MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 32, rezber 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Sedat Yurtdaş: Halelûya!
Îvan Turgenev: Rojnivîska mirovê nepêwîst
Voltaire: Felek


Rojnivîska Mirovê Nepêwîst

Îvan Turgenev
(1818-1883)

GUNDÊ OVEÇYÎ VODÎ
ROJA 20. ADARÊ 18..

Bijîşk aniha ji cem min derket. Dawiya dawîn tiştek ji min re zelal bû! Piştî ku têr xwe ragirt û gîro kir, dîsan jî nikarî rastiyê nebêje. Belê, ez ê di nêz de bimirim, pirr di nêz de. Çem û robar ji qeşa û qeriseyan azad û rizgar dibin û diyar e ku ez ê jî bi berfên dawîn re biherikim û biçim. Kû de? Xwedê dizane! Herwiha deryayê jî. Lê ma çi ye! Heke divê mirov her bimire, hema bila li biharê bimire. Lê ma ne tiştek entîke û tinazî û kenawer e ku mirov belkî du hefteyan berî mirina xwe dest bi nivîsîna rojnivîskê bike? Lê bi rastî ma çima entîke û tinazî be? Ma çima çardeh roj ji çardeh salan an çardeh sedsalan kêmtir giring bin? Tê gotin ku li ber herherî û ebediyê her tişt ne ti tişt e lê jixwe hingê ebedî bi xwe jî ne ti tişt e. Min hay jê heye ku radestî zimandirêjiyê dibim - ma ez ditirsim? Baştir e ku tiştekî bibêjim. Li derve şil û ba ye, û li min hatiye qedexekirin ku derbikevim. Gelo ez çi bibêjim? Mirovên xweragir û maqûl basa nesaxiyên xwe nakin; herçi lihevanîna çîrokan e jî, ne karê min e, ne wisan; min şiyan û taqeta bîr û ramanên berz û bala jî nîn in; salixdana derdora min jî bala min nakişîne û min nacoşîne. Lê ne xweş e ku betal bim, dilê min naçe xwendinê jî. Ma gelo dê çawan be heke ez çîroka jiyana xwe ji xwe re bibêjim! Gelekî baş e! Ji berî mirinê ew gelekî li cî ye û bawer nakim ku kesekî bixeyidîne û sil bike jî. Loma ez ê dest pê bikim.

Derdorî sî sal berî niha ez li malbatek têra xwe zengîn û dewlemend a xwedîerd hatim dinyayê. Bavê min dildarî qumarlîstinê bû. Diya min jinek xwedî rewş û rewişt bû, jinek bi rastî qenc bû. Min jinek din nas nekiriye ya ku bi qasî wê qencîkirinê jê re kêfxweşî û dilşadî anîbe. Ew di bin barê qencbûna xwe de dinalî û, ji xwe dest pê bike, her kes bi wî barê xwe diêşand. Di jiyana xwe ya pêncî salan de ew bîskekê jî nedisekinî, bêhna xwe venedikir, hertim mijûl û destbişol bû mîna mêrî û gêrikan - lê berevajî wan, wê tiştek bisûde û mifadar bi dest nedixist. Kirmê di wê de bi şev û roj ew rehet nedihişt. Tenê carekê min ew rehet û aram dît, ew jî roja piştî mirina wê bû, di tabûtê de. Lê dema min lê nerî, min hest pê kir ku ji rûyê wê matmanek dixwiya; lêvên nîvvekirî, gep û alekên dewisî û çavên nerm î bêliv wiha digotin: "Ax, çendî xweş e ku mirov bêliv paldayî be!" Belê, baş e, erê baş e ku mirov dawiya dawîn ji hesta hebûna nearam xelas bibe! Lê jixwe niha pirs ne li ser wê yekê ye.

Zarokiya min reş û tarî bû. Diya min û bavê min herduyan ji min hez dikir lê wê yekê jî rewşa min sivik nedikir. Bavo di mala xwe de ne xwedî ti hêz bû û wek mirov jî bêwate bû çimkî wî bi aşkerayî xwe radestî qumara şerm û ya mirov diruxîne dikir. Wî îtîraf bi wê xerabiya xwe dikir lê nedikarî dev ji wê mijûliya xwe xweşdivî berbide loma wî bi sernermî û serşorrî dixwest li malê bêdeng be daku hêjayî jina xwe ya nimûne be. Dayika delal jî barê bextreşiya xwe hildigirt û gelekî bêhnfireh bû û ev bêhnfirehiya wê jî bi pozbilindiyê dagirtî bû. Wê ti carî mêrê xwe lome nedikir, bê gotinekê jî bibêje wê pareyên xwe yên heyî jî didan wî û deynên wî eda dikirin; bavo jî hem li nik dayikê û hem jî li pişt guhê wê pirr pesnê wê dida lê sebirê wî li malê nedihat, û hema nêzî min jî nedibû, mîna bawer bike ku dê min jî wek xwe biherimîne. Lê ji dirûvên rûyê wî yên xwarbûyî qencîxwaziyek wisan radifûrî, kenê wî yê germ î nearam wisan diguherî bişirînek bibandor, ji çavên qehweyî yên bi qirmiçokên delal dorgirtî evîn û hezkirinek wisan ditîrêjî ku neçar dimam gep û alekên xwe pal bidim gep û alekên wî yên bi rondik û hêsir û firmêskan şil- û germbûyî. Min ew rondik bi desmala xwe paqij kirin lê dîsan ew diherikîn, mîna av ji şûşeyek zêde dagirtî. Min dest bi girînê dikir û wî ez aşt dikirim, pişta min diperixand, bi lêvên xwe yên recifok rûyê min dimaçand. Zêdeyî bîst salan di ser mirina wî re derbas bûne lê hê niha jî dema bavê min ê reben tê bîra min, kinekinên girîn di gewriya min re dixetimin û dilê min hindî bi tirş û tehlî lê dide û şewatek tijîjan wî diperritîne, mîna ku dibê qey ew dê hê gelekî sax bimîne û bikare bişewite!

Herçi diya min bû, wê herdem bi heman awayî li min dinerî, bi xweşmirovî lê ne bi nermî. Di pirtûkên zarokan de gelek dayikên mîna wê hene, biexlaq û dadperwer. Wê ji min hez dikir lê min ji wê hez nedikir. Belê, tam wisan! Dayika min a qenc ji min re xerîb bû û min bi coşî ji bavê xwe yê gunehkar hez dikir.

Lê êdî bo îro bes e. Min dest pê kiriye û êdî ez ji dawiyê natirsim, çawan jî be. Nesaxiya min dê wê bi cî bîne.

(Dê bidome)

werger: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1