MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Gelêrî
  • Ji stiranên gelî: Sibe ye xunav li gelî
  • Rojîn Zarg (berhevker): Şivanê bêsiûd
  • Azana Dîk

  • Sube ye xunav li gelî
    Tîpguhastin: Cankurd: [email protected]


    [Stranêd kurdî]

    [Jêder: KYRДCKИE HAPOДЬЕ ПЕСНИ – Akdemiya Hayk CCCP – Ж.C. MYCAЗЛЯН- MOCKBA.1985]

    Sube ye xunav li gelî
    Endelîb dixwentin di gel bilbilî
    Ez dê biçime tewafa gerdenê hemayîlî
    
    Sube ye sube  lind e [bilind e]
    Kuro tu meger bi bazbend e
    Muhbeta dilan girêbend e
    
    Devê çeman hemû dar û bî ne
    Çawşî gerdenî guhar û binî ne
    Te sîng û berê reş e, li dorê hemû mela û hacî ne
    
    Xerîbim xerîbekî biyanî
    Destê kulfetê xwe bigrim, agirekî berdim xanimanî
    Gunehê kafiran bi min tê, xasma tu musilmanî
    
    Sube ye sube nabe
    Destê min di [ji] gerdena zer vena be
    Terka çavê belek nadim heta qiyamet li min rabe
    
    Sube ye weqtê seherê
    Karêd xezalan  meşyane mexelê
    Keleşa min nemaye li ser keyfa berê
    
    Were li min bibe mêwan [mêvan]
    Ji te ra bînim şekir û sêwan [sêvan]
    Cihê te dayînim li nîv sîng û beran
    
    Helebê vir da mel e
    Keleşa min ji hemamê derketî por î şil e
    Ramûsanekê bide min, diya te got, bibêj: “Diranê min kul e.“
    
    Were ez [û] tu herne bêriya miyan
    Bigerine keyf û laqirdiyan
    Eger diya te go;“Mere dereng e.“
    Bê:“Zêrê serê min qetiyan.“ 
    
    Li ser me ra çiya zer e
    Di bin me ra dar û ber e
    Hewara min Xwedê bextê bêbextan lê wergire
    
    Pezê keleşa min bizin e
    Min gerandî li deşt û tirazan e
    Ezê bême Şam a şerîf, Heleba xopan
    Bidim bi cotek bazin e
    
    Pezê keleşa [Keleş] a min î beran e
    Min gerandî li rêyan û li derban e
    Ezê bême Şam a şerîf, Heleba xopan
    Bidim bi cotek nîşan e
    
    Ferato, feratê vî paloyî
    Bi ser da xwar bû kelekek ji mîrî 
    Lawikê min çû welatê xerîban, dikim vî bîrî
    
    Min dî bû li bin dara Leylayî
    Zulfêd [wê] hilî dikin vî semayî
    Ezê destê Keleşa xwe bigirim
    Bavême bextê meriya mayî [mermayî]
    
    Bazîdê vir da xaç e
    Zêr li enya kafir bûne tac e
    Kê dîtiye lawê begzade bi keç kurmanc e
    
    Subhane di girî da
    Bayekî hênik lêda
    Xweziya min destê xwe li ber xanimê girêda
    
    Dilê min ji te nabe
    Tu diçî h’alê min ê çawa be
    Terka dêma gulîn nadim heta dîwana sibê rabe
    
    Min li diyarê gedûka payî
    Benda şûr kete ser ebayî
    Terka çavê belek nakim heta axirê dinyayî
    
    Çavê reşî qedan e
    Dan bi dane kildan e
    Van çavan gelek jin ji mêran berdane
    
    Sube ye tavê daye
    Li ser sîng û berê zer vedaye
    Du ramûsanan bide qismetê Xwedê daye.
    

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1