Bi Getright re, dem û diravên te dê nema vala biçin.
Download (dakişandin),
pêvejoyeke pir
girîng e di tora întirnêt de; lê ev pêvejo pir caran bi têkçûna têkîlî
bi întirnêt re diherime, nemaze li Kurdistanê û welatên dagîrkerên wê
ji ber ku bingeha întirnêt li wir lar e.
Pir caran bikarhêner
pirtirî du katan(seatan) întirnêt vedike bo
pêçeyekî*(file)
yan jî progremekî ji wir dakişîne, lê berî ku dakişandin bi serî bibe
ji nûşkeve têkîlî têkdere--ev tê wateya ku do katên derbasbûyî vala
diçin. Ev pirsgirêk ziyaneke mezin dighîne berîk û derona bikarhêner,
û bêhna wî teng
dibe.
Malparên (şirketên)
têknosazî bi vê pirsgirêkê mijûl bûn û çareserîk ji vê taqê re di tora
întirnêt de dîtin. Çareserî bi
nivîsandina progrema
GETRIGHT
hat. Program pir hêsan e, karê xwe yê hîmî ew e ku dem û
rêjeya ku
ji pêçe hatî dakişandin li gel navnîşana wî di hard disk (sêla hişk)
de diparêze û karê carik dî dakişandinê berdewam bike.
Bikaranîna
GETRIGHT.
Here malpera
http://www.getright.com
û berhemê miftî(bêpere) dakişîne.
Pîştî dakişandin û
bicihkirina program di kompiyoterê te de, here lêvegeran(references)
û proxy li gor yê pêşkêşvanê xizmeta întirnêt li cem xwe biguhêre.
Eger tu li ser
întirnêt be û bixwazî pêçeyekî yan progremekî dakişîne, bi pişkova
rastê ya mişk li ser pêçe bitiqîn
û
download with Getright
vebijêre. Ji xweser Getright
pêçe di
tewayê*((folderê)
Downloads
de diparêze.
Eger têkçûna
têkîliyê çêbû, Getrigh nameyekê derdixe û dipirse ger tu dixwazê vî
pêçeyî li cem wî biparêze bo paşê dakişandinê berdewam bike, li vir
pirsgirêk li te dimîne, eger tu bixwazî, nameyê bipejirîn, yan jî
berevajî.
Wek me got, pêçe
di tewayî
downloads
de tê parastin, çi nîvdakişandî, çi teqez be. Vêça eger tu bixwazî dakişandinê carik dî berdewm
bikî, li ser eykona Getright di kompiyoterê xwe de bitiqîn û ji paceya (pencereya)
serî ya Getright pêçeyê xwe yê berê li gel navnîşan û rêjeya dakişandî
ji temenê wî vebijêre bo Getright dakişandinê berdewam bike.
Herweha, dirav û dema te dê nema vala biçin
Sipas ji Teknîkê re
Mihemed Elî- Efrîn
Efrin2615- bajarê Efrînê
|