Ne hêsan bû. Lê tu çareyek min jî nema bû. Kî di şûna min de bûya, wî yê jî eynî tişt bikiraya. Ya min ê kumê bêxîretîyê; kumê bêolîyê, kumê bênamûsîyê bidaya serê xwe û di cihê rihet de, bele heq û bele sebep, di vî emrê xwe de bûbûma minafiqek, muşrikek, kafirek û li qûn runiştama, yan jî divê min biryarek bida!
Ma çima çi bûbû ku min ê di vê dawîya emrê xwe de cilla xwe bi destê xwe li cahnimê raxistaya! Ez bêgav mabûm. Na! Tu rê nemabû. Ne mimkûn bû ku welê jî bimeşîya.
Min pirr jê re got. Ne carek ne dudo ne sisê, ne deh û ne jî sed...
Ma min bi tenê...
Dêya wî, xwişk û birayên wî, xwezûr û xwesî, ap û amoj, xal û xaloj; pismam û dotmam, heval, hogir, nas, nenas û xerîwên heftê bavî...
Hima herkesî di taxa xwe re jê re got. Lê wî fillehî tu li gotina kesekî nenihêrî û qisên tu kesekî nekir serê xwe. Ya xwe, bi biryarî domand.
Lê ez fêhm nakim ku ev lawuk çawa welê herrimî. Wa bû mişk û ket nava parîyê me!..
Zanîna ku ez dizanim, dêya wî ya feqîra belengaz di halê xwe de, bi nimêj bi avdaz, bi dia bi tizbî û bi rocî... Xwedê gunehê wê neke hustîyê min, Welleh, ne ku ew pîreka mine ez loma dibêjim, lê wê cuhanikê di jîyana xwe de tu xiltî nekirîye. Ew bixwe ne li vira ye, lê Xwedayê wê di ser me re ye. Zarokên dina çiqas ji pişta minin, ew kafir jî ewqas ji pişta mine. Lê wî şîr heramî çima wanî kir, ez qet pê dernaxim.
Min çi guneh kiribû ku Xwedê ev bela derxist pêşîya min. Min bi kê, çi xerabîyek nedîtî kir ku heyfa wî ji min tê sitandin. De ka ez nizanim ku ez rêya xwe ya xwarbûyî çawa rast bikim. De were were!..
Qey tiştê ku mirov bi carekê jê bitirse; xwe jê biparêze ew tişt di dawîya dawîde diqewûme; tê serê mirov?
Ez heft heşt salî bûm. Mala me hîn li gund bû. Diçûm ber kar û berxan. Lê car caran jî bavên min ez dişandim ber destê xoceyê gund û wî jî elifbê dida ber me. Xwedê rehma xwe lê bike. Piştî heft-heşt salan şunda çu ser dilovanîya xwe. Wî wê çaxê, di nava derseke de, nizanim mijar çi bû, lê hima bi carekê de got;
“Her gîya li ser rêçika xwe şîn tê”.
Hûn dizanin, mirov ji hinek tiştan bawer nake! Ez bim ez ê jî, jê têkevim şikê. Lê bi wê paqijîya zaroktîya xwe, bi wî dilê xwe yê saf, min ji wê gotinê çiqas hez kir. Hew bê bes! Bi wê gotina goyendayan dilê min çawa fireh bû ku min ew gotin çendik û caran di hundurê xwe de dubare kir. Mîna diayekê, mîna werdekê, mîna hêvîyekê. Bi wê gotinê re xweşbînîyek aşkere li nava heşe min, di nava dilê min de belav bû. Pê ewle bûm. Min jê hêz wergirt. Bi xweşbînîyekê mişt tije dibûm.
Lê bextewarîya mina bi vê gotinê pirr zêde neajot. Bi çend roj şunde, xoceyê min û te, dîsa di nava dersekê de, hima ji nedîda, îcomê got;
“Ji pelîya welî û ji welîya jî pelî dikeve!”.
Xwedê heq û şahide, bi bibihîstina vê gotinê re ez veciniqîm. Wa eynî ji cîhê xwe holî ser xwe bûm. La ilahe illellah!.. Ya Rebbî ev çi bû? Tu were ji xwe re li vî şuxûlî binêre. Ez sar bûm, bi hemdê xwe ve sekinîm. Ev gotin çiqas bi min nexweş hat. Dilê min çawa li hev ket. Ewlebûna min çawa hejîya! Reşbînîyêk çawa li ser heşê min belav bû. Rengê min guherî!
