Berê hebû paşayek û şabanûyek yên ji hev re her roj
digot:
- Ax, xwezî me zarrokek heba!
Lê wan ti zarrok nedibûn.
Carekê, dema şabanû di germavê de bû, beqekê xwe ji
avê avêt der ser erda ziwa û got:
- Daxwaza te dê bi cih bêt: hê ev sal xilas nebûye,
keçek dê bo te çêbibe.
Belê, pêşbîniya beqê rast derket, û şabanûyê keçek bû
ku wa spehî bû ku kêfa paşayî bêsinor bû, û wî cejn û
şahiyên mezin dan amadekirin. Wî ne tenê xizm û lêzim
û heval û hogir lê herwa perî jî vexwendin şehyanê
daku qenciyê li keça wî bikin.
Li welatê wan sêzde perî hebûn lê ji ber ku mala
paşayî tenê dazde sênîkên zêrrîn hebûn ku perî jê
bixwin, paşa neçar ma ku yekê ji periyan venexwendî
bihêle.
Cejn bi şeng û şoxî hat pîrozkirin, û dema bi dawî
hat, her periyekê diyariyek efsûnî da keçikê: yekê
pakî, ya dî spehîtî, ya sêyem dewlemendî, û her wisan,
her tiştê dinyayê yê mirov bikare daxwaz bike.
Tam gava periya yazdehê diyariya xwe dida, ji nişkê ve
periya sêzdehê giha wê derê. Wê xwest tola xwe hilîne
ji ber ku nehatibû vexwendin cejnê. Bêyî silav bike
yan li ti kesî binere, wê bi dengbilindî bang kir:
- Dotmîr dê pazdesalî teşiyekê bike di tila xwe re û
ew dê mirî bikeve erdê.
Bêyî ti gotin dî, li paş xwe zivirrî û ji eywanê
derket.
Tevaya beşdarên cejnê ketin tirsê, lê hingê derket pêş
periya dazdehem ya hê diyariya xwe nedabû keçikê.
Mixabin wê nikarî wê nifrîna zalimane pûç bike, dikarî
tenê wê nerm bike:
- Na, dotmîr namire, lê dê bikeve xewek sedsalî.
- Paşayî xwest keça xwe ya dilber û delal biparêze lew
ferman da ku hemî teşiyên welatê wan bên sotin. Lê bi
diyariyên periyan keçik wa bedew, pak, xweşheval û
famdar bû ku her kesî, yê ew bidîta, di cih de jê hez
dikir.
Lê wa qewimî ku roja dotmîr bû pazdesalî, paşa û
şabanû ne li malê bûn û dotmîr tikîtenê li keleha xwe
ma. Ew ji vê odeyê çû ya dî, bi kêfa dilê xwe li
salonan nerî û taliyê giha bircek kevn. Bi derenceyên
zivirrok ve hilket û giha ber deriyek biçûk. Di qilfê
derî re kilîlek jengarî hebû, û dema kilîl bada, derî
jixwe ji cih vebû. Di odeka biçûk ve pîrejinek rûniştî
bû, di destî de teşiyek hebû û wê hirî dirist.
- Rojbaş, pîrê, dotmîrê got. - Tu çi dikî?
- Hiriyê dirêsim, pîrejinê got û serê xwe çemand.
- Ew çi tiştok e wa xweş diçerixe? keçik pirsî, teşî
girt destê xwe û li ber bû birêse. Lê hê baş destê xwe
negihandibûyê, nifrîna periyê rast derket û tûjika
teşiyê çû di tila wê re.
Dema dotmîrê hest bi zûrînekê kir li tila xwe, daket
ser doşekekê û raket xewek giran. Û xew belav bû hemû
kelehê. Paşa û şabanû, yên ku tam hingê gihabûn malê,
di xew çûn, û hemû dîwan di gel wan. Hesp di govê ve
nivistin, se li dermalê, kotir di ber sivandeyan re,
mêş bi dîwaran ve, ta agirê gurr yê argûnê kêm bû û
temirî, goşt êdî nekuzirî, û xwarinçêker, yê ku li ber
bû zeleyekê li bin guhê berdestiyê xwe bide ji ber
şaşiyekê, kurrik berda û li ser piyan di xew çû. Û ba
veçopirî û êdî pelek daran jî li dor kelehê nedilivî.
