Heger dewleteke me kurdan hebûna, sazî û dezgehên me yên kulturî bi şêweyeke profesyonelî kar û xebata xwe bidomandana, leyistikvanên şanoger û balerînên kurd dikaribûn ji ber berhema edebî ya helbestvan Rênas jiyan şanoyeke bikalîte û baleyeke bi hunerî pêk bînin. Lê, çi heyf ku niha dewleta me jî û sazî û dezgehên me yên kulturî/profesyonelî jî tunin. Lêbelê, ev tunebûn divê hêviya me ya ji bo pêşerojê neşkîne û nivîskarên kurd herwekî nivîskar Rênas Jiyan ji niha ve berhemên bi qalîte biafirînin û diyariyê pêşeroja azad ya kurdan bikin.
Pirtûka helbestên helbestvan Rênas Jiyan berhemeke edebî ye, ji hêla naveroka xwe gelek dewlemend e û ji alî hunera edebî ve berhemeke giranbiha ye. Wî di berhema xwe ya hêja de rênasiya jiyanê bi navê janya pêşberê me kiriye. Ez wekî xwendevanekî kurd ji helbestvan Rênas Jiyan re spasdarim ku wî bi van helbestên xwe yên xweş û bi şêweyeke hunerî berhemeke edebî afirandiye û wî bi vê berhema xwe tehm û lezeteke hunerî daye me xwendevanên kurd. Herweha wî bi afirandina vê berhema xwe edebiyata kurdî a nûjen dewlemend kiriye.
(Berga pirtûka "Janya" rengîn e. Mehname lêborînê hêvî dike ji ber ku ew li vir reş-û-spî derdikeve.)
Pirtûka Rênas Jiyan a bi navê "Janya" 112 rûpel e û di nav weşanên "Doz"ê de li Stenbolê derketiye. Di pirtûkê de 23 helbest cih girtine. Rênas Jiyan helbestvanekî berhemkar e û wî berhema xwe ya duyem jî di nav weşanên "Belkî" de li Amedê weşandiye.
Helbestên Rênas Jiyan helbestên modern in û ji alî naveroka xwe ve dewlemendin, evînî û sosyal/civakî ne, manedarin û weke neynika jiyanê ne. Derd, kul, êş, evîn, stran, qesîde, rêwîtî, jan û jiyan, dê û law, hawar û qêrîn, girîn û zarîn, dilgirtiyên evînî û herweha gelek peyv û hevokên bi efsûnî di nav rûpelên berhema wî de hatine rêzkirin. Wî ji bo helbestên xwe peyvên herî hilbijartî, hilbijartiye û bi hevokên efsûnî yên hunerî helbestên xwe neqişandiye.
Wî di helbestên xwe de derd û kul û keder, êş û birîn, jan û jiyana gelê kurd aniye zimên. Wî bi gotinên hunerî rewşa kanbax a welatê me, derûniya civakê û kuştin û mirina xortên kurd bi zimanekî hunerî rave kiriye. Wî di helbesteke xwe de rewş û sedemên mirina xortên kurd bi şêweyeke wisa hunerî aniye zimên ku, bi nivîsîna sedan rûpelan ew rewş nikare weha bi manedarî bê şîrovekirin. Ev jî mezinahî û payebilindiya hunera edebî dide nîşandan. Hunera edebiyatê mezin e, qedirbilind e, bi hêz û ezamet e.
Helbestvan dibêje "şev û roj li min hatine xezebê" Xezeba xedar a dagirkeran li welatê me kurdan şevên tarî û rojên bi xwîn pêk anîn. Bi hezaran keç û xortên kurd qetil kirin, welat tarûmar kirin, darîstanan şewitandin, gundan xirab kirin, navçan wêran kirin, jiyanê li gelê kurd herimandin. Yek gotinek, yek peyveke sihrî ê hunerî dikare xezeba dijmin raxîne ber çavên mirov.
