MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • "Ferhenga Sirgûnê" ya Yaqob Tilermenî (hevpeyivîn)
  • Nasandin û nirxandina "Gulîzar" ya Lokman Polat
  • Nirxandinek din li ser "Gulîzar"ê (Azad Avcî)

  • Li ser "Ferhenga Sirgûnê"
    hevpeyivînek li gel Yaqob Tilermenî
    Çavkanî: Roj.tv


    Nivîskarê kurd Yaqob Tilermenî ku berî niha pirtûkên wî yên bi navê "Êşbazî" û "Bermeqlûb" hatibûn weşandin, bi pirtûka xwe ya dawî "Ferhenga Sirgûnê" xwendevanan ber bi sarbûna sirgûnê ve dibe.

    Tilermenî, pirtûka xwe wekî encama derûniya sirgûnbûna xwe dinirxîne. Nivîskar Tilermenî, dibêje ku ev ferheng a min e û tiştên ku wî xwestine di pirtûkê de hene. Pirtûka ku ji 31 sernivîsan pêk tê, ji nav wêşanên Lîs derketiye. Li gorî Tilermenî, sedsala ku em tê de ne sirgûnkirin nikare tevgera nivîsandinê têk bibe. Bûyerên teknolojîk û nivîskar bi xwe dikarin vê astengê rakin.

    Nivîskar Yaqop Tilermenî ku li Gundekî Yozgatê mamostetî dike, pirsên me yên der barê pirtûkê de bersivand.

    - Hûn dikarin behsa çîroka xwe ya sirgûnê bikin?

    Heftê gulana, 2002'yan, di jiyana min de destpêka guherîn û veguherînên -hem bi erênî hem jî neyînî- pir mezin bû. Dibe ku ji bo komekê, ji bo gelekî, ji bo welatekî ne guherînên hilweşkar bin, lê ku mirov ji bo takekesîtî û derûniya kesekî bifikire, bi qasî xerabkirina lehiyekê bi bandorker e. Ez û yazdeh hevalan, em ji ber hezkirin û bizava xwendin û nivîsandina wêje û zimanê kurmancî yê ku ji hezaran salan vir ve li ser erda Mezopotamyayê geş bûye, hatin girtin. Heke ku mirov bi awirên îro bala xwe bide sedema wê girtinê, dibe ku bi mirov hêsan jî were; lê sed heyf û mixabin her çiqasî îro ew bizav ne qedexe be jî hê jî ne bi dilê pergalparêzan e. Çimkî, ez hê jî wan rojên reş dijîm û hê jî ez ji wê reşbîniyê rizgar nebûme. Min wê çaxê jî bi kurdî pênûsa xwe dixebitand, ez îro jî bi kurdî ruh didim pênûsa xwe. Tiştên ku hatine guhertin, zêdetirîn di derûnî û giyana -min- nivîskarekî de ye.

    - Gelek nivîskarên kurd û cîhanê hatine sirgûnkirin. Gelo sirgûnkirin ji bo nivîskar qeder e?

    Mirov rastiyê bixwaze, ji bo sirgûna nivîskarekî ne hewceye ku nivîskar berhemên wêjeyî binivîsîne. Carinan çûyîneke bi dilê xwe jî dibe para nivîskêr. Çimkî biryardayîna ji bo nivîsandinê bi xwe, bizaveke sirgûniyê ye. Tu kesî zor li nivîskarê Îrlandî J. Joyce nekiriye. Wî ji xwe re nivîs weke wargeh qebûl kiriye û şaheserek weke Ulyssesê li xerîbiyê (Îtalyayê) nivîsandiye. J. J. Rousseau jî bi armanca xwepêşxistinê, ji civaka xwe dûr ketiye. E. Hemîngway jî bi dûv xeyalên xwe de çûye. Li hêleke din, P. Neruda, N. Hikmet, S. Ruşdî, S. Zweîg ji ber sekina xwe ya li dijî pergalên zordar, ji aliyê rayedaran ve hatine sirgûnkirin û heta ciyên sirgûnê jî hatine şopandin. Jixwe min sê celebên sirgûna wêjevan û nivîskaran di 'Ferhenga Sirgûnê' de daye eşkerekirin. Ji bo me nivîskarên kurd, sirgûn bûye weke qederekê. Di serî de bingeha wêjeya me li sirgûnê hatiye danîn. Ev di sedsala 19'demîn de jî wiha bû û di sedsala 21'emîn de jî wiha ye. Lê divê mirov sirgûnê bi nivîskarê kurd tenê bi sînor neke. Ev pirsgirêkeke bi giştî ye di cîhana wêjeyê de. Çi ciyên ku pergalên wan li ser şîdetê hatine avakirin, ev şûrê demokles li ser serê rewşenbîrên xwe hejandine. Nivîskarê tirk Demîr Ozlu, di sala 1986'an de ji hemwelatiyê Tirkiyeyê hate avêtin û ji wê çaxê de li welatê xwe venegeriya.

