Mirovek hebûye. Keçel bûye. Pir bi ber xwe dikeve. Bi mirovan re ne
dide ne
jî distîne. Rojekî radibe. Diçe binê darekî rûdine. Bala xwe didê. Yek
li
qeraxa rê rûniştiye. Ewr li ser serê wî ye. yê dirêjketî jê re dibêje:
- Tu li çi digerî?
Keçel dibêje:
- Bi Yezdan ez ji xwe re li sihûdê digerim.
Yê vezelandî jî dibêje:
- Wele sihûda min jî tune. Ez jî li sihûdê digerim. Sihûda min tune. Ez
evqas şivaniyê dikim tu kes şivantiya min naecibîne. Tu kes naxwaze min
bike
şivanê xwe. Dibêje:
- Were em li dû sihûda xwe herin. Keçel diçe. Balaxwe didê yek li binê
dirikê vezeliyaye. Xwe dirêj kiriye. Serê xwe kiriye nava çepilên xwe.
Mêrik
jê dipirse,dibêje:
- Tu çi kesî?
Dibersivîne, dibêje:
- Wele ez sihûda te me.
Dibêje:
- Te çima awa kiriye?
Dibêje:
- Filankes min çi kiriye? Min serê xwe kiriye nava çepilên xwe.
Keçel jê
re
dibêje:
- De rabe. Kes min naxebitîne. Kes şivantiyê bi min nake, kes gavantiyê
bi
min nake. Te ji bo çi serê xwe kiriye nava çepilên xwe.
Dibêje:
Wele ez razayibim jî,ez şiyar bim jî. Ezê nan bidim te. Evya yek. Ya
duduya.
Vê dara hanê dike qêrîn dibêje:'' Werin di binê min de veşartî (xizîne)
heye. Were binê min bikole. Zêran ji xwe re jê derxe. Ji xwe re bibe
here.
Keçel dibêje:
- Ho ho hoooo ezê çi zêran derxim. Wele ez ranabim erdê nakolim û zêran
jê
dernaxim. Çi karê min bi zêran heye?
Radibe,bi rê dikeve diçe. Keça
paşê jî
di şibakê de rûniştiye. Keçik wî dibîne.
Gazî dike dibêje:
- Keçelo,keçelo tu bi kuve diçî?
Keçel dibêje:
- Wele ez jî ji xwe re digerim. Ez dibêjim belkî ez sihûda xwe bibînim.
Keçik dibêje:
- Were bû heftsal bavê min li erdê ye. Tu were min mar bike. Ezê keçelê
te
jî rehet bikim. Te ji gurîtiyê rizgar bikim. Emê bikin û bixwin.
Keçel
dibêje:
- Ooooo wele ez nikarim te li xwe mar bikim. Ezê bi jinan çi bikim. Ezê
herim li sihûda xwe bigerim. Keçel diçe rastê gur tê. Gur jî kurm û
kêzik
ketine birînên wî. Li ser birînên wî danîne.
Keçel jê dipirse,dibêje:
- Guro tu çima ketî vê rewşa xerab,qey derman ji te re qediyaye?
Gur
dibêje:
- Wele dermanê min mirovê bêsihûd e. Ez li benda bêsihûdekî rawestî me.
Ji
min re gotin: “Tu mirovekî bêsihûd bixwiy,tuyê baş bibî.”
Keçel
dibêje:
- Tu evqas li vir î. Tu mirovên bêsihûd nabînî?
Gur dibêje:
- Wele heta vê gavê mirovekî bêsihûd rastî min nehatiye. Tu dev ji min
berde. Tu li çi digerî? Keçel ji serî heta paşî mesela xwe jê re qal
dike.
Dibêje:
- Wele min dev ji zêran berda. Min dev ji keça paşa berda. Ez li dû
sihûda
xwe digerim.
Gur jê re dibêje:
- Wele dermanê min jî tuyî. Divê ez te bixwim. Gur dikeve ser keçel.
Çîroka min çû deştê, dê û bavê min çûn bihuştê.