|
|

Tu dizanî, mişk çi dike?

Mişk dipûnije.

Mişk dipûnije ta ku birsî dibe.

Mişk dixwe.

Mişk dixwe ta ku zikê wî tijî dibe û ew diweste û xewa wî tê.

Mişk dinive.

Mişk dinive ta ku şiyar dibe û dixwaze werzişê bike.

Mişk dibeze.

Mişk dibeze ta ku xuh dide û dixwaze xwe bişo.

Mişk xwe dişo.

Mişk xwe dişo ta ku pak û bijûn dibe û dixwaze tiştekî bixwîne.

Mişk dixwîne.

Mişk dixwîne ta ku hin raman dikevin serî ku divê bipûnije.

Dîsan mişk dipûnije.

Mişk dipûnije ku dest bi hin serpêhatiyên nû bike.
|
|