Min di hundurê xwe de, bêyî ku êdî li Xoce xwe guhdarîbikim, herdu gotin dane ber hev. Dor bi dor dubare kirin. Tereddut tune bû, ku ger gotina yekemîn rast biba yê duwemîn nerast bû; ger yê duwemîn rast biba yê yekemîn...
“Xwezîka ev gotin nehatibaya gotin.”
Lê hatibû gotin!.
“Xwezîka min nebihîstaya!”
Lê min bihîstibû!
Hêna jî dibêjim, xweska wê rojê lingên min di nîvê xwe de qît bûbûya û bişikîya û ez neçûbûyama dersê û min ew gotin nebihîstaya.
Hêna wê gavê, bi sehkirina gotina dudoyan re xofek nehênî kete nava dilê min. Min ji wê rojê û vir ve her çi çax li kêrê ji wan gotina yek bihîst, ku yê din jî dianî bêrîya min, bû gurpe gurpa dilê min û tama devê min aşkere tahl bû.
De ka ez ji ber çi wê gavê welê difikirîyam û ez hêna jî welê difikirim, nizanim. Lê di quncikekê fetlokên mejî yê min de tirsa roja ewulî, îro jî zindî ye. Mîna ku min dizanî bû wê rojeke ew gotin derkeve ser rêya min û bibe enînivîsa min a reş.
Vêga jî diramim ku, heyf mixabin herdu gotin jî ji hevdu rasttirin! Li gorî min, weka ku ez li ser rêça bavê xwe yê mumîn şîn bêm û mîna ku lawê min ê rezîl jî weka “pelî”yekî ji min bikeve. Ji ber vê yeke min biryara xwe da!..
Ez çi bikim?
Ez du cara li ser hev çûme mala Xwedê. Min ew erdên pîroz tewaf kirine. Bawer bikin ku dimin de tu xerabî û tu hestên neçê nemane. Ez herdu caran jî, heft carên xwe li dora Mekkeya munevver doş bûme. Min wecê xwe li Hacer-ûl Eswet daye. Min li ser Arafê quçên nîyetê ava kirîye. Min ne bi tenê gunehên xwe, min hêsir li ser wan erdan barandine. Min şeytan ricimandîye. Min şaşik daye serê xwe. Waye li serê min. Min rêhê xwe ku êdî tevda sipîye, dirêj kirîye; ez bûme sofîyek, mûmînek, mûrîdek xêrxwazek, hecîyek bi rêk û pêk. Waxtek nimêjê, rojek rocîyê bi serê min e. Ev bi salana ku ez ne çûme qahweyekê, destê min bi kaxizan nebûye. Min tu li tiştekî heram nenihêrîye, dilê min nebijîyaye yeka nemheram. Bi serê min û bi serê zarîyên min, min tu xirabî bi kesekî nekirîye. Lê mixabin min nedikarîbû ku lawê min ê ku ji canê min, ji xwîna min, ji pişta min e, li ber çavên min rasta rast bibe gawûrek, bibe doqoyek û ji der dorê xwe re, ji dînê Mihemed re bibe dijminek!
Xwedayo tu çêbikî!..
***
Jibo min jî ne hêsan bû. Lê tu kesek nizane ku ez ketim tengasîyek çawa nexweş; giran, reş. Hîn jî, ku dema tê bêrîya min, canê min bêtarîf pê diêşê. Çavên min reş ve diçin! Ji xwe hêrs dibim. Ji mirovahîya xwe, ji kesayetîya xwe durdikevim.
Lê ez çi bikim?
Mîna ku her cara ku dêya min ji Xwedê Teala nîyaz dike, bila bela wî, ji ber lingên wî rabe!
De hûn nizanin! Ma ka wî zalimî tu rû û rûmet bimere hişt! Ka em weka berê dikarin derkevin nava milletê, di civatan de rabin-runin, xweş-bêş bikin, bikenin!
Na!.. Welleh na!.. Bîlleh na!..
Wî em tev bi hevra kirin pêkenînên xelkê. Em ji qîmetta xistin, serê me xiste ber me. Em rûswa kirin. Lewra di dawîya dawîyê de, min jî guh da gotinên rusipîyan; biryara malbatê, biryara bavê xwe; yanê, guh da emrê dînê me yê pîroz!..
Ez jî dizanim, ew birayê minê mezin û nixûrîyê dê û bavê me ye. Di navîna me de bi tenê du sal heye û em bihevre mezin bûne. Me di eynî hevşoyî de kirasên li ser xwe çirrandine. Çûne ber golikan. Di eynî sêrgoyî de bi kapan listîye. Havîna di taldeyen de zivistana jî di eynî berberojkan de, bi hekan, bi gogê bi dakan lîstîye. Li ser erdan birrê; li neval û gelîya seyd kirîye.
Kes wî bi qasî min nasnake. Em bi ruhê hevdu dizanin. Dizanim ku ew kesekî dil pak, dil tenik lê pirr û pirr jî jar e. Zatî ji ber vê yekê her carê xwe dide rexekî, xwe nezî hineka dike û bi wan re dilive. Lewra kalê me yê rehmetî carekî jê re gotibû “Singê nava kayê!”
Di serê ewûlî de, hîn mala me nûh hatibû bajêr, çû nik welatparêzan. Şev û roj bi wan re rabû runişt, girt û da. Çavên wî bêyî wana kesek nedidît. Ji bo wî, mîna ku dinya qul be û ew bi tenê tê re hatibin. Êdî welê bûbû ku hinek şevan nedihat malê. Lê dema kû êrîşê bê ser û ber destpêkirin. Ne got rojnamevan, ne got nivîskar, ne got belavkêr, ne got naşî-yextîyar, xwe hêdî hêdî bi şunda kişand. Li gorî xwe hinek sedem jî dît û li pêy hev rêz kir.
“Ma ka mîna wan dibe? Em çiqas xîret bikin, bişuxûlin, çavê xwe jî derxin, ji bûyêrekê herîn yekî din, li pêy nuçeyekê herin nuçeyekî din û ji westa zimanê me jî derkeve derve, jî tîna dev û lêvê me jî zuha bibe, ji birçîna zikê me bike qure qur jî, li gorî wan bi kêrî tiştekê nayê. Herkes encax bi mirinê re tê te teqdîrkirin! Ez êdî naherim!”
Got û neçû. Çend caran hatên pêy wî, li mal û li derve gelek caran bi hevdure axifîn lê careki din neçû cem wan.
Zatî hima hima di wan deman de bû, rîkoyên xweneşûştî hêdî hêdî derdiketin holê. Berê di çalakîyên darebe girtinan de, darabeyên xwe negirtin. Dûra, him dikanên xwe vekirî hiştin û him jî hinek kasetên olî yê cîhadê dane ser teyîbên xwe û bi dengê bilind lêdan. Demekê şunda jî dest bi erîşên ser welatparêzan kirin. Di destpêkê de, bi tenê bi kêr û satoran erîş dibirin ser wan. Lê çend meh şunda êdî mêrkujên wan, “tetikçî”yên wan derketin holê. Êdî welê bû bû ku roja ku li bajarekî an li navçeyêkê bûyêrek neqewûmîya tûne bû. Roj bê kuştin, bê mirin, bê lihevxistin nedibûhurîn. Hinek rojan heye ku deh kes li erdê dixistin. Êdî wer bûbû ku kes ne diçû ser meyîtê kesekî. Term carina bi saetan li erde, li cîhê erîşê diman. Hinek cinaze bi tenê bi tevlî bûna kesên malbatê re binerd dibûn. Civat mîna ku bi saxî ketibe gorê. Kesî nediwêrî bû ku li kesîkî din bipirse. Serlêdana sersaxîyê jî ji holê rabû bû bû.
Kekê min û te eynî di wan dema de zewûcî û mala xwe bir nik mala xwezuranên xwe. Demekê bê jin û mala xwe guhê xwe neda tu tiştekî. Hima bibêjin, em tev ji bîra kirin. Lê li wêrêjî, ji ber ku berê di rojnameyan welatparêzan de xebitîbû tahm tê nedanê. Li dorê çûn û hatin. Tirs lê firandin. Gef lê xwarin. Heya ku haya me jê çêbû êdî rasta rast ketibû navnîşên wan êmirinê. Li ser vê yekê ez û pismamekî xwe çendekê çûn hinda wî, lê me mêzekir ku rewş gelek xirabe. Me ew jin û lawê wî yê pêçekê, tevlî mala wî girt û ji wêrê anî bajarê ku em lêne. Me nêzî mala xwe jê re xanîyek kirê kir û ew bi cîh kir.
Di wê navberê de, me dît ku kekê min ê hêca, limêja xwe ya ku bi salan dev jê berdabû bi carekî din dest pê kiriyê. Li ser vê rewşa xwe jî, carekî din bû berdilkê bavê min.
Bi vî halî çend salên malkambax dane pêy hev. Gelek law û keçên bav û dêyan di çol û çîyan, deşt û zozan, gelî û şikeftan da; hatine kuştin, mirin, birîndar bûn û hatine girtin. Hinekan li ber xwe dan, lê hinekan jî bi xwe de berda; lixwe mûkurîn. Ji wana hinekan tew qîma xwe bi mukûrînan jî neanîn û bûne qesasên hevalên xwe, piştgirîyên xwe, nas û malbatên xwe.
Di wan dema de li seranserê welêt, şop li nava hev ketin û tevlîhevîyen nedîtî çêbûn. Birayê min delal jî mêzekir ku rewş xetere û nameşê, jin zarok û mala xwe girt û berê xwe da bajarê sereke yê welatê deryayê.
Li du barkirina wî re bi qasî sal û nîvekê me hev û du nedît. Hew, car caran me bi telefonê halê hev dipirsî, ji hev û du haydar dibûn. Lewra gava me di derheqê wî de hinek tiştin tore bihîstin, du salê wî li qedandinê bû. Dîsa jî me berê di ser guhên xwe re avêt.
Ma eceb bû ku birayê me yê bi limêj û bi avdaz dest ji dînê Mihemed berbidaya?
Me bi, kurûpistan bawer nekir. Lê herçî ku diçû xeberdan zêde dibûn. Me mêzekir ku na, nabê. Carekî din ez û pismamê xwe, me da rê û em çûne cem wî. Li dora wî çûn û hatin, me jê pirsî û nerî ku erê... Me baş fêhm kir ku tiştê ku di derheqê wî de dihatin gotin tev rastbûn.
Em şaş û fahş man! Me ne dizanî bû ku em çi bikin. Me belkî bi dehan cara bi malbata xwe, xasimo bi bavê min re axifîn. Di vê navberê de bi qasî bîst rojkî derbas bû. Me û wî her rojên Xwedê da ber hev. Lê wî zalimê zalim ji a xwe nehat xwar. Me çer kir, çilo kir nehat rê. Di dawîya dawîyê de bi biryara malbatê, me ew tevli zarîyên wî û mala wî avêt ser kamyonekê û me ew carekî din bi şunda, ber bi bajarê xwe ve anî.
Lê wî yeka xwe nikir dudo. A li ser van bûyêran, malbatê jî ji bo cezadayîna wî biryar girt. Û peywira bi cîh anîna jî dane min.
Bavê min ê sofî, ku bi destê xwe, bi çavên xwe yê hêsir tije demança çardexur da min weha got:
“Nebî nebî tu berîya derb berdanê ji bîra bikî, ku sê caran wî vexwînî ser Dînê Mihemed! Sellî Ela Seyyîdîna Mihemmed.”
***
Weyla!..
Bext û text tûneye!
Bi tenê ez û Xwedayê jorin dizanin ku min çi kişand û ez çi dikişînîm!
Her çiqas ku birayê min, gotina kalê me yê rehmetî, “Singê nava kayê!” bi bîr tîne û min pê diwesfîne jî, ji heman kesî bêhtir birayê min dizane ku ew gotin bi tenê carekê hatîye gotin û ne raste. Ji vira û heta mala Xwedê ew gotin bi min ve naşibe. Ew jî baş dizane ku ez singê nava zinara me. Lê mixabin ez gerrokekî aramîyê, gerrokêkî dilpakîyê me... Min daye pêy bêdengîyê, zelalîyê, safîyê. Min daye pêy ronkayîya dil; min daye pêy xewnên zaroktîya xwe û di wê şopê de, hêdî hêdî dimeşim. Lewra ez îro di pêy gelek geremolan, şîpan, bahozan re haş bûme; şa bûme; bextîyar û bi xweşbînî me.
Bila dev ji min berdin. Ez ji wan tiştekî naxwazim. Ne çê, ne jî neçê! Bila, min tun-ne; bila min mirî, bila min nebûyî hesab bikin. Lê na!.. Sed car bi navê Xwedê bi navê Xwedê na!.
A ku wan anîye serê min, dijmin nayînin serê dijminan. De ka ez hima çend tiştan bibêjim ku hûn jî, guhdarî û bawer bikin.
Dema malbatê ez û xanima min û herdu zarokên me, mîna hêsîran, ji bajarê deryayê bi zora gurmist û çoyan anîtin vî bajarî, dinya li serê min tarî bû. Wan bi çavên serê xwe jî dîtin ku, li wêrê, karekî min, qezenca min, heval û hogirên min, olbendên min bê kêmanî hebûn. Tu tahdeyeke min digihîşt wan. Nan û ava min ji wan nedihat xwestin. Çê xirab, min ji xwe re rêyek dabû ber xwe û ez tê de diçûm. Ku hîn jî, di ber dilê min de, ji her tiştî bêhtir, ev rêya mina ku, min ji dil pê bawer kirîye, dizelike. Lê malbatê, lê bira û pismamê min, heya ku qewet di wande hebû pihîna xwe lê xistin, jîyana min û yê jin û zarokên min tev bihevre tiro-viro kirin û dev jê berdan!
Lê ji ber vê yekê jî, min serê xwe li ber bêbawarîyê netewand.
Belê. Malbatê bi darê zorê ez ji bajarê deryayê bi kamyonekê anîtim şunda, bi tevlî gelek guftûgohan re li serhev civîyan. Dadek bi dilê xwe, lê dadek derewîn avakirin. Ez bi bertawanî girtim hemberê xwe û ez darazandim. Tev bûbûn savcî, tev bûbûn hakim tev bûbûn kesên zana, nûner, ehlî zanînê!
Hukim hukimê wan, lê hustî hustîyê min bû.
Tew li min guhdarî jî nedikirin. Gotinên min mîna jahrîyê tesîr dikir li ser wan. Ne dixwestin ez devê xwe vekim, bibihîzin. Hebûya tunebûya ya wan rast yê min xwar bû. Ya wan birra, yê min bi virra bû. Ya wan ji dil yê min bi dekan bû. Ne ji tirsa lê ji ber neheqîyê, a wa di her çavikên çermên min re xwîdanê dilop bi dilop xwe dida der. Ji çenga min, ji nava sînga min, ji bin çengên min û ji nava qolincên min mîna avzêman xwîdan diherikî.
Wê rojê, geh bi bergeran geh bi tirs firrandinan geh bi gotinê xweşik û nermik geh bi tazîrên bişid, geh bi bûrandin, bi qîrandin û bi xirecir ez mîna sêwîyekî, mîna hêsîrekî mîna kesekî berdaliqandinê ez ji mala dadgehî hatime avêtin. Destê min û jin û zarokên min ji hev du kirin. Ez li bajarê xwe, li taxa xwe, li cîrantîya bavê xwe bûme rêwîyekî hustîxwar. Bûme penaberekî rasteqîn.
Bi qasî çend hefteyan ez mîna kesekî bêkes bê zar û zêç, bi tena serê xwe ji qullika mala xwe derketim çûm dikana xwe û ji wêrê jî bi şunda vegerîyam. Lê malbata min a adaletperwer nihêrt ku ez dîsa jî xema naxwim, rabûn, herdu zarîyên min, ku ji wana yê duyemîn hîn şîrmije, bi şunde anîn avêtin ser min û çûn.
Raziqê rizkan Xweda ye! Kes ji pahra kesî naxwe!
Min dîsa li ber xwe da. Lê wan qima xwe bi vîya jî neanî. Dawîya dawîyê rojekê ez pê hesîyam ku, malbata min, bê min dadeke din ava kirîye û di tunebûna min de ez carekî din darazandime. Dadgehê vê carê birayara kuştina min daye û peyvir jî bîye pahra birayê min ê piçuk ê leheng(!) ku ji min re dibê Singê nava kayê!..
Xwedêyo tu mezinî. Kesek ji te mezintir tuneye. Tu dibînî, tu dikanî. Ê çêke jî tunî û ê xirake jî... Te çi nivisandîye ew ê bi cih bê. Tu kes bila nebêje, ez ê çêkim, ez ê bikim, ez ê... nizanim çi...
Erê erê!.. Xwedê heye xem tuneye!..
Min biryara kuştina xwe bihîst şunda jî, qet tiştek nekir. Min bi tenê xwe parast Rebbê Xweyê dilovan û Mesîhê wî. Ez mîna her gav çûme karê xwe û hatim. Li malê bi herdu zarokên xwe re waxta xwe bûhurand û îbadetê xwe re xerikîm.
Rojekê ya kar rawestandinê bû. Bêyî ku hay û baya min ji felekê hebe. Ez ji bo îbadetê xwe yê hefteyî hêdî hêdî ber bi dêra xwe ve meşîyam. Di nava kuçên tengê fetloke re diçûm. Di qorzîyekî kuçê da pênc şeş polêsên sivîl hatin pêşîya min û ez sekinandim. Heya ku wan got, “Navnasa xwe derxe, mezekin!” Heya ku min got, “Çî ye, ma çi bûye?” li pêy min şîrqînîyek hat.
Min û polêsan tev bi hevra li wê hêlê mêzekir. Dîtina ku me dît. Ji yekî reşotankî dirêj demançeyek reş mîna mara ketibû erdê û wî xortî bi qasî sanîyeyekê li pişt xwe li alî me nihêrî û xirp û bazda. Qorzîyek lixwe bada û wenda bû.
Çend polêsan bi lez û bez dane pêy wî xortî, dudo jî li nik min man. Lêpirsîna xwe domandin.
Min xortê li pêy xwe, xortê bi demançe, xortê reşotankî, xortê reng mar, xwedî peyvir, qasidê birayê xwe, singê zexm naskiribû. Lê min tu tiştek ji polêsan re negot. Min ew jî mîna yê dina hewaleyî Rebbê Xwe yê dilovan kir.
Polêsa dema ez sax kirim, ji ser min îlahîyê ku min ji bo cemata dêrê nivîsandibû derketin. Nivîsên li ser rupelên sipî, bi zimanê Kurdî bûn. Ji ber vê yekê, bi heyecanekî ez di desta girtim û birim qereqolê.
Dura baştêgihîştim ku ez wê rojê bi xêra polêsan ji mirinê filitîme. Ji mirina destê bira! Jimirina biryara malbatê. Ji mirina biryara bavê min ê ku du caran ser hev çûye hec tewaf kirîye! Bavê min ê dê Fille.
Belê. Wan negot lê ez ê bibêjim. Pîra min fille bû. Ji fillên ku, di dema serê sedsala bîstan de ji serê şûr filitîbû, ji wan bû. Ji alî kalê min ê rehmetî ve lê bi xêra xweşikbûna xwe hatibû xelaskirin..
Na. Bila tu kes nebêje ku min ola xwe ji bo nan û navê dinyê guhertîye. Raste kesên welê hene. Lê mixabin ew him gelek kêmin û him jî di gelek waxtên kurtta dev ji bêşdarîya cimata me berdidin.
Min bawer kirîye. Ez di nava dilê xwe, di nava mêjîyê xwe de hîs dikim. Mîna gelek kesên din. Kesên dikandar, kesên xwenda, kesên welatparêz, kesen aşîtîxwaz... Bi tenê min pirr û pirr bêrîya hevala xwe, helalîya xwe, xanima xwe ya rû heyv kirîye.
Yan na, bawer bikin ku di nava lêvê min de, weka ku min bi zimanê xwe yê zikmakî nivisandîye:
“Canê min pesnên te dide
Dilê min ji te ra zikir dike
Tu yî evîna canê min
Rebbê Îsa tu Xweda
Halelûya
Halelûya ji mezinayî ya te ra.
...”