MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • "Ferhenga Sirgûnê" ya Yaqob Tilermenî (hevpeyivîn)
  • Nasandin û nirxandina "Gulîzar" ya Lokman Polat
  • Nirxandinek din li ser "Gulîzar"ê (Azad Avcî)

  • "Gûlîzar" ya Lokman Polat
    Husein Muhammed: [email protected]


    Nivîskarê berhemdar birêz Lokman Polat vê dawiyê jî bi pirtûkek ji 12 kurteçîrrokan pêkhatî derdikeve meydana wêjeya kurdî. Xwendevanan dîsan derfet û delîv heye xwe bigihînin mijarên di berhemên Polat de nas: evîn, şorreş, xerîbî û bêriya welat.

    Çîrrokên vê pirtûkê jî mîna berhemên din yên Lokman Polat bi stîlek sivik û sade hatine hûnandin. Ji berga paşîn ya pirtûkê tê bawerkirin ku çîrrok bi giranî li ser şorreşê bin. Lê mîna berhemên dawîn yên Polat, mijara pirraniya wan evîn û têkiliyên zayendî ne.

    Li jêr ez dê her çîrrrokekê bi kurtî binasînim û hêjayiyên yan kêmasiyan wan yên bingehîn destnîşan bikin:

    1. Xezala Binxetê

    Keçek ji Kurdistanê tê daku bi kurdek li Ewropayê dijî re bizewice. Paşî hevserê wê wê dihêle. Lê Xezal nadebire û dilê wê ji jiyanê sar nabe. Li şûna bezîna bi dû mêran ve, Xezal dest bi xebitîna bo çande û zimanê kurdî dike. Lehengên çîrrokên Polat hema bêje hertim gernasên dilsoz in, Xezal jî yek ji wan e.

    Tê nagihim ka çima nivîskar ji hemî şêweyan forma "tu" bikêrhatî hesibandiye û bi wê ji Xezalê re dibêje: "te wiha û wisa kir". Forma "ez" û ya "ew" di wêjeyê de pirr guncav û baş in lê ya "tu" kêrî kêm mijaran tê. Mixabin gelek nivîskarên kurd, birêz Polat jî di nav de, forma "tu" zêde bi kar tînin.

    2. Zewac

    Ev çîrrok jî bi forma "tu" ye. Jinek mêrberdayî ji xwe re li hevserekî digerre û nivîskarekî dinase. Bi qasî ku ez nivîskarê çîrrokê dinasim, ji min re nivîskarê di çîrrokê de jî dişibe nivîskarê çîrrokê bi xwe.

    Mîna çendî çend berhemên din jî yên Lokman Polat, di vê çîrrokê de kesek asîmîlebûyî û yekî giringiya ziman û çandeya kurdî dizane pêrgî hev tên. Di çîrrokê de suhbet herwiha li ser têkiliyên bi rêya teknolojiya nû, zewacê, "koletiya zewacê", "bihevrejîna nûjen" û "şorreşê" ye jî.

    3. Mala Nivîskaran

    Ev çîrrok bi forma "ez" e. Mîna gelek çîrrokên di yên Polat, ev jî di çarçeya jiyana nivîskaran de ye, bi gotinek din, elîtîzma nivîskariyê ya di gelek berhemên Polat de heye, di vê çîrrokê de jî serdest e. Lehengê çîrroka me li giravek Yewnanistanê li "avahiyek nivîskaran" e. Bêyî ti surprîz, gengeşe li ser nivîskariyê ye. Ne tiştek awarte ye ku di vê çîrrokê de jî dîsan jinek û zelamek hev dinasin û têkiliyan bi hev re datînin.

    "Mala Nivîskaran" yek ji dirêjtirîn çîrrokên pirtûkê ye. Mixabin ti bûyerek balkêş yan taybet ya ku bikare ji destpêkê ve xwendevan bi xwe ve girê bide û xwe bi xwendevan bide xwendin tê de tine ye. Çîrrok (novel) divê li ser bûyerek balkêş yan ecêb bêt raçaftin û ji derdorî wê dor nekeve. Bi taybetî divê serê xwendevan bi gotinên jixwe her kes dizane neyê êşandin. Bo ku çîrrok hejî gotina "hunerî" be, divê tiştek tê de hebe ku ger nivîskarek din ew nivîsîba, dê ne bi heman awayî ba. Divê ji destpêkê ve xwendevan bibe bendiyê balkêşiya çîrrokê. Tenê ji ber ku çîrrokek hatiye nivîsîn, heq nade nivîskar ji xwendevanên xwe bipê ku divê ew wê bixwînin. Divê nivîskar wisan binivîse ku xwendevanan zeft bike û ta dawiyê xwendevanî bi xwe re bibe.

    4. Dilê Nazemînê

    Ev çîrroka keçek nexweşî evînê û dildarê wê yê dilsoz e. "Dilê Nazemînê" yek ji balkêştirîn çîrrokên pirtûkê ye. Nivîskar xwe bi bendên realîzmê ve jî girêdayî nehêlaye. Rastnivîsî ne tê de, zimanê vê çîrrokê û şêwaza (stîla) wê jî ji pirraniya yên din biserketîtir e.

    5. Tînerkêş

    Çîrroka Serhadê bavmirî ye ku li kuçe û kolanên Stembolê bêxwedî mezin bûye û dixwaze tola bavê xwe hilîne.

    Mixabin nivî çîrrokê qurbanî baskirina rewşa giştî ya koçberên kurd yên li Stembolê hatiye kirin. Nivîskar dikarî pirrtir basa jiyana Serhad bike - agahiyên giştî jixwe tên zanîn û / yan dê di ber çîrrokê re diyar biban.

    6. Here li Welatê Xwe Bimir!

    Çîrroka du kesan e ku her yek dixwaze ji biyanistanê vegerre welatê xwe bimire.

    7. Xeyalperest û Periya Avê

    Di vê çîrrokê de jî forma "tu" hatiye bikaranîn. Çîrrok li ser kesek xeyalperist e ku ji xwe re yarek ji xeyalan afirandiye. Lehengê çîrrokê jinek din dibîne û dinase lê taliyê ne diyar e ka wê jî xeyal dike yan bi rastî ew jin heye.

    Ev "Xeyalperest û Periya Avê" yek ji balkêştirîn çîrrokên pirtûkê ye. Lê nivîskar di vê çîrrokê de jî xwe ji "jiyana nivîskariyê" azad nekiriye.

    8. Gûlîzar

    Çîrroka hin gencan e ku sera evîna xwe di nav jiyana gerîlatiyê de ji ber bêtoleransa "partiyê" (PKKê) tûşî gelek pirsgirêkên dijwar dibin.

    9. Mirûda Şêx Amar

    Mijara vê çîrrokê civatek kolektîvîst e ku bi her awayî dişibe PKKê. Çîrrokbêj bûye evîndarî keçek di nav rêxistinê de lê "şexsiyeta wan [ango ya endamên rêxistinê] a kesayetî hatibû kuştin û ew bi şiklekî nû bûbûn aîdê kolektîfîzma rêxistinê û îrada wan di destê Şêx Amar de bû. Gotinên Şêx Amar wekî ayetên pîroz bûbûn qanûn û nîzam, di nav wan de pêk dihat[in]. Di demên çûyîn de, di salên berê de gelek xort û keçên ciwan ji bo ku derketibûn derveyê qanûn û nîzama Şêx Amar hatibûn girtin, wan xistibûn zîndanê û hinek jî jê hatibûn ceza kirin û qetil kirin. Hinek jî reviyabûn. Keç û xortên ku reviyabûn, xwe berşê dabûn [=veşartibûn], jiyana dizî[kî] a îlegal dijiyan." (r. 75)

    Taliyê çîrrokbêj û rêxistin li ber in li hev bikin û çîrrokbêj bigihe evîndara xwe. Lê nivîskar hê surprîzek din jî ji me re heye...

    10. Firfiroka Heft[r]eng

    Di vê çîrrokê de afirandiyek firrok kesek bitenê bi xwe re dibe cîhanek biheştane.

    11. Qîmeta Nivîskaran

    Yek ji dirêjtirîn çîrrokên pirtûkê ye (10 rûpel) lê mixabin tek bûyerek balkêş jî tê de nîne. Suhbetek bêserûbin li Tirkiyeyê û welatek Ewropayê li ser nivîskarek navdar bi navê Dilperrîn ku çîrroknivîsê me rêzdar Polat wî pirr dişibîne xwe: ji ber cezayê wergirtî nikare vegerre welat; helbestên sirgûniyê (navê pirtûka Polat ya berî vê) nivîsîne; dixwaze vegerre welat û bi "jinek ji edebiyatê fam dike" re bizewice... Gilî û gazinan li wan jinan dike yên ku "nivîskariya mêrê xwe giring nabînin".

    12. Diyariya Xwedê

    Du dildar - jinek û zelamek - yên her yek ji berdiliya/ê xwe dûr digihin hev û - bi kêmî - şevekê bi hev şad dibin.

    Hevgihandinek

    Ziman û şêwazê sivik û sade, ku Polat ta niha di berhemên xwe de bi kar anîne, di vê pirtûkê de jî berdewam in. Çîrrokên vê pirtûkê jî bi ti awayek berçav ji berhemên berê yên nivîskar ne cuda ne: evîn, şorreş, xerîbî û bêriya welat. Polat têra xwendevanên xwe li ser van mijaran nivîsiye. Hêvîdar im ew berê xwe bide hin mijarên din jî û herwiha xwe li hin şêwazên (stîlên) din jî bicerribîne. Bi taybetî tê bikoşe ku hin elementên xurt yên heyecanî û surprîz bide çîrrokên xwe. Herwiha çîrrokên wî hewceyî kêmkirina dubaretiyê ne. Wek berhemên berê jî yên nivîskar, kêmasiyên rastnivîsiya van çîrrokan jî dûrî wê rastnivîsiyê ne ku xwendevan dikarin di vê qonaxê de ji nivîskarên kurmancî bipên.

    Bi giştî dikare bêt gotin ku xwendevan dê bi dilxweşî û zewq pirraniya çîrrokên vê pirtûkê bixwînin. Bi taybetî bo xwendevanên ta niha berhemên rêzdar Polat nexwendibin, ez vê pirtûkê wek deriyek bo nav nivîskariya wî pêşniyar dikim.

    Lokman Polat
    Gûlîzar
    Helwest Förlag - Doz
    Çapa Yekê: Stembol, Berfanbar 2004
    112 r., 12 çîrrok

    Bo peydakirinê têkiliyê bike li gel:
    Lokman Polat: [email protected]

    Azad Avcî jî vê pirtûkê dinirxîne

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1