Û li dor kelehê dehl û dirran dest bi şênbûnê kir, sal
bi sal borrtir û bilindtir bûn ta ku hemû keleh
rapêçand, ta êdî xwe alaya li banê wê jî nedihat
dîtin. Lê di nav gel de digerrî çîrokek li ser Sorgula
nivistî - û car-car hin kurrmîr dihatin û xwe li dal û
dirran dicerriband. Lê ew bi ser nediketin ji ber ku
striyan - mîna ku dest hebin - xwe bi hev re zeft
dikirin, û xort di nav re asê diman û nedikarîn êdî ji
nav sereder bibin.
Piştî çendî çend salan kurrmîrek hat û ji pîremêrekî
çîroka dehl û dirran û keleha di nav wan re û Sorgula
spehî ya tê ve di xew bihîst. Êdî bûbû sed sal keçik
li gel paşa, şabanû û hemû dîwaniyan li wir di xew bû.
Pîremêrî ji bapîrê xwe bîstibû ku çendîn pismîran xwe
li wan dehl û dirran cerribandibû lê hemî lê asê mabûn
û dawî li jiyana wan hatibû.
Kurrmîrê xort got:
- Ez natirsim, ez ê biçim li Sorgula Spehî binerim.
Yê pîremêr tê koşî rê lê bigire lê yê xort guh neda
şîretan.
Hingê tam sed sal borîbûn, û hatibû ew roj ya diviyabû
Sorgul dîsan şiyar bibe. Dema kurrmîr nêzî dehl û
dirran bû, wan jixwe çeq û striyên xwe vedan alî,
sorgulên spehî li ber vebûn ta ku kurrmîr tê re derbas
bû û paşî dîsan li pişt wî dehl û dirran xwe rapêçand
hev. Li derê kelehê kurrmîrî hesp û kûçikên di xew
dîtin; serê kevok û kotir di bin çengan ve bûn li bin
serbanan. Û dema çû hindirrî kelehê, mêş bi dîwaran ve
razayî bûn, li metbexê yê xwarinçêker dest dirêjkirî
cemidîbû mîna ku destê xwe bigihîne berdestiyê xwe, û
keçika xidam mirîşkek reş di destî de bû ku diviyabû
bihata rûçikandin.
Kurrmîr hê jî li nav kelehê gerrî û dît ku hemî dîwanî
di xew bûn, û li ser textê desthilatiyê paşa û şabanû
jî çavmiçî bûn. Kurrmîr hê pêşvetir çû. Li herderê wa
bêdengî bû ku mirov dikarî dengê bên û henaseya xwe
bibîze. Taliyê giha ber bircê û deriyê wê xaneyê vekir
ya ku Sorgul tê ve nivistî bû. Keçika paldayî wa delal
û dilber bû ku kurrmîrî nedikarî çavên xwe jê veke lê
xwe bal wê ve tewand û ew maç kir.
Tam ku lêvên kurrmîrî gihan eniya Sorgulê, ew şiyar bû
û berê xwe da çavên wî. Herdu bi hev re hatin jêr, û
pê re şiyar bûn paşa û şabanû û hemî dîwanî, û bi
çavên zîq û biloq li hev nerîn. Û hespên li derê
kelehê rabûn ser xwe û xwe veweşand, se û tajiyan dest
bi reyînê kir, kevok û kotiran serê xwe ji bin çeng û
baskên xwe deranî û firrîn, mêşan dest bi livînê kir,
agirê kuçk û argûnan dîsan gurr û geş bû. Xwarinê dest
bi kelînê kir, goşt birijî û yê xwarinçêker zeleyek li
bin guhê berdestiyê xwe da daku bigirî, û xidamê
mirîşka xwe verûçand.
Paşî bi şeng û şanazî hat pîrozkirin dawet û dîlana
Sorgulê û kurrmîrî, û herdu ta dawiya jiyana xwe bi
şadî jîn.
Wergerandin: Husein Muhammed, 02/2004