spehî be.

Her mirov hilgirê tewanbariya her mirovî ye tevî ku guneh ên kesek din bin jî… Û dema mirov di vê ramanê bigihin, hingê dinya dê bibe biheşt, ne di xeyalan lê di rastiyê de.

Ji berî mirovekî mehkûm bikî, mijarê nas bike.

Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1