Ev e karê dîplomasî. Min berê jî gotibû ku, hin caran karên dîplomasî û nameyek ji deh û sed hezar çalakvanan tesîra wê zêdetire. Pena Kurd bi xebatek pîroz û bi karek delal dersek baş rayê dewleta El-Mixaberat da û ew mecbûr man ku şerwanên azadiyê Hesen Salih û Merwan Osman serbest berdin.
Beşek ji nameya ku 202 nivîskarên Îngilîz ji Serokê dewleta El-Mixaberat Beşar Esat re şandibûn.
18ê Sibatê, sala 2004an
202 nivîsikar - di nav wan de A. S. Byatt, Margaret Drabble, David Hare, Ian McEwan, Anthony Minghella, Joan Smith, Harold Pinter û Graham Swift – bûne beşdarên nameya destnîşankirî ya ku ji Serok Beşar el-Esed rizgarkirina Merwan Osman dixwaze, ji ber ku Merwan Osman li dijî mafê azadiya ramanê hatibû binçavkrin. (http://www.pen-kurd.org)
Daxwîyaniya serokê PENA KURD Mamoste Dr. Zerdeşt Haco
Mizgînî
biryara berdana herdu têkoşerên kurd, yên di zîndanên rêcîma beisê Şamê de hate dan. Îro bi rêya telefonê em hatin agadar kirin, ku endamê me, kekê Merwan Osman û têkoşerê kurd, kekê Hesen Salih wê ji zîndanan derkevin. Bi dirêjiya vê nûçeya xweş emê di nameyeke taybetî de We agadar bikin.
Bi rêz û silavên min re
Dr. Zerdeşt Haco
22.02.2004