Helbestên Rênas Jiyan weke ava deryayê ye. Mirov dikare ji her hevokeke wî hezar mane derxe û bi piralî binirxîne. Heger mirov bixwaze dikare li ser hevokeke wî şîroveyên gelek dirêj û berfireh bike. Ji bo ku hevokên wî xwedî maneyeke dûr û kûr in, mirov dikare bi gelek cureyan mane û naverokên hevokan bîne zimên. Lê, ji bo ku ez vê nivîsa xwe dirêj nekim, ez ê bi kurtahî li ser hinek helbestên wî bisekinim û taswîra hevokên wî bikim.
Helbestvan Rênas Jiyan di hevokek helbesteke xwe de dibêje:
" Hecz dianîne ser serhildanên min
1925-an de xwîna min dihate daliqandin
diherikî û digot xwîna min;
”wê neviyên min
min fedîkar dernexin”
Dîrok fedîkar e kalo...
Dîsa birînên min birîn bûn. "
Niha ev hevoka li jor wisa xwedî maneyeke kûr e ku, heger ez bixwazim bi berfirehî şerh û şîroveya wê bikim, belkî bi sedan rûpelên kaxizan têr neke. Ew gotinên " ”wê neviyên min, min fedîkar dernexin” gotinên dawî yên Şêx Seîdê nemir e. Heger mirov şîrova van gotinan bike, ji dema piştî serîhildana wî bigre û heta girava Îmraliyê bîne û vê dema çûyî bi berfirehî analîz bike dê nivîs gelek dirêj bibe. Ez bi kurtahî vê bibêjim ku, piştî serîhildana Şêx Seîdê nemir, neviyên wî, xort û keçên civan, egît û mêrxasên çekdarên kurd li Dêrsimê, Zîlanê, Agriyê û herî dawî di şerê panzdeh salan de gelek bedêl dan, xwîna wan hate rijandin, ji bo azadiya gel û rizgariya welat canê xwe kirin feda. Gelek kadir û endamên partî û rêxistinên kurd di hepis û zîndanan de, li serê çiyan di berxwe de dan, şehîd ketin, lê gelek berpirsiyarên rêxistinan, endamên komîteyên navendî û polît buroyan û hinek serok û sekreterên partî û rêxistinan di berxwede nedan, ala teslîmiyetê bilind kirin, bêhêvîtiyê belav kirin. Belê, sedheyfû mixabin ku hinek zilamên ku xwedêgiravî serkêşî û rêberiya partî û rêxistinên kurdan dikirin di berxwede nedan, bi bîrûbawerî li doza kurd û Kurdistanê xwedê derneketin, têk çûn û bi helwesteke nebaş ketin rewşeke fedîkar. Helbestvan Rênas Jiyan bi vê rewşê zanê û loma jî dibêje : "Dîrok fedîkar e kalo...Dîsa birînên min birîn bûn."
Nivîskar Rênas Jiyan helbestvanekî bi bîr û bawerî ye û ji bo pêşerojê hêviya wî ye. Ew bi hêvî ye ku dê zarokên wî jî weke bavê xwe bibin ”niştîmanperwer, cîhanperwer û evîndar.”
Di vê berhema edebî de bi sernavê "Semîramîs" beşeke dirêj ku 17 rûpel e heye. Nivîskar wê bi zimanekî helbestkî, lê bi şêweyeke cihêreng nivîsiye ku ew dikare bibe şanoyeke baş yan ji dikare bibe gotinên balerînek û ji ber van gotinên ferîbend mûzîkeke bêhempa bê çêkirin û ji alî balerînan ve dans bê kirin.
Belê, ev dikare bibe şanoyeke rengîn ku tê de kostum, dekor, muzîk, ronahî, perde, sahne, lîstikvan û temaşevan hene. Lîstikvanên vê şanoya ku bi peyvên helbestkî hatiye afirandin, Semîramîs, bav, evîn, cîhan, welat û exlaq e. Ev her yek nav, xwedî maneyekin, anku heryek maneyeke xwe heye.
