MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • Pirtûkek nasandin û nirxandina bîst romanên kurdî
  • "Zarokname" - pirtûkek helbest û çîrokan bo zarokan
  • "Avamezin" - romana Sebrî Silêvanî
  • Ji Konê Reş pirtûkek li ser Qamişlo

  • Konê Reş û pirtûkek li dor Qamişlo
    Daxwiyanî


    Di van rojên dawîn de pirtûkek Konê Reş bi navê Pirtûka Qamişlo: Bajarê evîn,hevkarî û biratiyê hatiye çap û belavkirin.

    Di vê pirtûkê de Konê Reş çend xalên giring zelal dike ,yek ji wan navê Qamişlo şirove dike û dibêje navekî kurdî ye ,hem jî navê çemê Ceqceq û xelkên li dorê...

    Û bi firehî li dor eşîr û hozên ku ji sed salan ve di Cizîrê dijîn radiweste ku piraniya wan kurd in.

    Her wiha bi firehbûn li ser damezirandina bajarê Qamişlo disekine û dibêje roja avakirina Qamişlo di havîna 1926 an de ye ,li ser destê fransîzan hatiye avakirin..

    Pirtûk ji sê beşan pêk tê:

    1-Erdnîgarî, dîrok, hoz û eşîr û aramiya ku di Cizîrê hat raxistin piştî cenga cîhanî a yekem û avakirina bajarên wê

    . 2-Dagirkirina Cizîrê ji rex Fransiyan ve û şerê Beyandûr, guhertinên ku di Cizîrê de çêbûn,cihê bajar û gundên li dor Qamişlo di nerîna hin kalemêran de,avakirina Qamişlo ya seretayî û taxên wê û nexişê Qamişlo...

    3-Xaniyên Qamişlo,bîr , tenûr û aşên avê,ronahî û xanên wê,perwerde,çapxane,û rojnamegerî,mizgeft û dêr,bazar û seyrangehên wê... Ev pirtûk ji rex Navenda Geşbûna Şaristanî ve li Helebê hatiye çap kirin,ji 144 rûpelên mezin pêk tê,bi hin nexiş û wêneyên kevnar hatiye xemilandin..

    Yê ku bixwaze dîroka bajarê Qamişlo nas bike, gerek e vê pirtûkê bixwîne.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1