Tekoşîna gelê kurd ya ji bo azadî û mafên xwe yên bingehîn bi destbixe, ji
destpêka qernê 19-yê heya niha bi hemû aliyên xwe yê komplîke ve berdewam
kiriye. Di pêvajoya vê tekoşînê de, ji boyî ko hemû daxwaziyên gelê kurd yên
rewa û rasteqîn ji aliyê dewleta tirk ve hatin binpê kirin û asteng kirin,
lewra bi hawayekê mîsoger daxwaziyên gelê kurd yên neteweyî pirtirîn ji aliyê
rêxistinên îlegal ve hatine program kirin. Lêbelê ji aliyekê ve, di seransere
cihanê de giringiyek mezin ji bo azadî û mafên bingehîn tê dayîn û ev giringî
her diçe bi hawayekê xurt pêş dikeve, ji aliyek dî em dibîne ko, pêşber hebûna
gelê kurd, dewleta tirk bi helwesta xwe ya zorkerî û nijatperestî hebûna xwe
berdewam dike û vê siyaseta zorkerî û nîjatperestiyê ji bo xwe wekî siyaseteka
esasî dibîne. Ji ber van sedeman jî, divê kurd daxwaziyên xwe yên rewa û
rasteqîn bi hawayek gelek eşkere û vekirî bînin ziman û pêşper siyaseta dewletê
ya zorkerî helwesteke demokratîk û raste-rast bigrin. Wekî bi hawayekê gelemperî
"kêşeya kurdan" tê ziman, ya rast ne ev e; ya bi rast bê navkirin ew e ko
dewleta tirk bi xwe, di dijberî hemû mafên rewa yên gelê kurd de bûye kêşeyeka
esasî. Bi hawayekê giştî ev rewş ketiye qonaxeke wesa de ko, di vê qonaxê de
Rojhelata-nêvê ji nû ve tê ava kirin, ji ber vê çendê ji, ji boyî ko çareseriyên
esasî û rast derbikevin halê, rewşa kurdan giringiyek xwe ya xweser û esasî
heye.
Di vî wextê ko, ji gelek aliyan ve ji nû ve şekilkirin û şekildayina
Rojhilata-nêvê û dinyayê tê kirin de, bivê-nevê kurd ji dê di vê şekildayinê de
cihê xwe bigrin. Lê çawayiya vê cihgirtinê hêj ne diyar e û gomanên vê pir in.
Hêzên bingehîn yên ko di sedsala bihorî de şekil dayin dinyayê, di sedsala nû de
ji, wekî pêdivêyiyaka nîrxên wan, bi hawayekê gelek eşkere tînin ziman ko dê di
vê şekildayina nû de cihê kurdan ji hebe.
Ji aliyek dî ve, rêxistinên ko heta niha kurdan bi hawayekê legal li Tirkiyê
ava kirine, her çend di eslê xwe de ev rêxistin kurd bûne, lê di program û
beyankirina fikrên xwe de her wekî karek yê takiyecîtiyê bikin, di derbareyê
daxwaziyên kurdan yên rewa de nebûne xwediyê helwesteka demokratîk, raste-rast
û vekirî. Ji ber vê çendê ji, her wekî nekarîne di qeda neteweyî de bawerîyê
bidin gelê kurd, di platforma navneteweyî de ji nekarine baweriyê bidin dostên
kurdan. Ev helwesta nezelal, di nezara hêzên ko dixwazin ji nû ve şekil bidin
dinyayê de ji bûye sedemê ko ne diyar e ka daxwaziyên kurdan çine.
Vê siyaseta xirap tehsireka xwe ya gelek negatîf li ser wê çendê heye ko,
rêxistinên heya niha di qada legal de hatîne damezradin lêbelê bi hawayekê
rasteqîn nebûne xwediyê nasnameyeka kurdî û di warî legal de kulturek ya
muhalefeta kurd ya demokratîk pêşneketiye. Divê kurd ji rastiya xwe nerevin,
tam berevajiyê vê di hemû platformên medenî de li rastiya xwe ya neteweyî xwedî
derbikevin û dengê xwe bilind bikin.
Rastiyek dî ji heye ko divê bi xetên stur bê detst nîşan kirin, ew ji,
her dema ko kurdan xwestiye ko bi hawayekê vekirî xebatên xwe yên xweser bikin,
di heman demê de rantxwer, bazirgan û çeteyên siyasetê destê xwe di têwerdana
van xebatan de dikin.