Di sahneya yekem a Semîramîsê de helbestvan bi devê Semîramîsê gotinên xweş û balkêş dide gotin. Gotina "zimanzan zalimin" rast e. Bi min hinek zimanzan hem zalimin û hem jî nezan in. Min bi xwe ji destê hinek zimanzanên zalim û nezan gelek kişandiye. Semîramîs van gotinên xweş jî dibêje : "Qelenê min, hemû pirtûkên pîroz" in. Di vê sahneya yekem de gotinên Cîhan jî gotinên manedar in. Ew jî dibêje : ”...xezeb, weledê zinê yê neheqiyê ye, ji xwîn û goşt xwedî dibe, kengî der û dora xwe perçe dike, îcar ji kezeba xwe dest bi xwexwarinê dike.”
Nivîskar Rênas Jiyan hevgirêdan û nerawestandinên serhildanên kurdan gelek rast rave dike û ew zanîna xwe ya dûrbîniyê nîşan dide. Ew dizane ku têkçûna serîhildanên kurdan dawî li tevgera netewa kurd naynê û ew xwedî bîrûbaweriye ku, her têkçûn di bingeha xwe de tovên serihildanê dihebîne û wek helqeyên zincîrê li pey hevûdu toximên serîhildanê zîl didin, mezin dibin, geş dibin û serîhildidin. Di derbarê vê babetê de Semîramîs dibêje : ”28 serhildan bi xwînê hatin çewisandin ne bes bûn, ez bûme ya 29-an; ne bes be, ez ê bibim ya 30-yan; ew jî ne bes be, ez ê bibim ya 31-an, 32-yan, 33-yan...”
Welat jî bi gotinên xweş hîtabê Semîramîsê dike û dibêje : ”heta qîzên min ên weke te şîrhelal hebin, wê şîrheram teqez têk biçin.” Belê, rast e û eynê wisan e.
Evîn jî dibêje: ”Weke balindeya Zumruda Anka tu dihatî kuştin û tu ji xweliyên xwe dîsa dihatî afirandin. Mirin ji te re tune bû." Çekdarên serhildêrên kurd çiqas bêne kuştin, ewqas jî dê ji nûve bêne afirandin. Têkçûn hebe jî, ji bo doza kurd mirin tune, nemirî heye. Têkoşîna netewa kurd bi şêweya têkçûn, rabûn, têkçûn rabûn, heta azadiyê dê bidome.
Di sahneya duyem de jî gotinên balkêş hatine gotin, mijarên girîng hatine pêşkêşkirin. Nivîskar di nav kevanê de taswîra bêdengiyê û rawestandina teqînê dike. Lê, tê zanîn ku ba û baxoz ji nav bêdengiyên civakî derdikevin holê. Di vê sahnê de bav dibêje : ”Xwediyê xezebê, qesem bi navê Xwedê, dê tu xerê ji roj û şevên xwe nebîne.”
Hinek gotinên Semîrayê dilê mirov dipiritîne, kezeba mirov dişewitîne. Ew ji bavê xwe re dibêje : ”Te digot tu ê bibî bûkeke xweşik. Çima te nedigot tu ê mahr bikî, gorê û lûla tifîngê. Semîraya ku te bi serî sûnd dixwar; ji niha û vir ve tu ê bi serê tirba wê sûnd bixwî. ” Dema min di vê berhema hêja a edebî de van gotinan xwend, bi hezaran keçên ciwan yên ku li serê çiyan şehîd ketin hatin bîra min. Qedera wan keçên bawermendên doza netewa kurd weke van gotinên Semîramîsê pêk hatin.