    - Sirgûnî bandoreke çawa li ser wêjeyê dike?

    Roja ku ez ji Qoserê derketim, bi qasî 250 dost li ber otibusê hebûn. Wan hevalan heta sê çar mehên pêşîn jî bi telefonan ez bi tenê nedihiştim. Çaxa ku sal qulipî, dengên hevalan jî nema gihîşt min û lêgerînên wan jî. Di betlaneyan de kêm heval dihatin serdana min. Îro navê hevaltiyê jî di ferhenga min de bi çend kesan sînor bûye. Di vê hêla tenêhiştinê de kesên ku ez sirgûn kirim, bi ser ketin. Gelek caran ez ji ber tenêtiyê, gelek caran ji ber tirsên derveyî vîna xwe tengijîm. Tengijandinên min, di bedena min de veguherîn nexweşiyan. Di navbera sê mehan de nîviyê porê min sipî bû. Êdî ez û ciyekî xerîb li beramberî hev man. Nivîs ji bo min bû niştiman. Hevalên min jî xwendevanên min jî mîhrîcanên min jî giş bûn nivîs. Sirgûn bi timî xwe di vê nivîsê de bi cih kir. Çawa ku min bi nivîsandina 'Êşbazî' kevirê xwe mîna Sîsîpos derxist serê kaşekî, ji aliyê pergalparêzan ve hatim têwerkirin. Daketim heta binê kêş. Bi tenê mam. Min dîsa bi nivîsandina 'Bermeqlûb' kevirê xwe gavekê wêdetir derxist. Dîsa hatim têwerkirin. Dîsa daketim binê kêş. Dîsa bi tenê mam. Vê carê min bi nivîsandina 'Ferhenga Sirgûnê' hemû hêz û jiyana xwe da ser hev û derketim serê kaşekî dîtir. Min sirgûn heta bi kejiyên xwe hîs kir û min bi wê hêzê afirand. Pergal çi qasî li dijî wêjevanên muhalif be jî ji ber bûyer û qewimînên li ser dinyayê û ji ber berjewendiyên kureselî, nikare her tiştî li gora dilê xwe bimeşîne. Heke ku îro nivîskarên kurd ên li sirgûnê dest bi nivîsê kirine, dikarin di rojên wêje û mîhrîcanan de li welatê xwe bi serbestî derkevin pêşberî xwendevanan. Ev yek xurtî û serketina bandora sirgûnê ye. Heke ku ev hêlên sirgûnê yên erênî tunebûna, netewa kurd ber û fêkiyên têkoşîna xwe ya bi salan bi dest nedixist. Telefonên destan û înternet di her ciyên teng re jî ji wêjevanan re dibin palpişt û dengê wan digihînîn heta kişwerên din.

    - Em hinekî li ser pirtûkê biaxivin. We bi şêweyeke cûda nivisiye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

    Ez ji destpêka nivîsandina xwe ve tim di lêgerînekê de me. Li gorî fikira min, divê mirov tu carî li heman cihî bêtevger nesekine, divê tim di bizavekê de be. Ez vê sekina xwe di nivîsa xwe de jî rê didim. Bi vê armancê, her berhema ku amade dikim, dixwazim neşibe berhema min a berê. Ez li ser bingeheke ceribandinî (deneysel) dosyayên xwe datînim. Li gorî fikira min, kesê ku navê nivîskariyê li xwe dike, li destpêka çatirêyekê ye û divê ji çar riyan, riya herî dijwar ji xwe re hilbijêre. Ji bo vê yekê jî berî ku bi rê bikeve, divê parîkî li dûv xwe binihêre: Kê, çi kiriye? Kê, çawa kiriye? Heta ji min tê ez bala xwe didim berhemên ku ruh dane wêjeya cîhanê. Bala xwe didim wêjeya kurdî jî. Bi nivîsa xwe, dixwazim para ku ji bo gerdûnîbûna wêjeya kurdî dikeve ser milê min, bi cih bînim. Bi vê sedemê, ez dibêjim qey wê ev lêgerîna min heta dawiya jiyana min bi vî awayî bidome. Tiştê ku dilê min naxe cih, tunebûna mihataban e. Heke ku berhema min 'Bermeqlûb' ji hêla nivîskarekî zimanekî din ve hatibûya nivîsandin, dê gelek nirxandin û rexne li ser bihatana nivîsandin. Ez heman tiştî ji bo 'Ferhenga Sirgûnê' jî dibêjim. Lê ji ber ku ez baş nizanim pirtûka min çi qasî digihêje destê xwendevanan, ez nizanim fikirên wan ên der barê pirtûkê de jî çi ne.

