Tenê dimîne şopa kiran piştî nedîyar bî
Qencî, xirabî têne gotin divê şîyar bî
Drust bilive da bi qencî bêyî salixdan
Bi dernekevî ji vê dinê bê nav û nîşan
Osman Sebrî, 22.12.1964
Rûpelên ronak û zêrîn di dîroka her gelekî da dibin mal û milkên neteweyên wî gelî û dibin nimûneyên giranbiha li ser rêya jîyan û diwaroja wan. Ew dibin gîyanê awaz û sirûd û raperîn û tevgerên netewî.
Bi bîranîna tiştên pîroz û hêja ji dîroka kevin û nuh mirov hebûna xwe diparêze û dewlemend dike.
Di dîroka gelê kurd da bûyer û navên mezin û pîroz gelek pirin. Yek ji wan navên mezin navê Apo Osman Sebrî ye, ko bûye rûpelekî zêrîn di dîroka me ya nûjen da.
Apo Osman Sebrî têkoşer û ronakbîrekî bi gelê xwe bawerbû, serê xwe li ber dagirkirên Kurdistanê danexist û ew ji gelê xwe mezintir nedîtin. Di rojên teng da; di rojên mayîn û nemanê da wî lehengî nîşanda.
Bi vî awayî û bi xebata xwe ya bi dehsalan ji gelê xwe ra rê dîyarkirin û şopên serbilindîyê li şûn xwe hîştin.
Bi kar û xebat û nivîsarên xwe bû perwerdevanê ramana netewî.
Apo Osman Sebrî roja 11.10.1993an çû ser heqîya xwe. Bi yada derbasbûna deh salan di ser vê rojê ra sêmînarek li Înstîtûta Kurdî li Berlînê pêkhat û pêşnîyazek hate pêşkeşkirin, ko sala 2005an di nav netewa kurd da bibe sala bîranîn û pîrozkirina sedsalîya Osman Sebrî yê nemir.
Bi vê Bangê em hêvî dikin, ko hemû têkoşer, ronakbîr, nivîskar û helbestvan û hemû sazî û rêxistinên me yên wêjeyî, sîyasî, civakî, çandî û her weha têlêvîzyon û rojname û govar xwe amade bikin bona beşdarbûnê di vê pîrozkirinê da.
Bi dayîna îmzeya xwe hûn jî piştgîrîya vê bangê bikin.
Li gel silav û rêz
Rewşenbîrên kurd – Berlîn
Kontakt: Tel. ++49 (0)30 3926602 / 3212157; Fax 3212157
E-Mail:[email protected]