Xirabiyê li yê xirab neke - belkî keyfa wî pê bêt.

Neheqiya mirovên ji xwe mezintir qebûl neke.

Tek xweşiya jiyanê ew e ya em didinê.

Dilê min bi wan dişewite yên dilê wan bi min naşewite.

Objektîvî ne xweş e.

Objektîvî ne baş e.

Dixwiye ku dinya bêyî min nabe.

Berjewendperest be: qenciyê bike!

Gel mezintirîn dijminê demokrasiyê ye.

Talûketirîn tişt bo saxlemiyê: werziş.

Min şeva borî xewnek dît: Me du macûnên didanan hebûn. Yek vekirî û nîve bû; yê dî tijî û venekirî. Min ji yê vekirî hinek kir ser firçeya xwe.

Ger bixwazî di berjewendperestiya xwe de bi ser bikevî, ya herî baş ew e ku alîkariya xelkê bikî.

Newêre, dibêje naxwaze.

Li wan digerrim jî lê ew min nabînin.

Tek çare ew e ku jin bizane ka erkên wê çi ne.

Bendewarî wê me daku li min vegerre daku bibêjim: Na, ji te hez nakim.

Bila te gelek rêbaz û prensîp hebin lê bila hemî dûrî jiyanê bin.

Jiyan jan e. Bo hemiyan.

Dema te dibînim, bêriya te dikim.

Ma ez dê çawan xweştivî bim madem ne cahil, ne zalim û ne jî tilyakkêş im.

Divê em xwe qenc bikin lê rastgo bin.

Hemî dizanin ku dinya nikare bêt guherrandin. Paşî rojekê hin kes tên yên ku vê nizanin. Ew dinyayê diguherrînin.