Ji ber vê çendê ji pêdivîya perspektîfeka nû û unîversal ji kurdan re heye û
cewherên vê perspektîfê di rayên dîrokî yên miletê kurd de bi hawayekê gelek
xurt hene... Ev ji miheqeqe ko armanc û pêdivêyî ji li gora xwe wesiteyên xwe
pêktînin..
Di vê rewşa kurdan ya îro ko di halek kaotîk de ye ji, kurd, ji bo
pêkanîna nexşeriyeka neteweyî û unîversal li her platformê de; li her malê, li
her kuçeyê li her qehweyê guftugo û minaqeşeyan dikin.
Hêvî û xebata me ew e ko miletê kurd, bi serkeftin û neçariyên xwe ve, bi cidatî
û hevkariyên xwe ve, bi hemû halên xwe yên pasîf û aktîf ve, her kurdek yê/a
kedek ya wî/ê ji tekoşîna rizgariya neteweyî û civakî ya gelê kurd re heyî
tevli çêkirina nexşeriya gelê kurd ya sedsala nû bibe.
Bi zanabûna ko em miletek in û divê em ji bibin xwedî dewlet, ji aliyêkê ve em
dê minaqeşe û xebatên xwe berdewam bikîn û ji aliyê dî ve hêvîya me ya esasî ew
ko em bibin bersîv ji asteng û pêdiviyên miletê kurd re.
Aliyên esasî
1) Miletê kurd endamek birûmet yê milêtên dinê ye. Lê mixabin di platforma
miletên dinê de bi nasnameya xwe ya neteweyê hêj cih xwe negirtiye, divê ev
rewşa bêdad, ji aliyê her kurdekê ve bi helwesteke xweragir bê red kirin.
2) Tirkiye ji alyê xwe ve, di derbareyê doza kurdan de riya neçareserkirinê esas
digire û bi vê zihniyeta xwe, dixwaze ber bi Yekîtiya Ewropa ve biçe, ji aliyê
dî diviya bû kurd di vê prosesê de tarefek bin û wekî tarefekê tevlî mizakereyên
Yekîtiya Ewropa bibin, lê mixabin, tarefbûnê berdin aliyekê, kurdan daxwaziyên
xwe daxistine asteyê serbestkirina ziman û karên weşanî û bi vî hawayî hewl
didin ko Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropa.
3) Kurd di prosesa Tirkiyê ya tevlibûna Yekîtiya Ewropa de tarefek in. Lewra
divê kurd, li Yekitiyek ya Ewropa ya ko nasname ya neteweyî û daxwazên rewa yên
kurdan qebul dike de cihê xwe bigrin.
Divê baş bê zanîn ko, mafê temsilkirina kurdan bi kêmanî qasî yê tirkên
Qibrisê heye
4) Wekî neteweyekê jiyanek ya ko di nav tixûbên çar dewletê Rojhilata-nêvê de
hatî par kirin û hepiskirin nayê qebul kirin.
Yekkirina coxrafiyaya kurdan ya ko ji derveyî îradeya wan hatî parçe
kirin, divê li gorî hiquqa navneteweyî ko çarenosa miletan wekî presîbeke esasî
digere û li gorî rêdana konjenktura dinê ya nû, wekî perspektîfeka esasî bê
dîtin.
5) Beyanên kurdan yên ko dibêjin em dixwazin li Tirkiyê bibin hikumet û Tirkiye
îdare bikin ji rastiyê dûr in. Her ne rast e ko kurd, wextê xwe bi gotinên wiha
vale û ji rastiyê dûr derbaz bikin... Ne bi hewldanên ko dibêjin 'Em partiyek ya
Tirkiyê ne' ketina bin bar û problemên Tirkiyê û ne ji bi partiya Tirkiyetiyê
çav lê girtina paqişkirina demografik ya Kurdistanê ti problem hal nabin... Riya
bi vî awayî di serî de xetimandinê bi xwe re tînin û ti mifayek yê vê riyê ji tu
kesê re ji nîne.
