Pirtūkek li ser nasandin ū nirxandina bīst romanźn kurdī
Nivīskarź berhemdar Lokman Polat vź carź bi pirtūkek li ser danasīn ū nirxandina romanźn kurdī tź pźşberī xwendevanan. Pirtūka wī "Bīst Romanźn Kurdī" wek navź xwe bīst romanan bi me dide nasīn ū wan dinirxīne.
Rźzdar Lokman Polat, ji bilī wek roman- ū kurteēīroknivīs, ji mźj ve ye wek danaser, nirxīner ū rexnegirek ēalak yź berhemźn kurdī tź nasīn. Ev pirtūk jī ji hin nivīsźn wī yźn nasandin ū nirxandina romanźn kurdī pźk tź.
Ji bilī nasandina bīst romanan, pźşkźşiyek ū du nivīsarźn giştī li ser romanź hene: 1) Roman ū Jiyan, ū 2) Roman ū Trajedī. Romanźn nivīser di pirtūkź de dinasīne ev in:
1. Ēirīskźn Rizgariyź ya Mihemed Dehsiwar
2. Reş ū Spī ya Ībrahīm Seydo Aydogan
3. Derwźşź Evdī ya Eyūb Kiran
4. Siya Evīnź ya Mehmed Uzun
5. Pźlźn Bźrīkirinź ya Mustafa Aydogan
6. Sorź Gulź ya Suleyman Demir
7. Labīrenta Cinan ya Hesenź Metź
8. Ronakbīr ya Laleş Qaso
9. Kurź Zinarź Serbilind ya Sidqī Hirorī
10. Cembeliyź Kurź Mīrź Hekariyan ya Īhsan Ēolemźrgī
11. Ew Der Sar e ya Mansur Tural
12. Pala Bźşop ya Xemgīn Temź
13. Dź ū Dźmarī ya Egīdź Xido
14. Ristemź Zal ya Xurşīd Mīrzengī
15. Dimdim ya Ereb Şemo
16. Sobarto ya Helīm Yūsif
17. Kejź ya Adil Zozanī
18. Awaza Bilūrź ya Berjīn Hakī
19. Me Helal Bikin ya Mehdī Zana
20. Fīlozof ya Lokman Polat (ev roman ji alī Husein Muhammed ve hatiye nirxandin)
Ev roman hemī bi kurmancī ū alfabeya latīnī ne lź li demźn cuda hatine nivīsīn. Dixiwiye ku kek Polat jī ev nasandin ū nirxandinźn wan li demźn cuda nivīsīne. Hin ji wan berź di ēapemeniya kurdī de, bi taybetī di Kovara Mehname de, hatine weşandin lź gelek ji wan ta niha li ti derź belav nebūne. Ev nirxandin bi pirranī kurt in ū yźn herī dirźj jī tenź ji ēend rūpelan pźk hatine ū bi pirranī kūr naēin nav romanź. Lź dīsan jī ev pirtūk dikare bibe rźbernameyek baş bo wan kesan yźn dixwazin berī xwendina van romanan wan bi kurtī binasin. Herwa ev pirtūk ēirīskek hźviyź dide ku mereqa li ser nasandin ū nirxandina berhemźn wźjeyī yźn kurdī ber bi geşbūnź ye.
Lokman Polat: Bīst Romanźn Kurdī
Weşanźn Helwest, 150 rūpel
Ēapa Yekem: Stockholm 2004
Bo xwestinź tźkilī danin bi nivīserź pirtūkź rźzdar Lokman Polat re:
[email protected]