MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Gelêrî
  • Ji stiranên gelî: Sibe ye xunav li gelî
  • Rojîn Zarg (berhevker): Şivanê bêsiûd
  • Azana Dîk

  • Azana Dîk
    Berhevkar: Rojîn ZARG: [email protected]


    Di gundê Akragê de merivekî heye li ber aş ê xwe ye, bi ş ev bi roj dimîne. Dîkekî wî heye, bi ş ev ji derve gazî xwediyê xwe dike dibêje:

    - Xwediyê min. xwediyê min.

    Aş van dibêje:

    - Çi ye?

    Dîk dibêje:

    - Destûra te heye ez azanekî bixwînim?

    Xwediyê wî dibêjê:

    - Lawo qey ez misilman nîn im? Ji Ometa Pêxember nîn im? Hîn tu destûra nimêjê ji min dixwazî. Ez dixwazim tu sed car azan bidî. Dîk azan dide. Dengê wî diçe Koredere. Mêze dike, roviyek jêr de tê. Tê ber aş ê ku dîk wayê li ser aş ê. Diçe ber aş van jê re dibêje:

    - Selamûeleykum xalê xoce. Xalê xoce dibêje:

    - Ho ho Eleykum Selam û dozdeh berekatû. Xalê xoce û rovî pirsa hal û demê hev dikin. Rovî gazî dike. Dibêje:

    - De were xwarê em ji xwe re bi cemaet nimêj bikin. Dîk di tirse, di dilê xwe de dibêje:

    - Bextê vê roviyê tune. Gazî min dike. Wê tiş tekî bînê serê min. Xalê xoce ji rovî re dibêje:

    - Li Akragê Êliyê Kalê heye. Du tajî û du boncikên wiyê fîno hene.

    Wexta ew jî bên, em bi hev re bi cemaet nimêj bikin. Xêra wî zêdeye. Rovî li xwe vardiqile, dibêje:

    - Xalê xoce di huzûra te de bêedebî tê wellehî desmêja min xerabû. Bi destûra te be ezê heta newalê herim, desmêja xwe teze bikim. Xalê Xoce dibêje:

    - Hîn ş efeqa pêş iye. Heta nîv seet ancax Eliyê Kalê were. De here desmêja xwe paqij bigre heta tu ji newalê werî. Ew ê jî were. Rovî dibêje:

    - Bilabe. Lê qala tajî û bonciyê fino dibe. Rovî li ber çem ew qas dibîne ku Xalê Elî her du tajî û boncikê fîno tê re derketin. Rovî dest bi bazdanê dike. Nikare ji ber tajî û finoyan bireve. Direve lê rizgar nabe. Li pey xwe mêze dike. Tajî gihîş tinê, ku wî bigirin, wê li hewa wî ji hev bikin. Hema ket qula xwe.

    Her du fîno li dû wî dikevin qulê. Her bonciyekî bi guhekî rovî digirin. Wî ji qulê kaş dikin derve. Xalê Elî wî digire.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1