Di şerê panzdeh salan de gelê kurd pir êş kişand. Xirabiyên şer, bandora wê ya negatîf li ser zarokan, mirin, kuştin, birîndarî û êşa civakî, jiyanê û derûniya gel serobin kir. Ji alî kontrayan ve pêkanîna kuştinên qesasên nediyar, hebûna bi hezaran parêstvanên gundan, zilm û tehda dewleta dagirker, xirabiyên îtîrafkeran bûn rengê şerê qirêj. Bi destê dewleta dagirker a tirk di nav civaka kurd de dejenerasyoneke wisa hate pêk hat ku civak bi xwe re bû biyan.
Bûyerên ku di pêvajoya şerê qirêj de pêk hatine, serpêhatiyên kesan, koçberî û herweha gelek tiştên din, ji bo edebiyatê dikare bibe malzeme. Nivîskar dikarin ji ber bûyerên civakî yên rasteqîn çîrok, helbest, şano û roman binivîsin. Hinek nivîskarên tirk û yên kokkurd ku bi zimanê tirkî berhemên xwe diafirînin, di berhemên xwe yên edebî de dîmeneke ji şerê qirêj werdigrin û di hinek beşên berhemên xwe de bûyerên kul i Kurdistanê hatine qewimandin, bi şêweya çîrok yan beşên romanê nivîsîne. Di pirtûkên nivîskara Ahmed Umîd, Mehmet Eroglu, Erol Coşkun, Hasret Bîrsel û gelekên din de mijara bûyerên dema şerê qirêj hene.
Ji wan pirtûkan yek jê jî pirtûka M. Erol Coşkun e. Navê pirtûkê ”Acinin Dîlî Kadin – Jin Zimanê Êşê” ye. Ev pirtûk pirtûka çîrokan e û bi tirkî ye. Di pirtûkê de şeş çîrok hene. Nivîskarê pirtûkê M. Erol Coşkun çîrokên xwe di dema germiya şerê qirêj de, ji salên 1997 û 1998an de nivîsiye. Pirtûk 124 rûpel e û di nav weşanên ”Pêrî” de li Stenbolê derketiye.
Temaya çîrokên M. Erol Coşkun li ser jinan e. Jinên ku êş dîtine, di nav zehmetiyên şer de tiştên ku hatine serê wan bi zimanekî edebî hatine qalkirin. Di çîrokên nivîskar de panorama rastiya civaka kurd, hest û vîna wan, dilê wan ê bi êş û bi evîn, tirs û cesaret, hêviyên wan yên pêşerojê gelek baş hatiye taswîr kirin.
Dema mirov van çîrokan dixwîne, dîmenek ji rewşa civaka kurd, dilê wan ê bi êş, birînên keçên xezal, jinên delal, hêvî û evîna bi sihir dibîne. Bûyerên ku di çîrokan de derbas dibin, bi tevahî bûyerên rasteqînin û di jiyana rojane de hatine pêkanîn. Lewre jî ev berhem berhemeke ku di nav şaxê edebiyata realîst de tê hesibandin.
Nivîskar pirtûka xwe diyariyê jinên kurd, jinên ku di pêvajoya şer de herî pir eziyet û zehmet kişandin, jinên ku bûn diya zarokên yêtîm, diyên xort û keçên ciwan ku negîştin miradê xwe, diyên keç û xortên kul i serê çiyan ji alî dagirkerên hov bi wahşetî hatin qetilkirin, anku nivîskar berhema xwe diyariyê diyên kezebşewitî û birîndar kiriye.
Nivîskar di çîroka yekem ya bi sernavê ”Da hela bila sibê roj bê” de jiyan û zehmetiyên kurdên koçber yên ku çûne deşta Adanê û li wir di erdan de paleyî dikin, qal dike.
Malbata Omer, malbateke kurd e. Omer ji xwe re ameletî, paleyî dike û debara malbata xwe dike. Jina wî kar nake. Yanî jina malê ye. Sê zarokên wan hene. Jinik ji zarokên xwe re behsa xweşiya welat dike û carna jî j iwan re çîrokên gelêrî qal dike. Çîroka ”Asê û Siwaro” ku jinik ji zarokên xwe re qal dike, çîrokeke gelêriye û xweş e. Nivîskar di nav çîroka modern de, çîrokek folklorî, gelêrî bi devê jinikê daye gotin. Di nav hevûdu de li hevûdu quncandina du çîrokan dide xuyakirin bê vegotina nivîskar çiqas xurt e.
Di çîroka ”Asê û Siwaro” de mirov dibîne ku, dema evîn bikeve dilê mirov, êdî jê dernakeve. Asê ji Siwaro hez dike, lê bavê w ew dide yekî din. Asê dizewice, du zarokên wê dibin, lê ew hêj jî ji Siwaro hez dike.
