Bi teq-teqa pêpelokan re, Xemgîn serî ji rûpelên pirtûka li pêş xwe radike; Çav reşantiyekê digirin û berkeniya Silava ji pişt bi dertê, silav da û ber bi hundir verêbû. Xemgîn xortekî xwendeye, îsal di sefê xwe de mayî û ew anha karê nivîskariyê li xweringehê dike.
- “Xweda.. ez di çi agirî de me, ti kes wek min hej vê keçê nake, lê kesin din meyweya rezê wê dixun, ev bê rûmetê.. ”. Hîne ew ji dîtina Silava şiyar nebûye û ramanên wî mîna dûpişkan ji çalê dkişin, dengê wê ji hundir ve hat û gupikine nuh di dilê Xemgîn de pişkufandin.
- Tu çawayî Xemgîn.
- Ser lêv.. ser çava, çav dîsa bi xala ser rû-dêm dikevin, bawere ger çiqwas şox û şengî, li ba Xwedê hebû, wî nîvî da xwîn û rû-dêmê Silava û nîvê din xala wê.
- Xemgîn tu ji bîr nekî, min duh wîn teklifî xwerina nîvro kirin, bi gotinên wê re, hevalê wê jî dighe ba wan.
Şeva çûye, dema ew bi telîfonê bi Silava re axifî û henekên xwe dikirin û kenê wî dilê Xemgîn kêr dikir, di nav gotinên xwe de jê xwest ku, sibehê li xwaringehê hevdu bibînin, lê dive xwarin li ser wê be. Gotin, gotinan tîne û mazovanan jî hev anî, bê soz Xemgîn bû yek ji wan.
- Merheba Silava, weke min got: Ji duhunî ve min xwarin ne xwariye. Ji berî hevalê wê bê, Xemgîn di navbera xwe de ge got: “Ev keyseke ku, bi tena xwe li xala wê binerim, bê ku, kes çavên xwe di min de bebeloq bike”. Lê hêviya wî bi cih nehat; Merheba Xemgîn, tu zanî Silava wê me teklifî xwarina selete û humsa ke”.
- Hema çibe ne xeme, gotina Silava, bê teklif li ba min buhaye. Silava li çavên hevalê xwe nerî û bişirî, wî jî guhê xwe xist ber yê wê, ka di telîfonê de çi diaxifin; Di dema ku, hevalê wê bi Xemgîn re ketibû wê axaftinê, wê jî têlêfonek vekiribû.
Xemgîn dît ku, hilmên wan dikeve devê hev. Xwest bilive, bike qîrîn, lê wek kesê dest û lingên wî hatibin girêdan û dev tijî pembo kirine, deng jê nehat.
Vebiriqandina hesinê kêrê, hêdî-hêdî nêzîk sîng dibe, xwe berdide dil; Xew û xewneke giran li ustû nîştî, nikare têde bilive. Bi kenê wan re şiyar dibe û siya wan di hundirê xwaringehê de vedimre.
Xemgîn çav damrandin. Siya wan mezin bû û bû, cîhan tev girt; Ewrekî reş, royê wenda dike, lê birûskek hilat û baranê qad û asûman şûşt. Ewrên reş jî ji asûman windabûn û rengê şîn-sayî belavbû, bihna axê hilkelî û ji dûrve, Silava ber bi wî dibeze. Xunava ser sosinan xwe bi rehên wê ve girtine ku, yek ramûsanan jê bistînin, tîrêjên royê Jî dane pey wê.
Xemgîn per û balêt bi banî de davêje, zendan dihejîne û ber bi hev dibezin. Lê deşt nayê birîn, ji dema (Lolo û Kaşiyon) de, heya roja Yara û.. dibezin, lê ev dûrîtî nayê birîn û ji nişkava, weke ku tişt li cem çêrokvanan dibin, ew dighên hev.
Zendên Xemgîn kembera nava Silava ye, ew jî û bi danîna tiliyên xwe ser milên wî, êşa salan dirjîne û mîna gergeroka digerin da ku, kaniyan derkin û tîna xakê vemrînin. Guv-guva cilên wê, bayê şeveke zivistaniye û li hember wan, gera zemîn û stêran radiweste.
- Xemgîn, hilm û bîn ji me hat birîn. Silava got û serî danî ser sîngê wî. Por sûlave, bi ser rû-dêm û milên wî de diherike û Xemgîn bihnek kûr dikşîne, bêvlên wî tijî bihna baran.. evîn û salan dibe.
- Silava.. xwe bide ser vî kevirî.
- Çima ?!.
- Dixwezim wêneyekê ji te re bigrim. Bê deng û mîna kevokeke sipî li kêvir dine, Xemgîn jî li per û rengan digere û hûrik-hûrik dest bi wêneya wê dike.
- Wêneya te çawa bigrim.