Helbet ev aliyekê qedera keçên ciwan yên kurd ku di çiyan de şehîd ketin. Alîkê din ê qedera gelek keçên ciwan jî li ser navê namûsê kuştina wan bû ku weke bûyerên trajedîk pêk hatin. Semîramîs û gelek keçên ciwan li ser navê paqijkirina namûsê ji alî bav, bira, ap û pismamên xwe ve hatin qetilkirin. Ev trajediya keç û jinên kurd hêj jî bi şêweyeke hovane didome. Nivîskar Rênas Jiyan vê rewşa trajediya civakî ya li welatê me, bi dileke kezebşewitî aniye zimên.
Helbestvan Rênas Jiyan di helbesta xwe ya bi sernavê "Jan" de, bi hevokek taswîra rewşa Kurdistanê rave dike û bi gotinên sihrî yên helbestkî şerh dike ku helbesta kurdî ji bo doza netewî haceteke xizmetê ye. Ew dibêje:
”...û Kurdistana min rakişandine çarmixê
mîna kurê Xwedê, Îsa...
bi hersê telaqê bêfitwe Kurdistana min
ez ê gemara li ser te
bişom bi xwêdana eniya helbesta xwe.”
Di vê berhema edebî de hinek gotinên durêz hene ku weke gotinên ferîbendên durêz in. Wek mînak, ew dibêje : ”li ser atomên evîna te kurk ketime / li ser atomên evîna te kurd mirime" , ”wê li wir por spî kir / min li vir jîn spî kir” , ”çavên min ji bêxewiyê bûne berbang” , ”nizanim bê çima / xwîna qirika min weha zû li giyotînê keliya” , ”di riyên ba de / li ewran hildikumim”
Helbesta ku navê xwe daye pirtûkê, anku "Janya" helbesteke giranbiha ye. Bi naverokeke felsefî û îronî, bi şêweya pexşanê weke nesîr hatiye nivîsîn. Wî di derbarê gelek babetan de bi şêweya edebî şîroveyên hunerî kiriye. Nivîskar bi van gotinên manedar dest bi helbestê dike "Xwedê û wext xelet hatiye xitimkirin."
Di helbesta Janya de helbestvan hîtabê wê dike û jê re qehra xwe dide diyarkirin. Ew dibêje : ”... ji ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin, aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm dibe ku dimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min dike di devê min re derkeve ji qehra!...” Helbestvan ji destpêkê heta dawî hîtabê Janyayê dike û gotinên xwe yên helbestkî didomîne. Ew behsa gelek tiştan dike û jê re hertişt dibêje. Di vê helbestê de du kurtehevok bala min kişandin. Heger mirov wan gotinan bi hawayeke din û normal bibêje, tu maneya xwe tunin. Lê, helbestvan Rênas Jiyan wan bi şêweyeke wisa gotiye ku, reng, tehm û lezet daye helbestê û weke kiraseke hunerî li helbestê hatiye rapêçan.
" a li eniya te nivisî ne qeder e,
soneya serpêhatiya temenê min e,
dengê min diêşe"
"min dilê xwe têr rehet nekir li qêrîniya navê te
çireke şiîr didoşim ji hewraniyên spîboz
ji bona çivîkên çavên te"
"di nav şaneşînên nêrgiz û nesrînan de,
min devê te bikira zindana zimanê xwe"
Ev helbest - ku beşek e, netemamê helbestê ye - xîtabî hest û ruhê mirov dike, evîna dilê mirov pîroz dike. Herdu rêzên dawîn, hestên mirov coş dike, jiyanê bi mirov xweş dike û sahneyeke evînî û romantîk li ber çavên mirov rêz dike, mirov xweşhal dike.
Ez bawer im nivîsa danasîna pirtûka Rênas Jiyan ya helbestan "Janya" dirêj bû. Heger ez behsa naverok û temaya helbestên wî yên din jî bikim, dê nivîs hîn dirêjtir bibe. Lewre jî, ez nivîsa xwe dirêj nakim, lê ji xwendevanên kurd daxwaz dikim ku ew vê pirtûka edebî bikirin û bi dilxweşî bixwînin.