Mihemed Elî, Efrîn
Golikek navî
naxirekê xire dike
Gayê dîn tim golik e
Mişk axê dikole û li
serê xwe dike
Şorek
xweş bihara dilan e
Benîştî dînan ji lîtirê ye
Dîkê rojekê be û ne
mirîşka salekê be
Mirîşka bê bext
hêkan ji cîranan re dike
Dîn
tiran dikin û xwedan ji berve fedî dikin
Kes
nabêje dewê min tirş e
Rovî
nagihîne tirî dibêje ew tirş e
Sa li
ber deriyê mala xwe no ye
Pinî
navê xwe li minî (ji ew kesê ku şaşiyan dike û hay xwe nabe re tê
gorin)
Hêkên
parsê çêlikan dernaxin
Biçûkê guran be ne
biçûkê biran be
Tir li cem dînan
dawet in
Bi sebrê bû mîrê
misirê
Şêran gêr kir û
koçikan xwar
Dîkê çê
di hêkê de bêlî ye
Tu
doman bê agir tune ne
Şorên
rast tim tal in
Hespî
merî mexmûr(pozbilind) tim kulek e
Bi
guran re xwar û bi xwedanan re lê gerî
Kurmî
darê ne ji darê be dar nakeve
Hêştir hate pûlekê û pûl nehat dîtin
(ji rewşa kesê xizan û bê pere re tê gotin)
Jin
jin gotiye û mêr mêr gotiye
Tu
dara ku seriyê xwe gihîştiye ezmên tune ye
Fesad
nebin gur û mî bi hev re diçêrin
Kes
ji bavan de sêwî namîne, lê ji diyan de dimîne
Mirîşka
kûr gêris di xewê de dibîne
JI GOTINÊN ÊZIDIYAN>>>
|