• Ava hêdî min hacêb jê dî
• Aqil taca zêrîne lê di serê herkesîde nîne
• Agir bi agir nayê vemirandin
• Axina vî destî ji vî destî re
namîne
• Aqilê sivik barê girane
• Aqilê kê heye dewleta wî heye
• Agir bi dehlê keve, hişk û ter tevda dişewitin
• Av di gola de genî dibe
• Av û ar tu car nabin yar
• Aşê dîna bê av digere
• Ava xwestî naçe hastî
• Bar bare, serbar neyare
• Bawerî hêza jiyane ye
• Bedewî nayê veşartın
• Bilind nenêre nizim nekeve
• Bela ji derê bê guman tên
• Berxê nêr ji bo kêreya
• Berîka belengaza valaya lê dilê van tijiye
• Bi gulekê bihar nayê
• Bela nabêje ez têm
• Bi xweziya dest nagihîje bakê
geziya
• Bîr bi derziyê nayê kolan
• Bila hindik be bila rindik be
• Birîna vekirî mirov xwe naxiyê
• Cavên li deriya xwelî li seriya
• Çiqasî dûre hewqasî bi nûre
• Çiqas mar fetla bide xwe dîsa jî wê rast here qulê
• Destê vala deng jê nayê
• Dar û devî bi guhin
• Dengbêj gula govenda ne
• Diz ji malêbe ga di kulekêre derdikevê
• Dost di roja teng de beladibe
• Dilê bi xezeb naghîje mirada
• Du zebeş bi destekî nayên girtin
• Dil bi dila zane
• Dewê ceribandî ji mastê ne ceribandî çêtire
• Dema dayîk dimire bav dibe mam
• Dermanê hertiştî xwedê ye dermanê xwedê tuneye
• Extiyarî dojeha jiyane ya
• Fistanê qîza sore, çavê xorta kore
• Giyayê hewşê bi hewşê tahle
• Giya di bin kevira da namîne
• Gotina rast sondê naxwaze
• Gotina xweş buhara dila ye
• Golikê malê ji gayê malê natirsê
• Girt bi şiri bernada bi biri
• Her dîk li ser luse xwe bang dide
• Hesîl xiranabe hingiv genî nabe
• Her teyr bi refê xwera difıre
• Hesin hesin dibire
• Hespê çê êmê xwe zêde dik
• Her giya li ser koka xwe şîn dibe.
• Herkes mêrê roja xweye
• Hespê nêr ji simê xwe şer nake
• Hinbüyi ji harbüyi xerabtira
• Însanê bê esas ne dibe tevir ne dibe das
• jiyana mezluma ji yê zalima dirêjtire
• jehr ji celiyen mara qut nabe.
• Ji avê bê deng diherike bitirse
• Ji bo mirov jiyan nehatiya dayin, hatiye kirêkirin
• Ji piçûkan xeta ji mezinan hafu
• Ji derda rû berda
• Ji kar netirse bila kar ji te bitirse
• Kesê ku mirinê bibîne bi nexweşiyê raziye
• Kesek nabêje dewê min
tirşe
• Kevirê giran di ciyê xwe de başe
• Kesê sîra nexwê bêhn jê nayê
• Keçel hekimbûya wê dermanek ji serê xwe re bidîta
• Ku tu çuyî bajarekî kora çavekî xwe bigire
• Ku tu ji hemu fermana re serê xwe berjêr bike tê bibe kole
• Ku tu bibe hasp wê siwarê te zêdebin
• Lêv ji diranan
pêştirin
• Li welatê kora çavşaş dibin qiral
• Mirov bi pirsê diçe Qudsê
• Miha nedîyî nayê kirîn
• Meznaya bi qala (gotina) nabe sala.
• Piştî tengasîyê firehiye.
• Pênus ji şur bi heztire.
• Pêl marê razayî neke.
• Qenciyê bike bavêje avê.
• Rastî tahla.
• Rastî şûrê Xwedêye.
• Rakirina zilmê ji zilmdara nexwazin.
• Revî nediçu kule hejik
bi dûvê xwe vedikir .
• Roja xweş ji sibê
de kifşe.
• Rûvî du cara nakeve xefke.
• Serê berjêr nayê jêkirin.
• Sere qijika qeli je çenabe.
• Serê du berana di beroşkê de nakelê
• Serê keçel başe di bin kumde
• Ser pêhatî ji hekîmê loqman çêtir dizane
• Şam şekire, lê welat jê şerîntire
• Şêr Şêre çi jine çi mêre
• Tu çi biçînî tê wê hilînî
• Tiştê çû nede dû
• Tifka sayi şerm bike ji xweyi
• Xweliya mêr û jinê ji heve
• Xwediyê sebrê bûye mîrê Misrê
• Xebera xweş mar ji qulê dertîne
• Xwedê çiya dibîne berfê lê dibarîne
• Yê tiştekî nizanibe tiştekî jibîrnake