6) Mafê çarenosiyê yê ko her miletek bi îradeya xwe ya azad biryarê bide, di
perspektîfên mafên hiquqî û esasî de wekî mafek yê nayê dewr kirin tê dîtin. Ji
ber vê çendê ji, ji boyî îradeya gelê kurd bi hawayekê azad derbikeve halê, divê
li Tirkiyê şert û mercên vê yekê bê amade kirin û referandum bê pêk anîn..
7) Bi şertê ko riya serxwebûnê mafek yê rewa û berdest be, li gor konjunktura
dinê ya îro, divê mercên wekhevî û yekîtiya herdu civatan li ser bingehê
federasyonek ya kurdan û tirkan bên amade kirin.
8) Ev yek misoger bûye ko êdî divê miletê kurd, daxwazên xwe yên ji bo bi
destxistina mafên xwe yên bingehîn, rewa bi hawayekê eşkere bêje, dengê xwe
bilind bike û tevgerên rêxistînî yên eşkere û rewa bên pêk anîn...
9) Her çîn û tebeqeyên di nêva miletekê de heyîn ko milet ji wan tebeqeyan tê
vicudê ko divê xabet li ser esasê yekgirtina van çîn û tebeqeyan bê meşandin û
ev yek wekî fikreka esasî bê parastin......ji bona kêm kirin û ji halê rakirina
ferq û cidatiyên li ser bingehê newekhevitiyê yên cinsî, etnîkî û olî yên ko li
ser cografiya me bûne sertdest divê xebat bêkirin û ev yek bê program kirin.
10) Li gorî seregirtina hiquqê demokrasî, maf û azadiya mirovan, pirrengî,
firehizbî, beşdarbûnî bingeh tê dîtin û li ser vê bingehê divê li Kurdistanê
de, mafên hemû grubên etnîkî, olî yên kulturî, civakî, ewlekarî û siyasî bên
program kirin.
Kurdistana ko di dirêjahiya hemû pêvajoya dîrokê de bûye cihê pirzimantî,
firehkulturî pirrengiyê di van dusedsalên dawiyê de bûye qadek ya şer û çeng û
pevçûnên xedar. Her çend ko vê pêvajoya xedar xususiyetên pirzimanî û
firehkulturî xira kiribin jî, divê ji bo parastina yên heyê xebat bê kirin û bê
program kirin.
11) Divê sermayedarên kurd li bazara Kurdistanê xwedî derbikevin û dewlemendiya
Kurdistanê wekî îmkanên dewlemendiya xwe bizanin
12) Divê Kurdistan wekî navenda xebatê bê dîtin û ev yek wekî prensîp bê
parastin.
13) Ji mewzuatên yasayî yên komara Tirkiyê zêdetir, divê li ser bingehên
rewabûna hiquqi ya navneteweyî û prensîbên mafên bingehîn yên maf û azadiya
mirof û gelan giftugo çêbin, her li ser vê zemîna rewa xebat bê kirin û hêz û
baweriya mafdarîyê bê parastin.
14) Hemû xebatên heta niha di derbareyê doza miletê kurd de hatîn kirin û hêj ji
tên kirin, wekî mîrateyê miletê kurd tê dîtin..
Baweriya me ya di derbareyê xebat û hewldanên ji bo hevdîtin, bi hev re karkirin
û lêk ragirirtinê de tên kirin û dê bên kirin kamil e.
Me li Diyarbekir bi karekê mitewazî belê xwedî idea dest bi xebatê
kiriye.
Em di ferqa wê çendê de ne ko ji boyê şiûrê neteweyê yê kurdan têk
biçe gelek entrîka û kar hatine kirin, wan karên xirab riyek duvdirêj ji
girtiye. Lê bang û gaziya me ew e ko, hemû tebeqeyên miletê me, kîj mirovê kurd
li kû derê dinê dibin bila bibe, li ava kirina sazî û dezgehên xwe yên neteweyî
bigerin û wan dezgeh û sazîyên xwe yên neteweyî ava bikin û lê xwedî derkevin da
ko di vê sedsakla nû de miletê kurd ji wekî hemû miletênb xwedî rûmet yên dinê
bi xwedî nexşeriyeka avakirina paşeroja xwe. Lewra em ji niha de sipasiyên xwe
pêşkêşî hemû welatparêz û kesên kurd yên kedek ya xwe pêşkêşê vê nexşeriyê bikin
dikî û em hêvî dikin ko hûn hevkariyê bikin...
Înîsîyatîfa Partiya Kurdistan