    - Dema ku mirov navê pirtûkê dibihîze nivîskar û siyasetmedarên hatine sirgûnkirin tên hişê mirov. Lê dema ku mirov pirtûkê dixwîne çîrokên nivîskarekî hatiye sirgûnkirin tê dîtin...

    'Ferhenga Sirgûnê' zêdetirîn bêjeyên ku di sirgûnê de her yek ji bo min sewtek, rengek û azmûnek in, weke libên tizbiyeke not û nehan, dihundirîne. Heke ku min êşên xwe yên li sirgûnê nekiribana bêje û ferhengek bi vî rengî nenivîsanda, dê wateya hebûna min û sekina min a li hemberî sirgûn û pergalê jî nebûya tiştekî. Jiyana min, ji bo wêjeya min azmûnek e. Beşên ji jiyana min carinan bi dîmenên nerastî û weke xeyal tev li berhemên min dibe. Di beşên pirtûkê de çîrokên ku di taswasa sirgûnê de hatine nivîsandin, çîrokên ku lehengên wan bi hebûna xwe di jiyanê de sirgûn in û çîrokên ku bi teşe, şêwaz û vegotin sirgûneke dîtir tînin bîra mirov hene. Bi van sedeman divê xwendevan her lehengên di çîrokan de nexin şûna min. Heke ku rojekê li parçeyekî din ê dinyayê wêjevanek sirgûn bû û ku haya wî ji van çîrokên min çêbû, wê çaxê dê sedema nivîsandina kurteçîrokên nivîskarekî sirgûn jî were famkirin. Ez bawer im, dê vê rewşê ne nivîskarên sirgûn bi tenê, dê kesên din jî bijîn.

    - Çîrok li gorî çi hatine nivîsandin? Wateya hejmara 31 çi ye?

    Çîrok, li gorî alfabeya kurdî ku hê jî qeydên qedexebûnê ji ser nehatine rakirin, hatine hunandin. Dîsa temenê min ê 31'an ku bû destpêka sirgûna min, di vê rêzkirinê de bandora xwe çêkir. Di serî de ez navê pirtûkê weke 'Elfabeya Sirgûnê' difikirîm. Vê taliyê navê 'ferhengê' bi min xweştir hat. Ji ber ku ev ferheng, ferhenga min e, tu kes nikarin bibêjin çima filan bêje tê de heye, çima filan nivîskar tê de tuneye. Ji bo avakirina vê berhemê gelek berhemên wêjeyî û yên lêkolînî fêdeya wan li min çêbûn. Ez di serî de minetdarê wêjevanên sirgûn im.

    - We zimanekî ezop bi kar aniye. Weke di çîroka 'Welatê Windayî di Mishefa Nefîkirî de' Hûn dikarin vê hinekî vekin?

    Heke ku mirov bala xwe baş bide vegotin û zimanê çîrokan, dê fam bikin ku lêgerîna cihêrengiyekê di wan de heye. Di çîroka 'Berberxane'yê de, rastî, derûnî, tirs û xeyal tevlihev bûne. Zêdetir jî tirsa ku di destpêkê de ez jiyam, min bi zimanekî demên wan ji hev cuda û di nava hev de bi kar anî. Çîroka 'Xewn û Xeyal' ji wiha ye. Lê çîroka 'Welatê Windayî di Mishefa Nefîkirî de' ceribandineke din e. Di wê çîrokê de zêdetirîn bêje berovacî bûne. Axeke ku ji bo nebe welat, li ser hev bi bobelatan re rû bi rû dimîne. Ji bo wiha, nivîskar 'Ahmedê Xanî' û şahesera wî 'Memûzîn' digihîne hawara xwe. Çîroka 'Yozgata ku Deyndarê Şukru Erbaş', ji hêla zimên ve pişta xwe daye helbestê.

    - Xebatên we dê çawa bidomin?

    Heta niha min du roman nivîsandine. Yek jê di sala 2000'an de qediyaye, ya din di sala borî de. Niha ez li ser cîlda sêyemîn dixebitim. Roman sêbare ye. Dîsa sala borî min pirtûka çîrokan a Ozcan Karabulut 'Aşkin Halleri' wergerand kurdî. Wergera helbestên Şukru Erbaş jî li ber destê min e. Jixwe nivîsandina çîrokan berdewam dike...

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1