- Nizanim, tu min çawa dibînî.
- Dengizekê çêbikim û te bikim horî, yan wêneya te wilo mîna rûniştina te ya li ser kevir bigrim û pêrî û melayîkan li ber lingên te deynim.
- Ez ne Vînosa didwame.
- Vînosa yekemînî, ji bilî yekê nehat jînê û ewê her bijî, heya ku, di jiyanê de evîndarek hebe.
- Ango ez Vînosa bablîska bîstame. Bi henekî got û serî bi ser milan de qulabt, Xemgîn da pey nirînên wê; Dît ku, di rûyê ezmên de başîqek difire û çavên wî li wane, bêyî ku, ew çavên xwe ji wî bi bire got.
- Heya bîst û.. yekan jî. Çivîkek bi ber çavên başîq ket, xwe berdide ser û di devê wî de, çivîk berdavêje.
Xemgîn ji nû ve vegeriya wêneya wê; Li kenara dengizê kevirekî reşe û bi pêlên dengizê re, binê wî hatiye kolan. Li ser piştê Vînos rûniştiye, li ber lingan pêrî û horî çûne secdê. Xemgîn çav kûrik kirin û li derpeşê nerî, carekê-didiwan pêşde-şûnde diçe û bi hêrs perê xwe dişkîne; Evê ku, nikare xala Silava derîne, di cih de rûdine û dûyê cixarê ewrekî reşe, ser seriyê wan digre.
Tilî dikizirin û bîna çerm tê, ji cih vediciniqe; Xizmetkarê xwaringehê dêng lê dike ku, here bi Silava û dostên wê re xwarinê buxe.
Lingan dixuşîne û berê xwe dide ber masa wan, hîne dest bi xwarinê nekiribû, deng bi xwediyê xwaringehê dikeve û li wî dipirse. Xwest rabe biçe, lê jê xwastin bimîne û ger tiştî jê dixweze, ewê bê. Peçek naçe û ew bi jorî wan dikeve, çav bi Xemgîn dikevin, di cih de mat dimîne û tijî dengê xwe dike qêrîn.
- Rabe ji ber masê, law.. tu kere; Çawa te rê ji xwe re dît ku, tu bi zibûna re rûne. ? bi gotinên xwe re şeqamekê dighîne wî.
Xemgîn ji cih nalve, wî ne mîna yê xwestî ku, qad veqelişe û tê de winda bibe û ne jî wek yê xwastî bibe teneyek xwê û di dengiz de bihelê, xwest. Tenê dibîne ku, birûskek di serî de dibrûse.. lêdixe, laş dilerize û xwêdaneke agirî, li ser çermê wî belav dibe.
Dema xwediyê Xwaringehê dît ku, ew ji cihê xwe nelivî, bi sukra wî digre û bi jorde dikşîne, lê hîne ew ber nedayî û mîna kêlka tirban, bi dirêjî tê xar. Di cih de qîrîn bi Silava dikeve, kesên li xwaringhê dicivin, damarên mirovatiyê bi yekî re lêdixin û xwe bi ser Xemgîn de xar dike.
- Netirsin.. ew dilborî ketî, dema gotinê Dibîsin, liv dikeve nav wan û du xort Xemgîn dikin nav xwe ku, wî bighînin nexweşxanê.
Çend roj di ser bûyerê re diçin, Xemgîn çavan vedike, ew li ser textekî dirêj kiriye û Silava jî li ser keviyê rûniştî. Rondik tavên buharê Ne û ji şerma re rûyê xwe vedişêre, tiliyên Silava jî rondikên wî yeko û yek vedimrîne û dema çavên wan, cara didiwan bi hev dikevin, dibîne ku, hunarîkên rûyê wê jî hatine avadan û ji nişkave sikeke reş bi ser wan dikeve, çavan hildide; Rûyê xwediyê xwaringehê, êrîş wan dikin.
Xemgîn xwast bike qêrîn, lê qêrîn ji Silava kişî. Piştî nirîn û tehlîlan, bijîşkan raporta xwe derxistin ku, Xemgîn wê her bimîne lal. Ew du-sê rojên dî di nexweşxanê de radikeve, lê Silava xûya nabe; Bavê wê û bi tûjbûna gotinê re, rê li ber wê û hatina ba wî biriye.
Roja çaran ji nexweşxanê dertê û bi ketina hundir re, per û rengan dike dest xwe ku, xwîna Silava bi laşê Vînos de berde. Lê ji nû ve wan ji dest xwe davêje, birînekê li kefa destê xwe vedike û bi xwîna xwe wêneya Silava jîn dike û xalekê ji yên xwe hildike, bi bin çavê wê yê çepê dixe.
Bi dawiya xistina xalê re, tê xwar û gola xwînê, li hundirê odê fereh û fereh dibe.
Heleb – 1989