Di çîrokê de beşeke şkencexanê heye. Polîsan keçeke kurd girtine û di zîndanê de pê şkence dikin. Gotinên ku polîs di derbarê kurdan û jinên kurd de jê re dibêjin, tûkê serê mirov radike. Divê her kurd gotinên polîsan yên di vê çîrokê de ne, bi îbret, bi kîn û nefret bixwînin û bibînin bê polîsên dewleta dagirker a tirk çiqas neheqî û heqaret li jinên kurd, li gelê kurd dikin. Dema min vê beşa şkencexanê û gotinên polîs xwend, min ji xwe re got : ”Min û yên wek min, temamê welatparêzên kurd, me çiqas baş kiriye ku bi xebateke pîroz doza gelê kurd parastiye û em ji bo azadiya gel û rizgariya welat têkoşiyane. Divê ev têkoşîn her û her bidome û tu car neyê rawestandin.”
Polîs şeveke davêjin ser mala Omer. Ew bi wahşetî, bi şêweyeke hovane Omer, milîtanekî welatparêz û du zarokên Omer yên biçûk dikujin û jina wî jî birîndar dikin. Nivîskarê pirtûkê vê çîrokê wisa bi şêweyeke realîst nivîsiye ku, çîrokên weha realîst kêm hatine nivîsîn. Xwezî çîrokên weha realîst û serketî bi kurdî jî bihatana nivîsîn.
Çîrokên M. Erol Coşkun mirov dixe bin bandora xwe û li ser hest û ruhê mirov tesîr dike. Ev nivîskarê kêrhatî û di edebiyatê de serketî kî ye? Kurd e yan tirk e? Ew heta niha li kû bû? Kêmaniya weşanên ”Pêrî” û gelek weşanên din yên kurdan yên li Stenbolê ew e ku dema pirtûkek diweşînin, di derbarê nivîskar de ti agahdarî nadin ku mirov bizanibe bê nivîskar kî ye? Ji ku ye? Kurd e yan na? Bi min, divê derbarê jiyan û xebata nivîskarên weha de agahdarî hebe. Kurtejiyana wan di pirtûkê de bê weşandin, bi wan re hevpeyvîn bêne çêkirin û berhemên wan yên din bêne danasîn. Masmedîa kurdan, roname û kovarên kurdî di vê hêlê de qer û lal in. Ew şûna ku behsa berhemên weha, berhemên ku êşa civaka kurd tînin zimên bikin, vê nakin, ew pirtûkên kemalîstan didin nasîne. Nivîskarên kemalîst bi berhemên xwe ve bi qurbana M. Erol Coşkun û berhama wî bibin. Xemsariya li hemberê berhemên nivîskarên welatparêz yên kurd, tu feydeyeke nade weşanên xêzikî, rojname û kovarên kurdî. Divê ew weşan di nav rûpelên xwe de danasîna pirtûkên kurdî û yên nivîskarên kokkurd ku bi hestekî welatparêzî, lê ji ber sedemên curbecur bi tirkî nivîsîne, pirtûkên wan bidin danasînê.
Gelek pirtûkên kurdî û yên nivîskarên kokurd ku bi tirkîne, lê temaya wan wan civaka kurd e, hatine weşandin. Dema di kovar û rojnameyên kurdan de li ser van berheman nivîsên danasînê, analîzê bêne weşandin, dê xwendevanên wan weşanan j iwan hayidar bibin û li gorê întreseya xwe ya naveroka wan berheman, pirtûk bikirin û bixwînin.
Helbet, divê weşanxaneyên kurdan jî girîngî bidin reklamê. Dema cihû (yehûdî) bazirganiya tişteke dikin, ji sedî heftê didin mesrefa reklamê û ji sedî sî didin tiştên ku dikirin û difroşin. Ew bi xêra reklamê, gelek pere qezenç dikin.
Di pirtûka M. Erol Coşkun de şeş çîrok hene. Çîrokeke din a xweş û serketî jî, çîroka çalakiya Zîlanê ye. Min behsa naveroka vê çîrokê û yên din nekir. Min behsa naveroka çîrokek bi tenê kir. Ez behsa pênc çîrokên din bikim, dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Lê, ez vê bibêjim; pênc çîrokên wî yên din jî gelek xweş in, biserketî ne û divê xwendevan van çîrokan bixwînin.
Nivîskar di vê pirtûka xwe ya yekem de daye xuyakirin ku ew di çîrok nivîsînê de bi ser ketiye. Divê ew xebata xwe ya çîrok nivîsînê, anku nivîskariya xwe bidomîne. Wî di salên 1997 û 1998an de van çîrokan nivîsiye. Niha 2004. Di navberê de şeş sal derbas bûne. Heger wî pirtûkên çîrokan nivîsiye, divê miheqeq bide weşandin. Ez nivîskar nas nakim û nizanim ji kur e. Heger ew bikaribe çîrokên xwe bi kurdî û bi vî rengî binivîse û biweşîne, gelek baş dibe. Lewre berhemên wî – heger bi kurdî bin – dê ji bo edebiyata kurdî dewlemendiyeke giranbiha be.