Xwendevanên Mehnameyê rêzdar Lokman Polat herî zêde wek nasîner û nirxînerê pirtûkên kurdî dinasin. Lê Polat di warê çîrok- û romannivîsî de jî yek ji bibertirîn nivîskarên kurd e. Ta niha zêdeyî deh pirtûkên wî derketine. Xwendevanên kurd wî baş dinasin; ne tenê ji ber ku gelek pirtûkên wî derketine lê herwiha ji ber ku ew bi dilek pak sîng û hemêza xwe ji hemû kovar, rojname û malperên kurdî yên çandeyî re vedike û berhemên xwe raberî wan dike.
Lê kêm - ger qet - kes Lokman Polat wek helbestvan dinasin. Sedem ew e ku ta niha wî - li gor gotina xwe û li gor em dizanin - ti helbestên xwe li ti derekê nedabûn weşandin. Wî helbestên xwe ta niha tenê li cem xwe hêlabûn. Lê niha wî berhevokek helbestên xwe bi navê "Helbestên sirgûniyê" kiriye pirtûk. Li gor helbestvan, berhevokek wî ya din jî bo weşanê amade ye û ew dixwaze navê wê bike "Helbestên şadmaniyê".
Wek ji navê xwe jî diyar e, pirraniya helbestên vê dîwana Lokman Polat li ser sirgûnê ango mişextiyê, awareyiyê, derbideriyê, xerîbiyê, xurbetê, biyanistanê, dûrwelatiyê... ne. Li cem helbestvanê me hesta serdest, ya ku ew li dûrî welat dijî, bêrîkirin e - ca çi bêrîkirina welat, dêbavan, heval û hogiran yan jî dost û yaran be. Mînakek ji vê hestê:
Bêrîkirin
Ez dizanim, bêrîkirin çi ye.
Bizanibe, min çiqas bêriya te kiriye.
Heger ji min êş û derdê bêrîkirinê bipirsin,
ez dikarim bi dil û kezeba şewitî rave bikim.
Ez dizanim êş û qehrên tenêtiyê.
Vê ji min pirs mekin -
ez nikarim behs bikim.
Min bêriya lêvên te yên mircanî,
bejna te ya xezalane,
ruhê te yê aram
kiriye.
Belê, jîngeh û hawirdora dûrwelatiyê mijara pirraniya helbestên Lokman Polat e. Lê ne hemû helbest li ser wê ne. Yek ji babetên herî zêde mijara nivîsar, çîrok û romanên Polat nivîsîn bi xwe ye. Helbestên wî jî para xwe ji mijara nivîsînê werdigirin. Bi destûra we, em mînakekê raber bikin:
Dinivîsim
Hûn razin,
ez şiyar im.
Dilê we rehet e,
ê min xemgîn e:
Bi şev sî û leylanan dibînim
Dengê qêrîn û nalînê dibîsim
Hûn razin,
ez şiyar im:
Êş û birînê dinivîsim.
Ez
li benda berbanga sibê
li benda tîrêjên rojê
li benda germiya jiyanê
li benda ronahiyê
li benda azadiyê
dimînim,
dinivîsim.
Di dîwana "Helbestên Sirgûniyê" de nêzî 70 helbest hene. Ji bilî kurtegotinek nivîser, helbestvan Azer Osî û helbestvan Hêmen Kurdaxî jî her yekî kurtepêşgotinek ji pirtûkê re nivîsiye. Pirtûk bi hevkariya Weşanxaneya Helwest (Stockholm) û Weşanxaneya Veng (Stembol) li Stembolê hatiye çapkirin. Pirtûk dikare ji vê navnîşana posteya elektonîkî (email) bêt xwestin: