MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 32, rezber 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Sedat Yurtdaş: Halelûya!
Îvan Turgenev: Rojnivîska mirovê nepêwîst
Voltaire: Felek


FELEK

Voltaire

X
Koletî

Hê ew baş negihabû bazargeha misirî, wî dît ku ketiye nav girseya gel. Hemî diqîrîn:

"Ev e ew ê Mîsufa bedew şelandiye û Kletof kuştiye!"

"Gelî mirovan!" Sadiq got. "Xwedê neke ku ez ti caran Mîsufa we ya bedew bişelînim! Ew zêde serhişk, û herçi Kletof e, min ew nekuştiye lê min tenê xwe jê parastiye. Dema min bo Mîsufaya bedew dilovanî ji wî xwest, wî viya min bikuje. Ez xerîb im û ji Misirê bo xwe li penayê digerim. Jixwe qet ne ciyê baweriyê ye, ku madem ez vehewandinê ji we dixwazim, wê wisan bikim ku jinek we bişelînim û zelamek we bikujim."

Hingê misirî dadmend û mirovane bûn. Gel Sadiq bir baregeha bajar. Li wir birînên wî hatin pêçandin û kewandin û dûre ji wî û xulamê wî, ji her yek bi tenê, bûyer hatin pirsîn. Di cî de diyar bû ku Sadiq ne mirovkuj bû lê dîsan jî tawanbar bû di rêtina xwîna mirovan de loma qanûna welat cezayê koletiyê dayê. Herdu hêştirên wî bo bazargehê hatin firotin; hemî zêr, ê bi wî re hebû, li niştevanan hat parvekirin; ew û xulamê xwe wek kole hatin firotin.

Bazirgan û tacirek ereb, navê wî Setok, ew herdu kirrîn. Lê ji ber ku xizmetkarê wî ji wî zêdetir fêrî karên giran bûbû, bihayê wî gelekî ji yê xwedanê wî zêdetir bû bê ku ew li gor nirxê wan ê rastîn bên pîvan. Loma wek kole, Sadiq ji xulamê xwe kêmtir bû. Herdu bi zincîrekê hatin girêdan û wiha bazirganê ereb ew ta ber derê mala xwe ew li dû xwe birin. Bi rê ve Sadiq sebir û baldirêjî dida xulamê xwe û tika dikir ku ew aram û bînfire be. Wek ku edetê wî bû, wî dîtin û ramanên xwe li ser jiyana mirovan digotin.

"Ez dibînim", wî got, "ku feleka min a bêbext te jî bi xwe re dikişîne. Ta niha hertişt li min xwarûvîç bûye. Ez hatim cezakirin ji ber ku min dît ku se û kûçik di ber min borî. Ji ber qertalên dehlan hat xwestin ku ez bêm daliqandin. Hema ez ketim ber mirinê ji ber ku min helbestek pesndanê bo key û padişah nivîsî. Kêm mabû ez ê bihatama fetisandin û xeniqandin ji ber ku qeytanên keybanûyê zer bûn. Û niha jî ez û tu radestî koledariyê hatine kirin ji ber ku cenawirekî li evîndara xwe dixist. Lê xem neke, ka em bisteyî û cesareta xwe ji dest nedin; belkî ev hemî dê di nêz de bi dawî bê. Niha bivê-nevê kesek dê niha koleyê vî bazirganî be, ma çima ew kesek din be û ne ez, ma ew jî ne mîna min mirov in? Jixwe ev bawer nakim ku ev bazirgan bêrehm be. Heke ew bixwaze sûdeyekê ji koleyên xwe bigire, divê ew baş sereguhiya wan bike.

Wî wisan got lê tişta di kûriya dilê wî de bû felek û qedera keybanûya Babîlonyayê bû.

Du rojan derengtir Setokê bazirgan bi kole û hêştirên xwe ve ber bi çolistanên Erebistanê bi rê ket. Hoz û eşîra wî li ser tixûbê çola Horeb dijiya. Rêya wir dirêj û dijwar bû. Bi rê ve Setok nirxek pirr zêdetir ji Sadiq da xizmetkarê wî çimkî vî gelekî baştir dizanî hêştiran bar bike.

Hêştirek piştî meşa du rojan mir. Barê wê li piştên kole û xulaman hat kirin. Hinek bû barê Sadiq jî. Kenê Setok pirr dihat dema didît ku kole û xulam piştqoz dimeşin. Sadiq bistehî û cesaret da xwe û dest pê kir jê re şîrove bike ka çima pişta mirov di bin baran be diçeme. Yê bazargan heyirî û mat ma û êdî ji hingê şûnde bi çavek din li wî nerî. Dema Sadiq pê hesî ku bala Setok kişandiye ser xwe, wî hê zêdetir bi coş mijarên ser bi bazirganiya wî jê re ravekirin. Wî jê re basa taybetmendiyên madenan û dewaran kir û dabeş ji gelek ên bêsûde jî kir ka mirov çawan dikare sûde û mifa ji wan werbigire. Bi vî awayî Setok tê derxist ku ew pirrî jîr e û nirxek baş dayê. Wî bi çavek baş li Sadiq dinerî û ne pêdivî bû ku poşman bibe.

Ku Setok giha nêv hoza xwe, wî xwest pêncsed ritil zîvê xwe, ku li ber çavê du govan û şahidan dabûn yek cihû, jê bistîne. Lê di wê navberê de herdu govan miribûn û êdî kesek nebû bipeyitîne û tesbît bike ku yê cihû deyndar bû. Yê deyndar jî bêguman nedixwest deynê xwe vebigerîne, spasiya Xwedê kir ku ev yek wiha jê re baş lê aniye û li mala xwe terhan rûnişt. Sadiq bûbû şêwirmend û şîretkerê Setok û Setok xwe vê carê jî spart wî.

"We li kû pêncsed ritil zîv da wî gawirî?" Sadiq pirsî.

"Li ser kevirek mezin, nêzî Çiyayê Horeb", Setok bersiv da.

"Deyndarê te çi mêr e?" Sadiq pirsî.

"Ne ti mêr û ne ti camêr e", Setok got.

"Merema min ew bû bipirsim ka ew lewçe ye yan lal e, jîr e yan nehişyar e."

"Ji hemî deyndarên xerab, ên ez dinasim, ew lewçetirîn e", Setok got.

"De baş e", Sadiq got. "Bihêle, ez ê doza te li dadgehê bikim."

Belê, wî yê cihû kişand dadgehê û wiha got dadger:

"Serokê dadgeha dadperweriyê! Ez li ser navê xwediyê xwe ji vî zelamî pêncsed ritil zîvê deynkirî dixwazim ku ew naxwaze bi camêrî bide."

"We govan û şahid hene?" dadger pirsî.

"Na. Ew mirin e. Lê ew kevirê pan, ku deyn li ser hatiye dan, hê jî dimîne. Heke tu, ji camêriya xwe, bixwazî ew kevir bê vir, ez dixwazim bi şanazî bînim pêşberî we. Em, ez û yê cihû, dê li vir bendewarî kevir bimînin. Ez ê li ser kîsê xwediyê xwe Setok hin kesan bişînim wî kevirî û bînim vir."

"Pirr baş e", dadger got û dest bi bicîkirina hin karûbarên xwe yên din kir.

"Dema civîn ber bi dawî bû, dadger ji Sadiq pirsî:

"De ka, pa kevirê te nehat?"

Hingê yê cihû bi ken got:

"Heke hûn ta sibeyê jî li bendî bin, kevir nayê. Ji ber ku ew hindî şeş qonaxan dûr e, û bo ku ew tenê ji cî bê qeliqandin, pazdeh mêr divên."

"Belê!" Sadiq got. "Ma min negot ku kevir dê bibe govan û şahid. Ji ber ku ev zelam dizane ka ew kevir li kû ye, ew didirkîne ku li wir deyn jî kiriye."

Yê cihû ecêb ma û bi lez hemî rastî diyar kir. Dadger biryar da ku yê cihû bi wî kevirî ve bê girêdan û bê av û bê xwarin bê hiştin daku deynê xwe bide - û bêguman deyn jî zû jê hat standin.

Lê yekser ev çîroka Sadiqê kole û kevir li hemî Erebistanê deng veda.

werger: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1