Xelata Nobel di warê Wêjeyê de 2002 bo
Imre Kertész
Xelata Nobel di warê Wêjeyê de 2002 li nivîskarê macarî (magyar, hungarî) Imre Kertész tê bexişandin
"bo nivîsîna wî ku hestên nazik ên kesîn dijî kêfiya hovane ya dîrokê diparêze".
Di nivîsîna xwe de Imre Kertész li gengaziyên domandinê digere daku bijî û bifikire wek takekes di serdemekê de ku bindestiya mirovan li ber darê hêzên civakî gelekî dijwar e. Berhemên wî bêwestan li bûyera çareserdêr a jiyana wî vedigerin: li heyama wî li Auschwitzê borandî ku ew di xortaniya xwe de, di dema çewisandina naziyan li ser cihûyên Macaristanê, neçarî wir hatibû kirin. Bo wî Auschwitz ne rûdanek awarte ye ku mîna xerîbekî be ku li derî dîroka asayî ya Ewropaya Rojava pêk hatibe. Ew rastiyek jênager û bê virde-wirde ye di warê rezîlkirina mirovan de di dîroka nûjen de.
Romana pêşîn a Kertész, Sostalangság (Bêfelek), 1975, li ser Kövesê xort e, ku tê girtin û neçar dimîne li kempa civandinî bimîne lê xwe diguncîne rewşê û sax dimîne. Roman alava jêxerîbiyê bi kar tîne û jiyana kempê çawan e, wisan ravedike, jiyanek rojane ya wê digire ber çav, ya bêguman bi şert û mercên dijwar e lê ne bê bîskên dilşadiyê ye. Köves bûyeran bi çavê zarokekî dibîne bê ku bi temamî di wan bigihe û bê ku bûyer li ber wî nesirûştî yan bêhedan bin – ew ne xwedî bersivên me yên amade ye. Pêewletiya hejînerk a ravekirinê belkî ji wê heman nebûna hîmên silekiya rewiştî yan şermezarkirinek metafîzîkî tê serekaniya xwe digire ku kirde (subjekt) hewarê bo dike. Xwendevan ne tenê pêrgî stemkariya cinaweriyan tê lê herwiha hindê wê rastî wê bêfikiriya bicîanînê jî. Hem tewankar û hem jî gorî (qurban) bi pirsgirêkên rojane yên bêçare ve mijûl dibin, pirsgirêkên mezin nîn in. Peyama Kertész ew e ku jiyan xweguncandina rewşê ye. Bikêrhatiniya girtiyan bo guncîna li gel şert û şirûtên Auschwitzê encamek heman rêbazê ye ku îfadeyê di hevjîna rojane ya mirovan de dibîne.
Bi vê ramanê, nivîskar dibe hemfikirê rêbazek felsefeyî ku tê de jiyan û canê mirovan dijmin in. Di Kaddis a meg nem születetett gyermekért (Lavayek bo Zarokek Newelidî), 1990, de Kertész dîmenek hevreng neyînî ji jiyana zaroktî pêşkêş dike û ji vê pêşdîrokê hestek nakok vedikêşe ku pê hest dike ku kempa civandinî mala wî ye. Ew şiroveya xwe ya hebûnî ya bêdawî bi hindê dikemilîne ku evînê wek berztirîn asta xweguncandiniyê – radestbûna temam li ser wê baweriyê ku çawan be jî divê mirov xwe rabigire – ravedike. Bo Kertész dîmensiyona ruhanî ya mirov li ser neşiyana wî ya guncîna jînê ye. Tecrûbeya takekesî bêkêr dixwiye dema bi çavê pêdivî û berjewendiyên hevpar ên mirovan lê bê nerîn.
Di berhevoka wî ya parçeyî Gályanapló (Rojnivîska Keştiyê), 1992, de Kertész hemî gewretiya xwe ya ronakbîrî destnîşan dike. ”Stûvandinên teorî tenê avanî (konstraksiyon) in”, ew dinivîse, lê dîsan jî dikeve diyalogek bêwestan li gel rêbaza mezin a rexneya çandeyî – Pascal, Goethe, Schoppenhauer, Nietzsche, Kafka, Camus, Beckett, Bernhard. Di rastiyê de, Imre Kertész kêmaniyek e ku ji kesekî pêk tê. Ew lêzimiya xwe bi konsepta cihûyan re wek navek dijminan li wî kirî dihesibîne. Lê di van encaman re ev sinifandina kêfî dîsan jî bûye destpêkek bo kûrtirîn haydariya ji mirovatiyê û serdema ew lê dijî.
Romanên piştî Sostalanság, 1975, A kudarc (Têkil), 1988, û Kaddis a meg nem születetett gyermekért, dikarin hema wek şirove û lêzêdekên berhema bingehîn bin. Dema nivîskar bendewarî redbûna romana rastîn e, romana li ser Auschwitzê, ew ê pîr dibe rojên xwe diborîne bi nivîsîna romanek hemçerx a bi şêwaza Kafka, ravekirinek klostrofobiyane li ser Rojhilata Ewropayê ya sosyalîst. Li dawiyê ew tê agadarkirin ku pirtûka wî, tevî her tiştî jî, dê bê weşandin lê tişta ew dikare hest pê bike tenê valetî ye. Bi belavkirinê li bazara wêjeyî, kesatiya wî bûye bireserek (objektek), nehîniyên wî bûne nekubar.
Ev redkirina lihevhatin û kompromîskirinê di rewşa Kertész de dikare bi zelalî di şewaza wî de bê dîtin ku dişibe tiraşek mişt-dagirtî û têrstrî ye bo mêvanên bêşik. Lê ew barê xwendevanên xwe ji hestên zerûrî sivik dike û hanî (teşwîqî) azadiyek tekkesî ya ramanan dike.